STKyên li Bidlîsê ji Cem Kuçuk re bertek nîşan dan

: 2017-04-21 11:58

BIDLÎS - Îdarevanên STKyên li Bidlîsê ji Cem Kuçukê ku di bernameyeke TVyê de heqaret li xaziyên Mavî Marmarayê kiribû re bertek nîşan dan.

STKyên li Bidlîsê ji Cem Kuçuk re bertek nîşan dan

Cem Kuçuk di bernameyeke TVyê ya ku beşdarî bû de gotibû ‘Di nava AK Partiyê de   Îslamîstên radîkal, tîpên manyaq ên mîna Mavî  Marmarayê, kesên ji serî heta binî dijminê îsraîl û Xerbê… kesên ji hemû tiştî re dijmin  û tîpên xerîb û pîrek hene. Divê ev bên cudakirin. Biya min ji vê seatê pê ve dê Tayyîp Beg vê yekê bike.”

“Li pey Cem Kuçuk de îsraîl û hêzên emperyalîst hene”

Ji ber van gotinên ku hatine kirin Serokê BEST-DERê Emrullah Uysal bi şikleke eşkere li Mislimanan heqaretkirin îxanet e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev îxanet bi lêborîn xwestine nayê telafîkirin. EM baş dizanin Cem Kuçuk kî ye û temamê Tirkiye jî dizane.  Temamê Tirkiyê dizane ku ajanekî îsraîl e û li ser navê îsraîl  li Tirkiyê dixebite.  Ewrûpa, DYA û îsraîlê ku encamên referandûmê qebûl nakin van însanên wisa derdixin televîzyonan  û peyamê didin hikûmet û Tirkiyê. Peyama hûn ê bi xelk, camî, nimêj û bi hîcabê re şer bikin didin hikûmet û dewletê. Ev  gotin ji provakatoriyê hatin kirin û divê di derheqê vê yekê de lêpirsîna pêwîst bê vekirin.”

Serokê Şaxa Bidlîsê yê Dîyanet-Serê Behzat Durak jî bertek li gotinên Cem Kuçuk nîşan da û diyar kir ev heqerat li temamê dîndaran hatiye kirin û wiha got: “Birayên me yên ku di Mavî Marmarayê de bûn mesûliyeta xwe ya dîrokî bi cî anîne. Kêm aqilên mîna Cem Kuçuk vê yekê nikarin fêm bikin.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Daniştay îtîraza CHPê red kir

Daniştay îtîraza CHPê red kir

2017-04-25 12:55:58

Ji teref Daniştayê ve di derheqê îtîraza CHPê ya ku ji bo encamên refendûmê hatibûn kirin qerara redê hat dayîn.

Li Şernexê 2 PKKyî hatin kuştin

Li Şernexê 2 PKKyî hatin kuştin

2017-04-25 12:38:40

Hat ragihandin ku li Şernexê di derdora Çiyayê Cudî de 2 PKKyî hatine kuştin.

 “Em dixwazin kesên teşwîqkar bên darizandin”

“Em dixwazin kesên teşwîqkar bên darizandin”

2017-04-25 12:05:01

Piştî niştina qerarê ya doza ku tê de bersûcên qatil ên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Riyad Guneş û Hasan Gokgoz dihatin darizandin re malbatên maqtulan diyar kirin ew dixwazin esil kesên teşwîqkar bên darizandin.

HEMÛ NÛÇE

“Pêwîst e Tirkiye ji OHALê xelas bibe”

Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekcî, destnîşan kir divê ku Tirkiye berê gavekî ji rewşa awarte xelas bibe.

Em ê destûr nedin gotinên wisa da ku asayî bibin

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin di derheqê banga teşebûsa sûîqestê ya li hember Serokkomar Erdogan de destnîşan kir “Em ê destûr nedin gotinên wisa asayî bibin û em ê nehêlin ev gotin bibin gotrinên ji rêzê.”

“Ev edaleteke kêm e edaleta eslî dê di roja mehşerê de bibe”

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz, lencama biryara Doza Yasîn Boru nirxand. Yilmaz destnîşan kir ku ev edaleke kêm e edaleta eslî dê di roja mehşerê de bibe.

Di Doza Yasîn Boru de ji 16 kesan re cezaya sermedî ya hatiye girankirin

Biryara Doza Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ên ku qetîlên wan tê de dihatin darizandin hat dayîn. Di biryarê de 24 bersûc hatin cezakirin.

Tekneya penaberan bin av bû: 16 mirî

Li nêzî Ayvacika navçeya Çanakkaleyê tekneya penaberan bin av bû, di encama biavbûnê de 16 penaber jiyana xwe ji dest dan.

HEMÛ NÛÇE