“Em dibînin ku li heremê hêj hiqûqa serdestan derbas dibe”

: 2017-04-21 11:00

MÊRDÎN - Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinç beşdarî taziya Xeyreddîn Demîrê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 23 salan di girtîgehê de tê girtin bû.

“Em dibînin ku li heremê hêj hiqûqa serdestan derbas dibe”

Vehbiye Demîra 75 salî berî vê çend rojan bi hesreta lawê xwe Xeyreddîn Demîrê ku 23 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin wefat kir. Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinç beşdarî taziya Xeyreddîn Demîrê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 23 salan di girtîgehê de tê girtin bû. Kilinç ji ber ku destûr ji Xeyreddîn Demîr re nehatiye dayîn da ku beşdarî taziyeya diya xwe bibe ji rewşê  re bertek nîşan da û got: “Em dibînin ku li heremê hêj hiqûqa serdestan derbas dibe.”

 “Însanek nikarebe were taziyeya diya xwe ev nehatin êş û elemê dide însên”

Kilinç di berdewama axavtina xwe de diyar kir li Tirkiyê hêj hiqûqa serdestan derbas dibe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi rastî nikaribûn hatine taziya naskirî û nexasim diya xwe êşeke mezin dide mirov. Lê di qanûnê de ji mahkûman re destûr hatiye dayîn da ku heta 2 rojan werin taziyê. Mixabin em dibînin ku hêj li Tirkiyê hiqûqa serdestan derbas dibe. Me bi hev re dît ka ji mahkûmên dozên Balyoz û Ergenekonê re û ji mehkûmên vî rewşê re çawa muamele dikin.”

 “Ne hûqûqa serdestan divê serdestiya hiqûqê bê esas bê girtin”

Kilinç di berdewama axavtina xwe diyar kir Xeyreddîn Demîr ev 23 sal e ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Destûr nehat dayîn ku beşdarî cenaze û taziyê bibe ku em vê yekê wek îhlalkirina mafan dibînin. Ji bo ev sepana neheq û nehûqiqî  bê sererastkirin bang li rayedaran dikin. Em hêvî dikin ne hûqûqa serdestan divê serdestiya hiqûqê bê esas bê girtin.”

Nûreddîn Demîrê birayê Xeyreddîn Demîr e di derbarê mijarê de diyar kir ew serîlêdan kirine da ku kekê wî beşdarî taziyê bibe lê jê re destûr nehatiye dayîn.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Li Enqereyê qezaya trafîkê: 8 mirî

Li Enqereyê qezaya trafîkê: 8 mirî

2017-05-27 14:02:47

Otobusa ku ji Kastamonuyê ber bi Enqereyê va diçû li navçeya Kalecîkê ya Enqereyê qelibî, di qezayê da 8 kes mirin û 34 kes jî birîndar bûn.

Bi nimêja terawîhê ya ewil mizgeftan tije bûn

Bi nimêja terawîhê ya ewil mizgeftan tije bûn

2017-05-27 12:11:48

Nimêja terawîhê ya ewil Meha Remezana ku ji bo Misilmanan gelek bi qedr û qîmet e bi dia û îbadetan derbas dibe, hat eda kirin.

Ji Cemiyeta Mustezafan peyama Remezanê

Ji Cemiyeta Mustezafan peyama Remezanê

2017-05-26 18:30:02

Ji teref Navenda Giştî yê Cemiyeta Mustezafan ve peyama Remezanê hat weşandin.

HEMÛ NÛÇE

Îhsan Sureyya Sirma ji Serokkomar Erdogan xwest ku Hekkarî wek bajêr bimîne

Prof. Dr. Sureyya Sirmayê Dîroknasê Îslamê ye bang li Serokkomar Erdogan kir û jê daxwaz kir ku Hekkariya ku bajêra herî qedîm a Mislimanan e bi Geverê ve neyê girêdan û wek bajêr bimîne.

Gormez: Temaya meha Remezanê eşkere kir

Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez destnîşan kir wan temaya meha Remezana îsal wek ‘Li Ser Te Heqê Temamê Canan Heye’ diyar kirine.

Li Agiriyê 29 PKKyî hatin kuştin

Di operasyonên ku li Agiriyê li dijî PKKê hatin kirin de 29 PKKyî hatin kuştin

Li Entalya di mezinahiya 4,3an de erdhej

Ji teref Serokatiya Daîreya Erdhejê ya AFADê ve hat ragihandin li Kaşa Entalyayê di mezinahiya 4,3an de erdhejek pêk hat.

Tîpên “w-x-q” li mekteban ketin mifredatê

Hat ragihandin ew ê di bergeha dersa Tirkî de ji xwendekarên pola 4emîn re tîpên “w-x-q” bên hînkirin.

HEMÛ NÛÇE