‘Nûra ku ji Hîrayê Bilind Dibe’ ew ê têkeve temamê malan

: 2017-04-21 10:12

DIYARBEKIR - Kitêba bi navê ‘Nûra ku ji Hîrayê Bilined Dibe” ya ku di bergeha fealiyetên bernameya Wîladeta Pîroz de hatiye amadekirin ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li çar aliyê welêt tê belavkirin.

‘Nûra ku ji Hîrayê Bilind Dibe’ ew ê têkeve temamê malan

Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember Yahya Ograş  diyar kir ew bernameyên Wîladeta Pîroz ên îsal di bin navê ‘ Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhhammed” de tertîp dikin.

Ograş di nirxandina xwe ya ku di derheqê bernameya wîladeta pîroz kir de diyar kir ew her sal bi niyeta hediyê CDyan belav dikirin, lê di van salên dawî de ji dêla CDyên ku tê de di derheqê pêxember de ezgî hebûn de kitêbên ku ji teref komîsyona wan ve di derheqê pêxember de hatine amadekirin belav dikin.

Ograş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew beriya bernameyên Wîladeta Pîroz li çar aliyê Tirkiyê van kitêban belavî temamê malan dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em di vê çarçovê de ji bo têr û tije karibin di meha nîsanê de heyata Hz. Muhammed bijîn û bidin jiyandin hewil didin. Ji ber vê yekê heta ji me tê em hewil didin.”    

 “Bernameya Wîladeta Pîroz a li Diyarbekirê di 30ê Nîsanê de ye”

Ograş di berdewama axavtina xwe de diyar kir belavkirina kitêba bi navê ‘Nûra ku ji Hîrayê Bilind Dibe’ ya ku jê milyonek hatiye çapkirin û tê de qala Hz. Muhammed tê kirin li gelek deran dest pê kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew ê bernameya Wîladeta Pîroz a li Diyarbekirê di 30ê Nîsanê de li Qada Mîtîngê ya Parka Newrozê bê tertîpkirin. Xebatên me bênavber ji bo vê yekê berdewam dikin. Ew ê him ji nava welêt û him jî ji derveyê welêt gelek mêvanên bên bernameyê. Her wiha me camîa û hareketên Îslamî,  û her wiha STKyan vexwand bernamê.”

Ograş did awiya axavtina xwe de diyar kir ew ê li Diyarbekirê di bergeha xebatên Wîladeta Pîroz de nêzî 150 hezar kitênên bi navê ‘Nûra ku ji Hîrayê Bilind Dibe’ bê belavkirin.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “ Bi qasî ku em bîata xwe nû bikin em dikarin di riya Wî de bin”

“ Bi qasî ku em bîata xwe nû bikin em dikarin di riya Wî de bin”

2017-05-09 12:05:03

Muhammed Emîn Yildirimê Serokê Weqfa Lêkolînên Siyerê yê ku li Stenbolê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bû destnîşan kir bi qasî ku em bîata xwe nû bikin em dikarin di riya Wî de bin.

 “Însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû”

“Însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû”

2017-05-09 10:23:26

Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku li Stenbolê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bû destnîşan kir însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû.

Bi dîmenan bernameya Wîladeta Pîroz a li Stenbolê

Bi dîmenan bernameya Wîladeta Pîroz a li Stenbolê

2017-05-08 10:28:02

Dîmenên ku ji teref objektîfên ÎLKHAyê ve hatin kişandin coş û şahiya eşq û muhabbeta Muhammedî ya li bernameya Wîladeta Pîroz a li Stenbolê eşkere dike.

HEMÛ NÛÇE

Îhsan Sureyya Sirma ji Serokkomar Erdogan xwest ku Hekkarî wek bajêr bimîne

Prof. Dr. Sureyya Sirmayê Dîroknasê Îslamê ye bang li Serokkomar Erdogan kir û jê daxwaz kir ku Hekkariya ku bajêra herî qedîm a Mislimanan e bi Geverê ve neyê girêdan û wek bajêr bimîne.

Gormez: Temaya meha Remezanê eşkere kir

Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez destnîşan kir wan temaya meha Remezana îsal wek ‘Li Ser Te Heqê Temamê Canan Heye’ diyar kirine.

Li Agiriyê 29 PKKyî hatin kuştin

Di operasyonên ku li Agiriyê li dijî PKKê hatin kirin de 29 PKKyî hatin kuştin

Li Entalya di mezinahiya 4,3an de erdhej

Ji teref Serokatiya Daîreya Erdhejê ya AFADê ve hat ragihandin li Kaşa Entalyayê di mezinahiya 4,3an de erdhejek pêk hat.

Tîpên “w-x-q” li mekteban ketin mifredatê

Hat ragihandin ew ê di bergeha dersa Tirkî de ji xwendekarên pola 4emîn re tîpên “w-x-q” bên hînkirin.

HEMÛ NÛÇE