A A A

“CHP dixwaze encaman bide îptalkirin û kaosê derxîne”

: 2017-04-19 12:35

DIYARBEKIR - Serokê Giştî yê Cemiyeta Mafên Însanan Mehmet Karadag îtîraza ku ji teref CHPê ve ji bo îptalkirina referandûmê li YSKê hatiye kirin nirxand û di derbarê mijarê de destnîşan kir CHP dixwaze encaman bide îptalkirin û kaosê derxîne.

 “CHP dixwaze encaman bide îptalkirin û kaosê derxîne”

Karadag di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêwîst e hemû kes li hember encamên referandûmê  birêzdar bin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ CHP ji bo îptalkirina referandûmê serî li YSKyê da. Dibê ku di derheqê hilbijartinê de îtîraz, nîqaş û lihevnekirin hebin. Lê qet ne hewcê ye ku di vî warî de ji ser tiştên piçûk nîqaş bên derxistin û di nava civakê de bêaramî bê derxistin. Em van tiştan wek nîqaşeke sunî dinirxînin. Ger di vî warî de lihevnekirin hebin cihê ku dê vê yekê çareser bike YSK ya. Di vî warî de ne kesên siyasî û ne jî welatî nikarin bibêjin ‘ev yek eseh e.’

 “Cihê vê yekê di qada navneteweyî de bi şikleke eşkere hatiye dîtin”

Karadag di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi wê têgihiştina ku CHPê wê temsîl dike  re qebûlnekirina encaman heye û dû re cihê qada navneteweyî ya îtîraza CHPê ya ku li YSKyê hatiye kirin nirxand û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di van salên dawî de li dijî Tirkiyê nexasim li dijî şexsê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kampanyayek hatiye destpêkirin. Cihê vê yekê di qada navneteweyî de bi şikleke eşkere tê xuyakirin. CHP desteka raya giştî ya navneteweyî dide pey xwe û dixwaze hilbijartinan bide îptalkirin Bi vê yekê jî dixwaze kaosê derxîne. Di vê xalê de daxuyaniyên AGÎT û gelek çepemenî û saziyên li Ewrûpayê di vê çarçovê de ne. CHP desteka vanan distîne û hereket dike, lê belê qet nafikire ew ê rewş bigihije kû derê .Dikare serîlêdan bê kirin, encax li dijî hiqûqê hereket kirin ne li feydeya tu kesî ye.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

2017-08-19 14:48:35

Malbata Yasîn Boruyê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji tere HDP/PKKyiyan ve hat qetilkirin ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir.

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

2017-08-19 13:36:15

Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide.

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

2017-08-19 12:07:55

Li Rihaya ku di van salên dawî de lê hişkesalî hakim e, hilberînerên fistiqan diyar kirin ji ber ku ew nikarin darên xwe yên fistiqan av bidin rekolteya fistiqan kêm bûye. Ji ber vê yekê hilberîner ji dewletê alîkariyê teleb dikin.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe