HUDA PAR xerca hizûr û biratiyê ye

: 2017-04-18 15:04

DIYARBEKIR - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapicioglu di derheqê encamên referandûmê de nirxandinan kir û destnîşan kir gelek mişkîle dê bi HUDA PARê bên çareserkirin û ew amade ne ku makeqanûneke nû çêbikin.

 HUDA PAR xerca hizûr û biratiyê ye

Zekeriyya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê piştî ku encamên referandûmê diyar bûn re di derbarê encamên referandûmê, di derheqê makeqanûna nû û di derheqê tesîran partiya wan a  li ser encama referandûmê de nirxandinan  kir. Yapicioglu di nirxandina ku kir de diyar kir gelek mişkîle dê bi HUDA PARê bên çareserkirin û ew amade ne ku makeqanûneke nû çêbikin

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew beriya hilbijartinan  çûye Gumuşhane û Bayburtê û li wê derê bi  nirxandinên ku wan wek HUDA PARê kirine   tesîrî li ser qerara wan kesên ku endamên partiyên din in û bê qerar in kirine da ku ‘Erê’ bidin.

 “Gotinên milliyetperwer li ser dengên erê tesîreke erênî nekirine”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir gotinên milliyetperwer li ser dengên erê tesîreke erênî nekirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ AK Partî bi MHPê re îttîfaq kiriye, lê  cihê ku terefdarên MHPê lê hene  dengên erê  di warê zêdebûna dengên AK Partî û MHPê de xwe nîşan neda. Ew gotinên milliyetperwer ên ku Serokkomar û AK Partî  kirin  feydeyek neda wan rayên erê. Dengên erê zêde nederketin. Hikûmet divê haydar be û kesên ku erê dane  poşman neke. Divê her tim edalet, meşveret û liyaqatê li ber çavan bigre.”

 “Exlebeyê mişkîleyan dikarin bi reçeteyên HUDA PARê  bên çareserkirin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi şikleke ciddî îxtiyaca Tirkiyê ji HUDA PARê re heye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ HUDA PAR xarca biratiyê ya şerta digelhevbûna biaramiyê ya li  welêt e. Ger ku felsefe, program û fikrên HUDA PARê li memleket hakim bibe  ew ê gelek mişkîle û problem bi reçeteyên HUDA PARê çareser bibin. Înşallah em ê digel 26-27 qewmên cuda wek milletekî bibînin ka biratî çi ye.”

 “Kesên ku metirsiyê belav dikin bi ser neketin”

Yapicioglu diyar kir  gotinên ku berberiyê û rageşiyê derdixistin ji serê siyasetê bûn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xelk gelek sakîn û aram bû. Hemd ji Xweda re kesên ku hewil didan rageşiyê derxînin, berberiyê bikin nava xelkê û hewil didan metirsiyê di nava civakê de belav dikirin bi ser neketin û negihaştin wê tiştê ku erzî dikirin. Xelk bi feraseta xwe nehat vê lîstikê û di nava sukunetê de dengdayîn hat kirin.”

Yapicioglu di axavtina xwe de qala makeqanûna ku ji teref Kenan Evren ve hatiye amadekirin de nirxandinan kir û diyar kir mîxeke din li ser tabûta makeqanûna Kenan Evren hatiye lêxistin.

“Milet mecbûr nîne xwe gor îdeolojiya fermî ya dewletê eyar bike”

Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ku makeqanûneke gor orf, bawerî, çand û dîroka gel were amadekirin. Makeqanûna ku pirsgirêka wê bi bawerî, terza jiyalnê, jiyana felsefî, çand, û dîroka gel re cûn dide, bi wan re şer dike, tinazê xwe bi cil û bergê wê ya mehelî dike makeqanûn nîne. Heta niha makeqanûn, gor makeqanûnê Xerbê dihatin amadekirin. Milet mecbûr nîne xwe gor îdeolojiya fermî ya dewletê eyar bike.”

“Em ji çêkirina makeqanûneke mehelî re hene”

Yapicioglu, diyar kir divê ji bo makeqanûna nû li herkesê were şêwirîn. Dûvre Yapicioglu wiha pê de çû: Me berê jî gotibû. Carek din jî tekrar dikim. Di derbarê makeqanûneke mehelî de heke hikûmet bibêje ‘em nikarin vê yekê çêkin’ em jî wek dildar ji bo ku vê yekê bikin amade ne. Em ji çêkirina makeqanûneke mehelî re hene. Divê ku mutleqe her kes fikr û ramanên xwe yên di derbarê makeqanûnê de diyar bike. Ev bi şikleke baş were nîqaşkirin. Di nav gel de bi şiklekeke kesên ku vê yekê dizanin seh bikin. Piştî ku ev gengeşe hat kirin bi referandûmeke nû ev makeqanûn were amadekirin.”

“Kurd, dixwazin ku jiyana bi birayên xwe re bidomînin”

Yapicioglu diyar kir ku Kurd dixwazin ku jiyana bi birayên xwe re bidomînin. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Serokkomar, di sala 2005an de li Diyarbekirê gotibû ‘Pirsgirêka Kurdan, pirsgirêka min e. Dê em vê pirsgirêkê çareser bikin.’ Dûvre gelek vesazkirinên makeqanûnî hatin amadekirin. Herî dawî pêvajoyeke wek ‘Pêvajoya Çareseriyê’ hat destpêkirin. Lê zêde najot. Em di heman memleketê de dijîn. Kurd, edalet dixwazin. Kurd, dixwazin ku bi nasnameya ku Îslam daye wan bi qewmên din re bijîn.”

“Dîtina çareseriyê ya ku di bergeha edaletê de pêk tê yekitiyê bihêztir dike”

Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Edalet ji herkesê re wacîb e. Zulm jî wek mutleq heram e. hatiye qedexekirin. Tu kes bi tû wechê mafdar nîne ku zulm li yekî bike. Heke edalet were terkkirin wê çaxê xeter destpê dike. Dîtina çareseriyê ya ku di bergeha edaletê de pêk tê yekitiyê bihêztir dike.

Yapiciogluyê ku destnîşan kir ku tu faydeya Yekitiya Ewrûpayê ji Tirkiyê re tune wiha pê de çû: “Referandûm bidawî bû. Rayên ‘erê’ zêdetir derket. Heke ku tiştên ku wan dixwast pêk nehatibe ez texmîn nakim ku dê ew mixelefetiya xwe bi şikleke tûndî bidomînin. Ez bawer nakim ku dê têkiliyên Tirkiye û Yekitiya Ewrûpayê wekê ku tu tişteke nebûye bidome. Yekitiya Ewrûpayê bi şikleke cidî li Tirkiyê tê lêkolînkirin. Tu faydeya Yekitiya Ewrûpayê ji Tirkiyê re tune.”

“Dê em ji vir pê ve li berjewendî û mesleheta Umetê mêze bikin”

Yapicioglu, teşekura ku Serokkomar Erdogan ji HUDA PARê re kiribû wiha nirxand: “Min berê jî got. Em ji bo ku hinek kes ji me re teşekur bikin di referandûmê de negot ‘erê’.Em ji bo ku însan xwe bidin cem me ve vê yekê nakin. Tişta ku gor rizayê Xweda bibe em xwe jê nadin paş. Em nabêjin dê yekî me çewt fêm bike. Tişta ku hewce dike em wê yekê dikin. Ji bo me tişta herî girîng rizaya Xweda ye. Ji bo ku em rizaya Xweda bidest bixin em dixwazin ku di vê memleketê de xizmet bikin. Teşekura Serokkomar qedirşînasiya wî ye. Ez dûbare dikim. Hêviyeke me ya wiha tunebû. Dê em ji vir pê ve li berjewendî û mesleheta Umetê mêze bikin.”

“Dê em jiyana xwe ya bihev re bidomînin”

Yapicioglu wiha dawî li axavtina xwe anî: “Me berê jî gotibû ez niha jî dibêjim. Encam çi dibe bila bibe dê ev însan jiyana xwe ya bihev re bidomîne. Dê em di heman memleketê de, heman tax, heman avahî heta heman qatê de bijîn û dê em vê yekê bidomînin. Belkê dê em di heman ciyê ku dixebitin de bijîn. (ÎLKHA)

 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Turbeya Zeynel Beg li cihê xwe nû hat bicîkirin

Turbeya Zeynel Beg li cihê xwe nû hat bicîkirin

2017-05-15 16:17:56

Turbeya Zeynel Beg piştî ku ji cihê xwe kevin ji ber bendavê hat neqilkirin re li cihê xwe nû hat bicîkirin.

“Divê ku em ji nû ve pergala perwerdehiyê înşa bikin”

“Divê ku em ji nû ve pergala perwerdehiyê înşa bikin”

2017-04-26 15:56:26

Hîndekarê Zanîngeha Artukluya Mêrdînê Doç. Dr. Fasîh Dînç, di derbarê pirsgirêkên perwerdehiya herêmê de nirxandin kir.

 HUDA PAR xerca hizûr û biratiyê ye

HUDA PAR xerca hizûr û biratiyê ye

2017-04-18 15:04:20

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapicioglu di derheqê encamên referandûmê de nirxandinan kir û destnîşan kir gelek mişkîle dê bi HUDA PARê bên çareserkirin û ew amade ne ku makeqanûneke nû çêbikin.

HEMÛ NÛÇE

Îhsan Sureyya Sirma ji Serokkomar Erdogan xwest ku Hekkarî wek bajêr bimîne

Prof. Dr. Sureyya Sirmayê Dîroknasê Îslamê ye bang li Serokkomar Erdogan kir û jê daxwaz kir ku Hekkariya ku bajêra herî qedîm a Mislimanan e bi Geverê ve neyê girêdan û wek bajêr bimîne.

Gormez: Temaya meha Remezanê eşkere kir

Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez destnîşan kir wan temaya meha Remezana îsal wek ‘Li Ser Te Heqê Temamê Canan Heye’ diyar kirine.

Li Agiriyê 29 PKKyî hatin kuştin

Di operasyonên ku li Agiriyê li dijî PKKê hatin kirin de 29 PKKyî hatin kuştin

Li Entalya di mezinahiya 4,3an de erdhej

Ji teref Serokatiya Daîreya Erdhejê ya AFADê ve hat ragihandin li Kaşa Entalyayê di mezinahiya 4,3an de erdhejek pêk hat.

Tîpên “w-x-q” li mekteban ketin mifredatê

Hat ragihandin ew ê di bergeha dersa Tirkî de ji xwendekarên pola 4emîn re tîpên “w-x-q” bên hînkirin.

HEMÛ NÛÇE