A A A

Yapicioglu: Partiya me qerareke dîrokî da

: 2017-04-16 23:49

ENQERE - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di derheqê encamên referandûmê de destnîşan kir partiya wan di xala werçerxê ya dîroka Tirkiyê de qerareke dîrokî daye.

Yapicioglu: Partiya me qerareke dîrokî da

Yapicioglu di daxuyaniya ku da de destnîşan kir wan maslahata ummetê esas girtine û di referandûmê de dengê ‘Erê’ dane  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wek HUDA PARê pîvana me esas ya di siyasetê de Îslama ezîz e. Ji ber vê pîvanê partiya me  maslahata welat, millet û ummetê esas girt û di referandûma ku tê de guherîna makeqanûnê hat kirin de qerara dayîna dengê erê da û ji bo vê yekê tiştê pêwîst kiriye.”

Yapicioglu di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ew ê tesîr û erka partiya wan a di derheqê netîceya referandûmê de xelk teqdîr bike û dû re wiha pê de çû: “Partiya me  di xala werçerxê ya dîroka Tirkiyê de qerareke dîrokî da. Ev qerar bi netîceyeke ku dê li gor mesleheta xelkê me bi netîce bû û ji bo me jî ya girîng ev bû.”

Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de ji dildar û endamên partiya xwe re teşekur kir û daxwaz kir ku encama dengdayînê ji memleket û xelkê re xêrê bîne.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

2017-08-19 14:48:35

Malbata Yasîn Boruyê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji tere HDP/PKKyiyan ve hat qetilkirin ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir.

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

2017-08-19 13:36:15

Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide.

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

2017-08-19 12:07:55

Li Rihaya ku di van salên dawî de lê hişkesalî hakim e, hilberînerên fistiqan diyar kirin ji ber ku ew nikarin darên xwe yên fistiqan av bidin rekolteya fistiqan kêm bûye. Ji ber vê yekê hilberîner ji dewletê alîkariyê teleb dikin.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe