A A A

29 sal derbas bû lê hêj jî Qetlîama Enfalê nehatiye jibîrkirin

: 2017-04-15 09:24

Erbil - Bi minasebeta salvegera 29 emîn Qetlîama Enfalê ji bo herî kêm 100 hezar Kurdên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn li Herêma Germiyana Kurdistana Iraqê bernameya yadkirinê hat lidarxistin.

29 sal derbas bû lê hêj jî Qetlîama Enfalê nehatiye jibîrkirin

Li Herêma Kurdistana Iraqê bi minasebeta salvegera 29 emîn Qetlîama Enfalê ji bo herî kêm 100 hezar Kurdên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn bername tên lidarxistin.

Xizmên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane, destnîşan kirin ku hêj pirraniya faîlên qetlîama Enfalê nehatine darizandin û ji Mehkemeya Bikind a Iraqê daxwaz kirin bila biryarên di derbarê qetlîama Enfalê de werin tetbîqkirin.

Operasyonên ku di bergeha Qetlîamên Enfalê ya ku ji 8 qonaxan pêk dihat de di Sibata 1988an de koçkirin dest pê kiribû. Operasyona Enfalê ya ku li her derên Kurdistanê dihat lidarxistin  di 14ê Nîsana 1988an de giha asta herî bilind.

Mehkemeya Cezaya Bilind a Iraqê, di sala 2007an de di derbarê operasyona Enfalê de biryar da ku ev operasyona li dijî Kurdan pêk hatiye komkuj e. Ji ber vê yekê di derbarê kesên ku beşdarê operasyona Enfalê bibû de lêpirsîn da destpêkirin û bi sedan kes hatin girtin.

Operasyonên ku ji teref rejîma Baasê ve hat lidarxistin ji 8 qonaxan pêk hatibû û di encama van operasyonan de gor hinek çavkaniyan herî kêm 180 hezar însan jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 100 hezar jinebî, bi 10 hezaran êtîm û nêzî 20 hezaran jî windabûn çêbû. 

her wiha gor hinek çavkaniyan ji 4 hezar û 665 gundên li Herêma Kurdistana Iraqê 4 hezarê wê bi komkujiya Enfalê hat serûbinkirin. Hezar û 800 dibistan, 300 nexweşxane, 3 hezar mizgeft û 27 dêr hat xerakirin. Di encama vê yekê de Herêma Kurdistana Iraqê bû wekê kavil.

Parlementoya Kurdistanê, 14ê Nîsanê wek bibîranîna Qetlîama Enfalê îlan kiriye. (ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

2017-08-18 09:42:02

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

2017-08-18 08:55:15

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

2017-08-18 08:42:11

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe