A A A

Diyarbekiriyan nêrînên xwe yên di derheqê referandûmê de ji ÎLKHAyê re vegotin

: 2017-04-14 16:12

DIYARBEKIR - Diyarbekiriyan nêrînên xwe yên di derheqê dengdayîna xelkê ya ku dê di 16ê Nîsanê de bê kirin ji ÎLKHAyê re anîn zimên.

Diyarbekiriyan nêrînên xwe yên di derheqê referandûmê de ji ÎLKHAyê re vegotin

Diyarbekiriyan ku di derheqê referandûma 16ê Nîsanê de nêrîn û hestên xwe ji ÎLKHAyê re anîn zimên destnîşan kirin bila referandûm bibe wesîleya xêrê. Di hevpeyvîna ku di derheqê referandûmê hat kirin de welatî qala sedema ku ew ê çima bêjin erê yan jî naxêr kirin. Hinek ji wan jî diyar kirin ku ew di derheqê  referandûmê de bêqeraran ku kîjan dengê bidin.

Hat dîtin kesên ku dibêjin naxêr ji qewettirbûna birêvebirinê gazinan dikin û kesên ku dibêjin erê jî Tirkiyeke xweştir û bi hizûrtir teleb dikin.

Kesên bi navê Songul Yuruk, Meryem Ademoglu, Sîmge Okur, Faîk Avşîn, û Erhan Eroglu di hevdîtinê de diyar kirin ew ê ji ber ev qas xweşikayiyan, ji bo ku gotina erê bi sûdtir e, ji bo ku dê ji bo milletê  baştir bibe û ji bo Tirkiye pêşdetir ve biçe  di dengdayînê de bibêjin erê.

Kesên bi navê Halîme Koyuncu, Galîp Yayik, Merve Demîrtaş, Ramazan Aslagaç, Gaffar Kaya û Îhsan Ayvaci jî di derheqê dengdayînê de diyar kirin ew ê ji bo millet û zarokê xwe, ji bo ku ger ku erê derkeve ew ê wan îdam bikin û ji bo welat nekeve destê kesekî dengê naxêr bidin.

Her wiha di hevîdîtina ku hat kirin de hat dîtin ku kesên bi navê Abdullah Bayram, Davut Tekdal, Recep Moray û  Salih Başegmez  di warê dengdayînê de bêqerar in.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

2017-08-19 14:48:35

Malbata Yasîn Boruyê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji tere HDP/PKKyiyan ve hat qetilkirin ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir.

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

2017-08-19 13:36:15

Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide.

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

2017-08-19 12:07:55

Li Rihaya ku di van salên dawî de lê hişkesalî hakim e, hilberînerên fistiqan diyar kirin ji ber ku ew nikarin darên xwe yên fistiqan av bidin rekolteya fistiqan kêm bûye. Ji ber vê yekê hilberîner ji dewletê alîkariyê teleb dikin.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe