A A A

Dermanên acîl dê bi ‘droneya mehelî’ bên veguhastin

: 2017-04-08 13:35

BÛRSA - Li Bûrsayê xwendekarên lîseyê ji xwe re kirine hedef bi projeya ku amade dikin dermanên acîl bi ‘droneyên mehelî’ biveguhezînin.

Dermanên acîl dê bi ‘droneya mehelî’ bên veguhastin

Li Bûrsayê ji teref TUBÎTAKê ve pêşbaziyek hat tertîpkirin. Di pêşbaziya ku hat tertîpkirin de xwendevanên bi navê Ugur Temîzsoy û Mehmet Arda Denîz bi projeya ku amadekirin di şaxa fîzîkê de bûn yekemîn. Bi projeya ku ji teref xwendevanên lîseyê ve hatiye amadekirin dê dermanên acîl karibin bi ‘droneya mehelî’ bên veguhastin.

“Gundên ku rêyên wan dihatin girtin ji me re bûn îlham

Ugur Temîzsoyê 17 salî yê ku li ser projê dixebitî diyar kir ew di destpêkê  de ji bo kêfê  dest  bi vê projê kirine. Temîzsoy di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew navê ‘Me Drone’ li  wesayîta xwe kirine û wiha pê de çû: “ Ji bo em droneya xwe saz bikin me gelek amûr berhev kir û me balafira  xwe yê bêînsan çêkir. Di roja me de veguhastina dermanên acîl gelekî bi mesref e û gelek zêde wext digre. Lê me bi ‘Me Drone’ya xwe him wext û him jî mesrefê daxist asta herî hindik. Em 5-7 deqeyan de digihijin wê cihê xwe kuryeya bi motor 20 deqeyan de digihijîyê. Ji çêkirina vê projeyê re gundên ku rêyên wan dihatin girtin bûn îlham.”

Mehmet Arda Denîzê ji çêkerên projeyê ye jî di derbarê mijarê de diyar kir taybetiyeke cuda ya balafira wan a bêînsan heye ku ew jî tê de hebûna GPSê ye.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Hejmara bikarhênerên Facebookê gihaşt 2 milyaran

Hejmara bikarhênerên Facebookê gihaşt 2 milyaran

2017-06-28 12:27:07

Mark Zuckerbegê damezrînerê Facebookê diyar kir hejmara kesên bikarhêner ên Facabookê gihaşt 2 milyaran.

Ji Googlê re 300 milyon TL ceza hat birîn

Ji Googlê re 300 milyon TL ceza hat birîn

2017-05-26 14:30:56

Ji Googleya ku faturayên xwe yên firotina reklaman ên li Tirkiyê ji ser Îrlandayê biriye û bûye sedema windabûna bacê re nêzî 300 milyon TL ceza hat birîn.

Dermanên acîl dê bi ‘droneya mehelî’ bên veguhastin

Dermanên acîl dê bi ‘droneya mehelî’ bên veguhastin

2017-04-08 13:35:27

Li Bûrsayê xwendekarên lîseyê ji xwe re kirine hedef bi projeya ku amade dikin dermanên acîl bi ‘droneyên mehelî’ biveguhezînin.

Hemû Nûçe

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.

Mûşekên tankasawarê yên bi menşeya Îsweçê di operasyona PKKê de hatin bidestxistin

Li Bêtûşebaba Şirnexê di operasyona ku li dijî PKKê hat lidarxistin de 2 mûşekên tankasawarê yên bi menşeya Îsweçê hatin bidestxistin.

Tatîla Eyda Qurbanê bû 10 roj

Piştî civîna Lijneya Wezîran hat ragihandin tatîla Eyda Qurbanê heta 10 rojan hat dirêjkirin.

“Em di warê peydakirina gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin”

Malbata Çetînbaşê ku ji 9 nefsan pêk tê lu Qabilcewza Diyarbekirê hewil dide di malake axî ya bi 2 ode bijîn diyar kirin ew di warê peydakirine gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin û niha li benda alîkariyê ne.

“Divê dewlet êdî dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde”

Ji teref HUDA PARê ve hat diyarkirin divê êdî dewlet dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde.
Hemû Nûçe