A A A

“FETO ji Seîdê Nûrsî re PKK jî ji Kurdan re îxanet kir”

: 2017-03-25 17:40

BIDLÎS - Serokwezîr Bînalî Yildirimê ku di bergeha xebatên referandûmê de hat Bidlîsê destnîşan kir FETO ji Seîdê Nûrsî re PKK jî ji Kurdan re îxanet kir.

 “FETO ji Seîdê Nûrsî re PKK jî ji Kurdan re  îxanet kir”

Yildirim li Bidlîsa ku hatiyê li Qada Cumhuriyetê ya Taxa Ataturkê bi xelkê re hat bal hev û xîtabî xelkê kir.

“PKK û FETO di 15ê Tîrmehê de digel hev hereket kirin”

Yildirim di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir  FETOyê ku îddîa dike ew li pey Seîdê Nûrsî de diçe îxanetî wî kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “FETO ji Seîdê Nûrsî re PKK jî ji Kurdan re  îxanet kir. Ev FETOyê xaîn, nikare bibe neynikê Seîdê Nûrsiyê Bidlîsî. Ger Seîdê Nûrsî sax bana dê wî negirtibana cem xwe. Wî xaînî çi digot: ‘ Ji ber ku Seîdê Nûrsî Kurd e ez naçim balê.’ Ew ev qas zelîl û nemerd e. Him ji bo ku Kurd e tu naçî balê û him jî tu berhemên wî îstîsmar dikî. Ew ê ji van xaînan hisabê tiştên ku kirine dê bê pirskirin.FETO û PKK bercewiyên hev in. FETO ji Seîdê Nûrsî re PKK jî ji Kurdan re  îxanet kir. PKK û FETO di 25ê Tîrmehê de digel hev hereket kirin.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

2017-08-19 14:48:35

Malbata Yasîn Boruyê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji tere HDP/PKKyiyan ve hat qetilkirin ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir.

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

2017-08-19 13:36:15

Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide.

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

2017-08-19 12:07:55

Li Rihaya ku di van salên dawî de lê hişkesalî hakim e, hilberînerên fistiqan diyar kirin ji ber ku ew nikarin darên xwe yên fistiqan av bidin rekolteya fistiqan kêm bûye. Ji ber vê yekê hilberîner ji dewletê alîkariyê teleb dikin.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe