A A A

Eşqa Qur’anê ya xortê astengdar

: 2017-03-23 12:14

MÛŞ - Ehmet Yalçinê ku ji ber nexweşiya xwe nikare birêve biçe her roj bi erebeya seqetan diçe camiyê û Qur’anê dixwîne, kesên ku xortê astengdar dibînin xweziya xwe lê tînin.

Eşqa Qur’anê ya xortê astengdar

Ehmet Yalçinê 16 salî yê ku li Mexdiya Mûşê dijî ji ber ku di piyên wî de nexweşî heye nikare birêve biçe. Yalçin digel vî halê xwe yê astengdar her roj bi erebeya seqetan bi alîkariya hevalên xwe hewil dide biçe Mizgefta Hecî Selahattîn Memîş da ku Qur’ana Kerîm bixwîne. Kesên ku vê ezma xwendina Qur’anê ya Yalçin dibînin xweziya xwe lê tînin. Cebraîl Turanê Melayê  Mizgefta Hecî Selahattîn Memîş e di derheqê rewşa Yalçin de diyar kir Ehmet Yalçin  ji ber nerihetiya ji piyên xwe nikare birêve biçe û xortên gund wî li ser pişta xwe dikin û wî tînin mizgeftê.

 “Dema ku ez derbasî Qur’anê bûn gelekî kêfxweş bûm”

Ehmet Yalçin di derbarê hînbûna Qur’anê de destnîşan kir dema ku ew derbasî Qur’anê bûye gelekî kêfxweş bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji sala borî ve diçim camiyê. Carna hevalên min carna kekê min û carna jî melayê gund min tînê camiyê û ji min re dibin alîkar. Dema ku ez ji camiyê jî derdikevim mela ji min re dibe alîkar. Dema ku ez derbasî Qur’anê bûn gelekî kêfxweş bûm. Ez ê înşallah Qur’anê xitim bikim. Dema ku ez şaş dixwînim seyda ya rast ji min re dibêje. Ez û Seyda Cebraîl gelek zêde dixebitin. Dema ku ez nikaribim werim mizgeftê seyda tê qehwê û dersa min dide min.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Otobusa rêwiyan li TIRê qelibî: Miriyek 26 birîndar

Otobusa rêwiyan li TIRê qelibî: Miriyek 26 birîndar

2017-07-27 14:25:10

Li Mereşê otobusa rêwiyan ji paş ve li TIRê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 26 kes jî birîndar bûn.

Hejmara parlementerên bajêran guherî

Hejmara parlementerên bajêran guherî

2017-07-27 11:31:54

Digel referandûma makeqanûnê hejmara parlementerên ku dê bikevin TBMM wek 600 hat diyarkirin. Ji ber vê yekê hejmara parlementerên bajêran guherî.

Di cenazê de selfî kişandin û weke ku mehzûn in hereket kirin!

Di cenazê de selfî kişandin û weke ku mehzûn in hereket kirin!

2017-07-27 10:47:18

Hinek kesên ku beşdarî merasîma cenazeya Harun Kolçakê ku berî vê çend rojan ji ber êşa qenserê mir bûn ji ber ku di merasîna cenazê de selfî kişandin û weke ku xemgîn û mehzûn in tevgeriyan bûn sedema reaksiyonan.

Hemû Nûçe

“Ew cezayên ku ji tacirên tiryakê re tên dayîn ne tirsdêr in”

Serokê Şaxa Mêrdînê yê Yeşîlayê Lutfu Gunluogluyê ku diyar kir her roja ku derbas dibe bikaranîna tiryakê zêde dibe derheqê xetereya bikaranîna tiryakê de wisa got: “ Ticareta tiryakê sûceke gelek mezin e lê ew cezayên ku tên dayîn netirsdêr in.”

“Parastina rûmeta Mescîda Eqsayê wezîfeya temamê alema Îslamê ye”

Serokkomar Erdoganê ku beşdarî merasîma vekirina konferansa ku ji teref YOKê ve hat tertîpkirin bû derheqê Mescîda Eqsayê de diyar kir ‘Parastina rûmeta Mescîda Eqsayê wezîfeya temamê alema Îslamê ye.’

Karên Derve: Em wê daxuyaniya berdevkê Îsraîlî yê ku hedê xwe nizane şermezar dikin

Berdevkê Wezareta Karên Derve Muftuoglu ji wan gotinên ku ‘Wezareta Karên Derve’ yê rejîma terorê derheqê gotinên Erdogan de gotine re bertek nîşan da.

Yetîm-Der xelkê ji bo merasîma dawetê vexwand

Yetîm-Dera ku navenda wê li Diyarbekirê ye ew ê di bergeha projeya ‘Ber bi hizûrê ve gav’ de xelkê vexwend bernameya daweta ku dê di 28ê Tîrmehê bê tertîpkirin.

"Kameramanê" ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de balan kişandibû li ser xwe hat binçavkirin

Nûçegihanê berê yê Gelê Kurdistan TVyê yê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de balan kişandibû li ser xwe di operasyonên ku vê şeveqê li Diyarbekirê li dijî PKKê hatin lidarxistin de hat binçavkirin.
Hemû Nûçe