A A A

Cotkarên Hîlvanî çandina pembû terk dikin

: 2015-07-07 11:17

RİHA - Li navçeya Hîlvana Rihayê cotkar ji ber ku mesrefên çandina pembû zêde ye û qezenca wê jî nebaşa çandina pembûyê diterikenin.

Cotkarên Hîlvanî çandina pembû terk dikin

Cotkarên Hîlvanî, ji ber ku mesref û zehmetîya çandina pembûyê zêde ye û tu fêde  nade, çandina pembûyê terk dikin.

Ji cotkarên Hilvanî Nezîr Kuşuçar di derbarê mesraf û qezencên çandina pembûyê de wiha axivî: “Em îro dema ku pembû diçînin dikevin zirarê, ew pembûya ku em diçînin heqê xwe dernaxe. Berê mesrefa çandina pembûyê kêm bû, zirara wê tunebû. Ji ber vê yekê me zirar û zehmetîyê nedidît. Li gor berî vê 5 salan li Rihayê ji sedî 35 çandina pembû kêm bûye.”

Kuşuçar axavtina xwe wiha domand: “Her wiha TEDAŞ jî li ser hev ceyranê qut dike. Ji ber vê yekê jî em nikarin pembûyan baş av bidin.”

Cotkarekê din ê ku ji çandina pembûyê mexdûr e di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em gelek caran ji çandina pembûyê poşman dibin. Lê belê ji ber ku tu kare din ên ku em bikin tuneye em mecbûr in ku pembû biçînin. Her wiha em, berê bi wan arîkarîyên piştevanîyê li ser pîyên xwe diman; lê belê îro wan arîkarî û destekên ku em distînin, hema bêje giştî em didin heqê ceyranê.”

Cotkarên Hîlvanî di derbarê cotkarîyê xwestin derfet û îmkanên wan were zêde kirin. (ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Wextê tesdîqkirina ji bo danûstandina bi karta krediyê ya ji ser înternetê hat dirêjkirin

Wextê tesdîqkirina ji bo danûstandina bi karta krediyê ya ji ser înternetê hat dirêjkirin

2017-08-17 10:01:14

Hat ragihandin wextê tesdîqkirinê ya ji bo danûstandina bi karta krediyê ya ji ser înternetê heta 31ê berfanbarê hat dirêjkirin.

Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

2017-08-15 11:00:44

Li Tirkiyê reqemên bêkariyê di meha gulanê de 330 hezar kes zêde bû û hejmera bêkaran derkete 3 milyon û 225 hezaran.

Yalçin: Em vê teklîfê wek teklîfa Tirkiyeya berê dibînin

Yalçin: Em vê teklîfê wek teklîfa Tirkiyeya berê dibînin

2017-08-15 09:49:11

Elî Yalçinê Serokê Giştî yê Memûr-Senê yê ku ji heyeta Sendîqayên Erkdarên Qamûyê re serokatiyê dike derheqê teklîfa zamê ya ku hikûmetê teklîf kir de destnîşan kir em vê teklîfê wek teklîfa Tirkiyeya berê dibînin.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe