A A A

Kesên ku mexdûrên erdhejê ne ji gotinên serokê şaredariyê re bertek nîşan dan

: 2017-03-09 17:03

SEMSÛR - Di wan rojên borî de li Samsata navçeya Semsûrê erdhejek pêk hatibû û Serokê Şaredariya Samsatê di masa qeyranê de daxuyaniyeke çapemeniyê dabû. Gundiyên gundê Taşkuyuyê ji ber daxuyaniya serokê şaredariyê jê re bertek nîşan dan.

Kesên ku mexdûrên erdhejê ne  ji gotinên  serokê şaredariyê  re bertek nîşan dan

“Dikin bi malên kevin me bixapînîn.. Çadiran dizine…”

Serokê Şaredariya Samsatê Yunus Firat di daxuyaniya ku piştî erdhejê dabû de destnîşan kiribû ku xisar li gund tune ye û wiha li axavtina xwe zêde kiribû: “ Dikin bi malên kevin me bixapînin. Em digel waliyê xwe çûn wî gundî. Waliyê min bi Kurdî dizane. Min ji wan re got ku hûn derewan dibêjin. Hinek ji wan çadir jî dizîne.”

 “Pêwîst e Firat ji gundiyan lêborîna xwe bixwaze”

Piştî van gotinên Firat ehlê gund ji gotinên serokê şaredariyê bertek nîşan dan. Ji gundiyan kesê bi navê   Furkan Kuçuk di derbarê mijarê de diyar kir divê Firat van îddiayên xwe îspat bike  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger îspat neke divê ji ehlê gund lêborînê bixwaze. Lewra tu kes ranabe mala xwe xera nake û nikare xera bike.  Dema ku Serok Firat van tiştan got kenîna wekîlan û bersivnedayîna Walî Beg me xemgîn û mehzûn dkir. Lewra diviyabû li wê derê bertekek hatibana nîşandan. Însanan bi dizî û derewkeriyê îthamkirin asta rezîltiyê ya herî pîs e. Pêwîst e Firat ji gundiyan lêborînê bixwaze.”

Kesê bi navê Sefîr Demîrbay jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Reîsê Şaredariyê dibêje ‘gundiyên Taşkuyuyê malên xwe bi destên xwe xera kirine  da ku pereyan bistînin.’ Da baş e em bibêjin malên axî me xera kir, başe li wan banan binêre tev stûnên wan derizîne; ew ê ji vê re çi bibêje.”

“Kî dikare mala xwe xera bike”

Kesê bi navê Adem Avci jî diyar kir serokê şaredariyê bêbextiyan li wan dike û wiha pê de çû: “Ew axa ne, ji feqîran hez nakin. Tu carî kêfa wan ji gundê me re nehat û nayê jî. Kî dikare rabe mala xwe xera bike. Gelo ma eseh bûye ku dê dewlet malên me çêbike ku em rabin malên xwe xera bikin? Ger wiha be naxwe tu jî çûyî Samsatê xera kirî. Gelo me tiştek wisa dibe?”

Kesên bi navê Eyyub Kuçuk, Hamza Dag, Şevket Dag û Muhammed Avci jî ji gotinên serokê şaredariyê bertek nîşan dan  û ji ber bêbextiyên ku li wan hatiye kirin nerazîbûna xwe anîn zimên.(İLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

2017-08-19 14:48:35

Malbata Yasîn Boruyê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji tere HDP/PKKyiyan ve hat qetilkirin ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir.

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

2017-08-19 13:36:15

Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide.

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

2017-08-19 12:07:55

Li Rihaya ku di van salên dawî de lê hişkesalî hakim e, hilberînerên fistiqan diyar kirin ji ber ku ew nikarin darên xwe yên fistiqan av bidin rekolteya fistiqan kêm bûye. Ji ber vê yekê hilberîner ji dewletê alîkariyê teleb dikin.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe