Îmtîhana YGSê dê vê yekşemê bê tertîpkirin

: 2017-03-07 10:24

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji îmtîhana YGSê ya ku dê di 12 Adarê de bê tertîpkirin re çend rojên jimartî man, hat ragihandin kesên namzed dê piştî seat 09.45an pê ve dê ji wan re destûr neyê dayîn ku bikevin salonên îmtîhanê.

Îmtîhana YGSê dê vê yekşemê bê tertîpkirin

Her weke ku eşkere ye berî niha ji teref Navenda Bicîkirin, Pîvan û Hilbijartinê(OSYM) ve hatibû diyarkirin ku ew ê îmtîhana YGSê di 12ê Adarê de bê tertîpkirin. Ji vê dîroka îmtîhana YGSê re çend rojên jimartî man.  Ji ber nêzîkbûna îmtîhanê kesên ku dixwazin îsal di zanîngehan de bi cî bibin bi kelecan bûn.

Li gor rêjeyên wan salên borî îsal di hejmera kesên ku dê bikevin îmtîhana YGSê de zêdebûn çêbûye. Li gor daneyan îsal dê tev de 2 milyon û 265 hezar û 902 kes bikevin îmtîhanê ku ev jî diyar dike ji sala borî 87 hezar û 339 kes zêdetir beşdarî îmtîhana îsal dibin.

Kesên namzed, belgeyên xwe yên têketina îmtîhanê dikarin ji ser malpera OSYM https://ais.osym.gov.tr bistînin.

Hat ragihandin xwendevan dê karibin bi nasnameyên xwe yên berê bikevin îmtîhanê. Her wiha di çarçoveya şert û mercên îmtîhanê de xwendevan dê 90 deqîqeyê ewil û 15 deqîqeyê dawî yê îmtîhanê  nikaribin derkevin derve.(ÎLKHA)

 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Pirs û besivên LYSê hatin weşandin

Pirs û besivên LYSê hatin weşandin

2017-06-18 16:48:35

OSYM, li ser malpera înternetê pirs û bersivên îmtîhanên LYSyê weşand.

Encamên îmtîhana AOFyê eşkere bûn

Encamên îmtîhana AOFyê eşkere bûn

2017-06-13 18:13:19

Encamên îmtîhana dawî (fînal) ya AOFyê eşkere bûn.

“Divê di mekteban de bi dersa Kurdî perwerdehî bê dayîn”

“Divê di mekteban de bi dersa Kurdî perwerdehî bê dayîn”

2017-06-12 15:14:54

Serokatiya Karên Perwerdeyî yê HUDA PARê, di derheqê bidawîbûna heyama perwerdehî û hîndekariyê ya 2016-2017an de nirxandinek belav kir.Di nirxandina ku hat belavkirin de hat diyarkirin divê di mekteban de bi dersa Kurdî perwerdehî bê dayîn.

HEMÛ NÛÇE

Li Pakistanê tankera sotemeniyê teqiya: 148 jiyana xwe ji dest dan

Tankera ku li Pakistanê qulibî teqiya, di encama teqîna ku pêk hat de 148 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan û 51 kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku îsal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi sedan cihî bi coşeke mezin hatin tertîpkirin parve kir.

Li Îngilistanê êrîş li Mislimanên ku eyda hev pîroz dikirin hat kirin

Li Îngilistanê kesek wesayîtê di ser Milsimanên ku eyda hev pîroz dikirin de ajot.Di encama êrîşa ku li Mislimanan hat kirin de 3 jê zarok tev de 6 kes birîndar bûn.

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

HEMÛ NÛÇE