A A A

Heyeta HUDA PARê li herema erdhejê lêkolînan kir

: 2017-03-06 16:39

SEMSÛR - Heyeta HUDA PARê piştî erdheja ku li Samsata navçeya Semsûrê pêk hat re çû herema ku lê erdhej çêbû û lêkolînan kir. Heyeta ku li cihê heremê lêkolînan kir derd û kulên hemwelatiyan guhdar kir.

Heyeta HUDA PARê li herema erdhejê lêkolînan kir

Di 2yê Adara 2017an de li Samsata Semsûrê di mezinahiya 5,5an de de erdhejek pêk hatibû. Heyeta HUDA PARê ya ku di nav de Arîkarê Serokê Giştî Mehmet Yavuz , Aydin Gok û Eyup Yanaç  hebû, herema ku erdhej lê çêbûye ziyaret kirin û bi hemwelatiyan re hevdîtin kirin û derd û kulên wan guhdar kirin.

Piştî  ziyaret û lêkolînan Arîkarê Serokê Giştî Mehmet Yavuz  di derheqê rewşa Samsatê de nirxandinan kir. Yavuz di nirxandina ku kir de destnîşan kir  ji ber erdhejê di avahiyan de zirareke gelek zêde pêk hatiye û ew geşedaniyan ji nêz ve taqîb dikin.

“Ji ber ku tiştek bi kesî nehatiye em kêmxweş in”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew yek bi yek hemwelatiyan re hevdîtin kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me hemwelatiyan guhdar kir û me ji wan pirs kir ka kêmasî an jî zehmetiyeke wan heye yan na. Her wiha me bi qeymeqam, arîkarê walî û rayedaran re jî hevdîtin kir. Hemd ji Xweda re di encama hevdîtinên ku me kir de me dît ku ji xeynî çend kêmasiyan  tu mişkîleyên ciddî tune ne. Ji ber ku tiştek bi kesî nehatiye em kêmxweş in. Hinek nexweş li ser piyan hatine dermankirin. Niha tu kesê ku li nexweşxanê tê tedawîkirin tuneye.”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir li gor danayên ku rayedar dane ji sedî nodê malan bi xisar in. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lê tiştê ku me eleqedar dike di wextê wê de mudaxelekirina dewletê ya li vê derê ye. Him serokê me yê bajêra Semsûrê û him jî yê Samsatê ji ber ku di deqîqeyên ewil ên erdhejê de di nav xelkê de bûn û geşedaniyan dişopandin agahiyeke baş ji me re hat dayîn.”

Yavuz diyar kir asta ku niha lê hatiye gihaştin mirov kêfxweş dike û wiha pê de çû: “ Him Birêz Qeymeqam, him Birêz Walî û him jî AFAD, Heyva Sor û rayedarên Wezareta Polîtîkayên Civakê û bi heman awayî rayedarên dildar li vê derê hazir bûn  û  derdê welatiyan ji xwe re dikirin derd ku ev yek jî tezahura biratiya Îslamê û tezahura ji hev hezkirin û ji hev re alîkirinê ye.”

 “Hewil tê dayîn da ku  perwerde bidome”

Yavuz di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir di warê perwerdehiyê de jî gav hatine avêtin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Li gor agahiyên ku me ji Arîkarê Waliyê xwe wergirtine li navendê ji bo perwerdehiyê kon hatine vedan û dê roja duşemê li van konan ders dest pê bikin. Ger ev der têra xwendevanan neke ew ê bi pergela veguhastinî ya ku ew ê ji navenda Semsûrê re bê kirin dê perwerdehî bê domandin.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

2017-08-17 16:14:29

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

2017-08-17 13:35:44

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

18emîn salvegera Erdheja Marmarayê ye

18emîn salvegera Erdheja Marmarayê ye

2017-08-17 09:24:22

Di 17ê Tebaxa sala 1999an di seat 03.02an de Golcuka Kocaelî wek navend erdhejeke mezin pêk hat, îro ji ser vê Erdheja Marmarayê tam 18 sal derbas bûn.

Hemû Nûçe

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.

Mûşekên tankasawarê yên bi menşeya Îsweçê di operasyona PKKê de hatin bidestxistin

Li Bêtûşebaba Şirnexê di operasyona ku li dijî PKKê hat lidarxistin de 2 mûşekên tankasawarê yên bi menşeya Îsweçê hatin bidestxistin.

Tatîla Eyda Qurbanê bû 10 roj

Piştî civîna Lijneya Wezîran hat ragihandin tatîla Eyda Qurbanê heta 10 rojan hat dirêjkirin.

“Em di warê peydakirina gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin”

Malbata Çetînbaşê ku ji 9 nefsan pêk tê lu Qabilcewza Diyarbekirê hewil dide di malake axî ya bi 2 ode bijîn diyar kirin ew di warê peydakirine gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin û niha li benda alîkariyê ne.

“Divê dewlet êdî dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde”

Ji teref HUDA PARê ve hat diyarkirin divê êdî dewlet dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde.
Hemû Nûçe