A A A

“Hêj ku bavê min neçûye rehma Xweda bila kekê min wî bibîne”

: 2017-02-14 15:42

DIYARBEKIR - Malbata Mustafa Dayanê 21 sal e di girtîgehê de ye diyar kir ku bavê Mustafa felç bûye. Ji ber vê yekê malbatê diyar kir qe nebe bila lawê wan hêj ku bavê wî neçûye rehma Xweda bavê xwe bibîne.

 “Hêj ku bavê min neçûye rehma Xweda bila kekê min wî bibîne”

Sabrî Dayanê bavê Mustafa Dayanê ku di sala 1995an de di Fakulteya Tibê de bû ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hat binçavkirin û dûvre cezaya sermedî jê re hat dayîn ji ber ku 2 demar di mejiyê wî de xitimîne felç bûye.  

Jin û lawê biçûk ên Sabrî Dayan diyar kirin ku ew di nexweşxanê de ye û rewşa wî xedar e û ev çandîn sal e ku ew di kesera lawê xwe de ye. Ji ber vê yekê ji bo ku hêj ku bawê Mustafa Dayan wefat nekiriye bila were bavê xwe bibîne. Dûvre ji bo vê yekê jî wan bang li rêvebiran kirin ku çareserî ji bo vê yekê bibînin.

Azîze Dayan diyar kir ku lawê wê belesebeb hatiye cezakirin. Ji ber vê yekê ew pir mexdûr bûne û mêrê wê jî ji ber vê yekê dûçarê nexweşiyê bûye. Dûvre Dayan wiha pê de çû: “Mêrê min ji bo lawê min pir diqeheriya. Her tim mexdûriyetên wî dianî ziman. Dixwast ku ew were serbestberdan. Diyar dikir ku sûcê lawê wê tune û bila ji nû ve dosyaya wî vekin. Her roj qala lawê xwe dikir. Çendîn sal e lawê min di girtîgehê de ye. Xweda heqê me ji wan re nehêle. Ez dixwazim ku lawê min were bavê xwe bibîne. Rewşa bavê wî baş nîne. Dê bavê wî kesera lawê xwe de wefat bike. Dê û bavê nêzî 20 mehkûman bi vê hesretê ji dinê koç kirin. Kezeba me dişewite.”

Hanîfî Dayanê birayê Mustafa Dayan diyar kir ji ber ku kekê wî belesebeb têxistine hepsê bavê wî wiha nexweş ketiye.

Dûvre Dayan wiha li axavtina xwe zêde kir: “20 sal dê û bavê min ji bo dîtina kekê min êûn hepsê û hatin. Ji bo rewşa kekê min dê û bavê min pir diqeherîna. Ji ber vê yekê bavê min nexweş ket. Lewra ciyên ku dê û bavê min diçûna wir girtîgeh bûn û ji Diyarbekirê pirr dûr bûn. Ji ber çûn û hatinê û kalbûna wî niha bavê min di nexweşxaneyê de ye.”

Dayan ji bo ku kekê wî were bavê xwe yê nexweş bibîne bang li rêvebiran kir. Dûvre Dayan wiha destnîşan kir: “Ez ji vir bang li rêvebiran dikim. Heke kekê min ê Mustafa yê di girtîgehê de ye û bavê min ê nexweş bi hev bidin dîtin pirr baş dibe. Lewra bi xwe 21 sal e ku di girtîgehê de ye. Bavê min wî 21 sal ziyaret kir. Bila heke yek car jî bibe kekê min were bavê min ziyaret bike û jê helalî bixwaze.”

Dayan ragihand ku kekê wî belesebeb di girtîgehê de radizê. Dûvre Dayan wiha pê de çû: “Em jî wekê malbatên Yusufî yên din ji nû ve darizandin dixwazin. Telebekî me ya din tune. Bila li berê mêze bikin û bibînin gelo ev çim adi girtîgehê de ne? Sûcên van însanan çiye?”

“Ev e edaleta we?”

Sabrî Dayanê di nexweşxaneyê de salên berê ji ÎLKHAyê re axivîbû. Dayan wiha ragihandibû: “Heke lawê min sûcdar e, zirarê daye însanan dê wê çaxê ez jî bibêjim ev vê cezayê heq dikin. Lê hikûmeta zalim a wê çaxê zulm li Mislimanan kir. Hikûmeta niha jî vê yekê dizane. Lawê min çendîn sal e belesebeb di girtîgehê de tê girtin. Êdî bes e em jî kal bûn. Ez bûm 70 salî. Ez nexweşê diyabetê me. Lingên dayîka wî diêşên. Ji ber ku dayîka wî ji her du lingên xwe ameliyat bûye êdî ne ez û ne jî ew em nikarin biçin dîtina wî. Bi sedan kes wekê lawê min di hindir de ne. Bes e êdî. Çareseriyekî ji kesên ku di girtîgehê de ne re bibînin. We dosyaya Ergenekonê vekir û wan ji nû ve darizand. Dewlet dizaniya ku ew hemî sûcdar in. Wan dixwestin ku hikûmetê xera bikin. We wan hemî kesan serbest berdan. Hûn ji bo ku zarokên dînê Xweda bi însanan didan zanîn di hindir de digirin. Ev e edaleta wê?” (ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Li 21 bajêran operasyona tiryakê: 79 binçavî

Li 21 bajêran operasyona tiryakê: 79 binçavî

2017-09-24 11:42:39

Di operasyona ku li 21 bajêran li dijî tiryakfiroşan hat kirin de 7 kîlo esrar hat bidestxistin û 79 kes jî hatin binçavkirin.

Xelkê Hewlêrê: Em dixwazin azad bijîn

Xelkê Hewlêrê: Em dixwazin azad bijîn

2017-09-24 11:30:54

Xelkê Hewlêrê yê ku ew ê sibe bo dengdayînê biçe li ser sindoqan ji nûçegihanên ÎLKHAyê re vegotin ew jî êdî dixwazin wek hemû gelên li dinyayê azad û wek dewlet bijîn.

Bo Akîfê ku rêberê Îxwanê bû nimêja cenazê ya xiyabî hat kirin

Bo Akîfê ku rêberê Îxwanê bû nimêja cenazê ya xiyabî hat kirin

2017-09-24 09:45:46

Bo Muhammed Mehdî Akîfê Serokê berê tê Konseya Rêbertiyê yê Teşkîlata Birayên Misliman li Entabê nimeja cinazê ya xiyabî hat edakirin.

Hemû Nûçe

Bozdag: Referandûmê betal bikin!

Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da, Bozdag di daxuyaniya ku da de destnîşan kir divê referandûm bê betalkirin.

Mehdî Akîfê rêberê berê yê Îxwanul Muslîmun wefat kir

Muhammed Mehdî Akîfê ji rêberên berê yê Teşkîlata Birayên Misliman wefat kir.

Pîrozbahiyên referandûmê zû dest pê kirin

Beriya referandûma ku tê plankirin di 25ê Îlonê de li Herema Kurdistana Iraqê bê kirin xelkê Hewlerê dest bi pîrozbahiyan kir.

Bo “Referandûma Serxwebûnê” dengê ewil hat dayîn

Li Çînê dest bi dayîna dengan a bo referandûma serxwebûna Kurndistaê hat kirin.

MGK: Divê Birêveberiya Heremî ya Kurdistana Iraqê dev ji qerara referandûmê berde

Di danezana Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya ku di serokatiya Serokkomar Erdogan hat civîn de hat destnîşankirin divê divê dev ji wê qerara referandûmê ya ku tê xwestin li Kurdistana Iraqê bê kirin bê berdan.
Hemû Nûçe