A A A

HUDA PAR malbatên ku neyarî di nabeyna wan de hebû lihev anî

: 2017-02-13 16:55

MÛŞ - Li Mûşê saziya HUDA PAR 2 malbatên ku di nabeyna wan de berê dijminahî çêbibû lihev anî.

HUDA PAR malbatên ku neyarî di nabeyna wan de hebû lihev anî

Li Mûşê HUDA PAR 2 malbatên bi navê Sezgîn û Becermenê yên ku di nabeyna wan de dijminatî hebû lihev anî.

Ji bo ku dawî li dijminatiya di nabeyna malbatên bi navê Sezgîn û Becermenê were saziya HUDA PARî ya li Mûşê lê xebitî. Di encama vê xebatê de malbatan erênî bersiva vê hewl dan. Dûvre rîsipiyên her du malbatan di Mizgefta Tubayê de hatin cemhev û bi hev re xwarin xwarin.

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Înan Sur, Serokê Bajêr ê Mûşê M. Şîrîn Çaglayan, Mela Nîzamettîn Yaçin, Samî Tanriverdî û mezinên her du malbatan beşdarê merasîma aştiyê bûn.

Mela Nîzamettîn Yaçîn di merasîma ku li Mizgefta Tubayê hat lidarxistin de axivî. Yaçîn diyar kir pêwîst e ku malbat bi çavên biratiyê li hev mêze bikin.

Yaçîn ragihand ku pirsgirêkên wiha ji çi diqewimin û divê mirov çawa di rewşekî wiha de hereket bike. Dûvre Yaçîn wiha li axavtina xwe zê de kir: “Di nav civakê de hedîseyên wiha zêde diqewimin. Ev yek jî ji ber mehrûmbûna ji exlaqê Îslamî û bê edebiyê diqewime. Civak çiqas xwedî li van hesasiyetên Îslamî derkeve û xwe li van nirxan bigire dê bûyerên wiha neqewime. Em Mîsliman in û Misliman birayên hevdû ne. Divê ku em gor vê yekê hereket bikin. Divê ku em ji edalet û adilbûnê dûr nekevin.”

Serokê Bajêr ê Mûşê yê HUDA PARê M. Şîrîn Çaglayan ji ÎLKHAyê re axavtin kir. Çaglayan wiha diyar kir: “Li navenda Mûşê ji ber sedemên pir biçûk di nabeyna 2 malbatan de şer derketibû. Em lê xebitîn ku her dû malbatan lihev bînin. Di encamê de şertên ku hatin diyarkirin de 2 malbatan qebûlkirin. Me jî her du malbatan di mizgeftê de anî cem hev ku em wan lihev bînin. Geh geh di civakê de hedîseyên wiha diqewimin. Hemd ji Xweda re me wan lihev anî. Xweda ji her du malbatan razî bibe.” (ÎLKHA) 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

2017-08-17 16:14:29

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

2017-08-17 13:35:44

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

18emîn salvegera Erdheja Marmarayê ye

18emîn salvegera Erdheja Marmarayê ye

2017-08-17 09:24:22

Di 17ê Tebaxa sala 1999an di seat 03.02an de Golcuka Kocaelî wek navend erdhejeke mezin pêk hat, îro ji ser vê Erdheja Marmarayê tam 18 sal derbas bûn.

Hemû Nûçe

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.

Mûşekên tankasawarê yên bi menşeya Îsweçê di operasyona PKKê de hatin bidestxistin

Li Bêtûşebaba Şirnexê di operasyona ku li dijî PKKê hat lidarxistin de 2 mûşekên tankasawarê yên bi menşeya Îsweçê hatin bidestxistin.

Tatîla Eyda Qurbanê bû 10 roj

Piştî civîna Lijneya Wezîran hat ragihandin tatîla Eyda Qurbanê heta 10 rojan hat dirêjkirin.

“Em di warê peydakirina gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin”

Malbata Çetînbaşê ku ji 9 nefsan pêk tê lu Qabilcewza Diyarbekirê hewil dide di malake axî ya bi 2 ode bijîn diyar kirin ew di warê peydakirine gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin û niha li benda alîkariyê ne.

“Divê dewlet êdî dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde”

Ji teref HUDA PARê ve hat diyarkirin divê êdî dewlet dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde.
Hemû Nûçe