Tasên ku wextekî xwarin tê de dihat mihefezekirin niha bûye nostaljî

: 2017-02-08 09:16

ENTAB - Tasên isfir ên seferê yên ku wextekî karker û esnafan tê de xwarinên xwe dibirin û dianîn niha wek eşyayên zîynetê tên bikaranîn.

Tasên ku wextekî xwarin tê de dihat mihefezekirin niha bûye nostaljî

Tasên ku ji sifrê tên çêkirin ên ku wextekî bi taybet memûr, teqewîdbûyî, esnaf, cotkaran bikar dianîn êdî niha wek zînetên nostaljîk di malan de tên bikaranîn.

Gelek tiştên ku standarda jiyanê yên civakên berê dihatin bikaranîn hene. Bi taybet di kavlan de dijîn, xwediyê malê nînin kirêdar in. Libasên ku ew werdigirin sade ne. Bi taybet heta di destpêka salên 1990an amûrên ku wan ji destên xwe nedixistin hene. Tasên ku ji sifrê tên çêkirin…

Tasên seferê yên ku kesên serê sibê ji malê derdiketin ji teref dayîk an jî jinên wan ve ji xwarinê dihatin dagirtin bi taybet memûr û karkeran ji cem xwe dûr nedikirin.  

Tasên ku ji sifrê tên çêkirin di dewra Osmaniyan de eskerên ku derdiketin seferê xwarina xwe dixistin navê. Carinan jî xwarinên xwe yên di qabên din de datinîn navê. Di wê heyamê de heke ev tas nebûna gelek tişt kêm dimanîna. Lê niha di gûşeyên malan de wek amûrên zînetê tên bikaranîn.

Ji ber qeyrana aboriyê yên ku çendîn sal domî di serî de memûr û karker kesên ku dixebitîna wextê nîvro nedikarîna biçûna aşxanan. Kesên zengîn diçûn van deran. Ji ber vê yekê xwarinên ku dihatin amadekirin têxistin nav tasên seferê û kesên nezengîn in van tasên ji xwarinan dagirtî bixwe re dibirin. Bi xwarina ku li malê dihat pijandin memûran li serê kar zikên xwe bi vê xwarinê têr dikirin.   

Bi taybet berê ev tas zêdetir dihatin çêkirin. Dûvre ev tas bi pola û alumînyûmê hatin çêkirin. Lê ya herî zêde hat bikaranîn sifir bû.

Tasên seferê yên ku ji sifrê dihatin çêkirin bi taybet duhatin nexşandin. Ji ber ku ev tas tama xwarinê muhefeze dikir dihatin tercîhkirin. Dema ku xwarin dixistin nav tasên seferê yên 3 qat ji bo ku xera nebe seletê dixistin nav tasa herî jêr.

Nîv qern e ku sifir çêdike

Hosteyê tasên sifrê yê Dîlokî destnîşan kir ku berê li dinê ji niyaziyên herî girîng bû lê niha di malan de bes wek zînet tê bikaranîn. Hoste destnîşan kir ku ev nîv qern e ku ew ji sifrê tasên cûr bi cûr çêdike. Lê ev meslek êdî hmdî hêdî tê bîrkirin.

Hoste Şeref Balcioglu diyar kir ji bo ku ew vê karê bidomîne micadele dike lê tasên seferê yên ku wextekî karkeran pirr diemilandin niha êdî nayên bikarnaîn.

Şeref Balcioglu diyar kir ku di serî de tasên seferê gelek amûrên ku berê di mutbaxan de dihatin emilandin niha êdî bes di nav malan de wek zînet tên bikaranîn. Dûvre Balcioglu diyar kir ku ew ji kesên herî dawî yên ku vê karê dikin e.

Jimara hosteyan piir hindik e

Seref Hoste diyar kir ku ew dema 9 salî bûye heta niha bi karên sifrê re mijûl bûye û ev huner hêdî hêdî ji holê radibe. Her wiha hoste diyar kir ku 20 sal berê gelek kesên ku bi vê karê re mijûl dibûn hebûn. Lê niha ev jimar gelek kêm e.

Şeref Hoste diyar kir dema ku ew diçû dibistanê vê karê hîn bûye. Dûvre Hoste wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev 50 sal e ez vê karê dikim. Ji pola 4 emîn pê ve ez vê karê dikim. Ez heta nîvro diçûm dibistanê. Piştî nîvro jî min karê sifrê dikir. Ez ji 9 salî pê ve vê karê dikim.”

“Tasên seferê di çanda şerqê de wek zînet tê bikaranîn”

Şeref Hoste diyar kir ku ew ji sifrê tasên seferê çêkiriye û wisa mesleka xwe domandiye. Dûvre Hoste wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berê tasên seferê di çanda hemamê de pirr dihat bikaranîn. Me tasên seferê berê em dihatin serê kar me xwarina xwe ya nîvro têxist navê. Me nîvro xwarina xwe germ dikir û di nav van tasan de dixwar. Tasên seferê 3 qat in. Di qata herî jêr de şorbe ya ortê de birinc û ya jor de jî xwarina avkî têxist navê. Bi vê şiklê berê pirr dihat bikaranîn. Lê niha tasên seferê di çanda şerqê de wek zînet tê bikaranîn.”

“Heta ez ji piyan bikevim dê ez vê karê bidomînim”

Şerîf Hoste diyar kir ku êdî wekê berê qezenca vê karê tune. Dûvre Hoste wiha pê de çû: “Heke ez teqewîdbûyî nebim nikarim vê karê bidomînim. Lewra ez nikarim bi qezenca vê karê debara mala xwe temîn bikim. Ji ber ku ez teqewîd bûme vê karê dikim. Li me nayê ku em di malê de rûnên. Ez ji 9 salan pê ve dixebitim. Ji ber vê yekê ez nikarim li malê rûnêm. Divê ku di her halê de ez karekî bikim. Ev 20 sal e ku êdî wekê berê pere nake. 50 sal e ez vê karê dikim. Heta ez ji piyan bikevim dê ez vê karê bidomînim.” (ÎLKHA) 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Turbeya Zeynel Beg li cihê xwe  nû tê bicîkirin

Turbeya Zeynel Beg li cihê xwe nû tê bicîkirin

2017-05-15 11:53:19

Turbeya Zeynel Beg piştî ku ji cihê xwe kevin ji ber bendavê hat neqilkirin re niha xebat tên kirin da ku li cihê xwe nû bê bicîkirin.

Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg  dest pê kir

Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg dest pê kir

2017-05-12 10:15:30

Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg a 650 salî ya li Heskîfa Êlihê ye û ew ê ji ber Bendava Ilisuyê di bin avê de bimîne dest pê kir.

Cihê Turbeya  650 salî yê Zeynel Beg sibe tê guhartin

Cihê Turbeya 650 salî yê Zeynel Beg sibe tê guhartin

2017-05-11 16:30:53

Cihê Turbeya 650 salî yê Zeynel Beg a li Heskîfa Êlihê ye û ew ê ji ber Bendava Ilisuyê di bin avê de bimîne dê sibe bê guhartin.

HEMÛ NÛÇE

Li Pakistanê tankera sotemeniyê teqiya: 148 jiyana xwe ji dest dan

Tankera ku li Pakistanê qulibî teqiya, di encama teqîna ku pêk hat de 148 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan û 51 kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku îsal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi sedan cihî bi coşeke mezin hatin tertîpkirin parve kir.

Li Îngilistanê êrîş li Mislimanên ku eyda hev pîroz dikirin hat kirin

Li Îngilistanê kesek wesayîtê di ser Milsimanên ku eyda hev pîroz dikirin de ajot.Di encama êrîşa ku li Mislimanan hat kirin de 3 jê zarok tev de 6 kes birîndar bûn.

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

HEMÛ NÛÇE