A A A

“Nayê texmînkirin ku zêr zêde bikeve”

: 2017-02-01 10:58

DIYARBEKIR - Serokê Giştî yê GÜNDOKFEDê di derbarê qîmeta zêrê de nirxandin kir û destnîşan kir ku zêr benderekî ewledar e. Akkul ragihand ku ew texmîn nakin ku dê zêr zêde bikeve.

 “Nayê texmînkirin ku zêr zêde bikeve”

Serokê Giştî yê Federasyona Zêrker û Micevheran ê Herêma Rojhilatê û Rojhilata Başûrê (GÜNDOKFED) Mustafa Akkul di derbarê qîmeta zêrê de nirxandin kir û destnîşan kir ku zêr benderekî ewledar e. Akkul ragihand ku ew texmîn nakin ku dê zêr zêde bikeve.

Akkul destnîşan kir ku zêdebûna qîmeta zêrê ji ber şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn e. Her wiha Akkul diyar kir ku zêr her wext benderekî ewledar e.

Akkul destnîşan kir ku zêr di derbarê qîmeta xwe de berxwe dide. Dûvre Akkul wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qîmeta grama xas 147 TL ye. ONSa wê jî di derdora 200 dolaran de ye. Zêr di derbarê qîmeta xwe de berxwe dide. Di zêrê de dê ketin çêbe. Lê zêde ne. Em dikarin bibêjin ku nayê texmînkirin dê zêr bikeve.”

“Sedema zêdebûna qîmeta zêrê şerên navneteweyî ne”

Akkul sedemên zêdebûna qîmeta zêrê wiha diyar kir: “Her çi qas mirov nekare bistîne jî bi vê yekê re li hemberê dolarê qîmeta TLyê kêm bibe dibe sedema zêdebûna zêrê. Dolara ku zêde dibe dema em bi ONSê re bicarînin dê em bibînin ku zêr zêdetir e. Sedema zêdebûna qîmeta zêrê şerên navneteweyî ne. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin zêr di sala 2017an de benderekî ewledar e. Em çendîn sal e dişbêjin zêr pererazandinekî baş e.”

“Ji ber zêdebûn û ketina ji nîşkave ya zêrê sektora me dixe zorê”

Akkul destnîşan kir ku wek sektor ew hêvîdar nînin ku zêr zêde bibe. Dûvre Akkul wiha pê de çû: “Ji me re îstîqrar lazim e. Dema ku zêr zêde rabe dibe ku em nekarin sifteh bikin. Serfkar dibêje; ‘niha zêr rabû, ez hinek jî bisekinim dê wê çaxê bikeve.’ Kesên ku dixwazin hûr bikin jî dibêjin; ‘dibe ku hinek jî rabe.’ Ew jî hûr nake. Di rewşekî wiha de esnafê me zehmetî dikêşe. Ji ber zêdebûn û ketina ji nîşkave ya zêrê sektora me dixe zorê.” (ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

2017-08-15 11:00:44

Li Tirkiyê reqemên bêkariyê di meha gulanê de 330 hezar kes zêde bû û hejmera bêkaran derkete 3 milyon û 225 hezaran.

Yalçin: Em vê teklîfê wek teklîfa Tirkiyeya berê dibînin

Yalçin: Em vê teklîfê wek teklîfa Tirkiyeya berê dibînin

2017-08-15 09:49:11

Elî Yalçinê Serokê Giştî yê Memûr-Senê yê ku ji heyeta Sendîqayên Erkdarên Qamûyê re serokatiyê dike derheqê teklîfa zamê ya ku hikûmetê teklîf kir de destnîşan kir em vê teklîfê wek teklîfa Tirkiyeya berê dibînin.

Sînora birçîbûnê bû hezar 713 TL

Sînora birçîbûnê bû hezar 713 TL

2017-08-05 14:38:44

Memûr-Senê ku reqemên birçûbûn û feqîrtiyê yên meha tîrmehê eşkere kir diyar kir sînora birçîbûnê bûye hezar û 713 TL.

Hemû Nûçe

Li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin

Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin.

Şêx Raîd Salah ji teref çeteyên siyonist ve hat desteserkirin

Çeteyê terorê ya siyonist Şêx Raîd Salahê ku wek muhafizê Mescîda Eqsayê tê naskirin desteser kir.

Di felaketa lehiyê ya li Sîerra Leoneyê de 312 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ji ber barana zêde û lehiyê li Sîerra Leoneya welatê Afrîkayê herî kêm 312 kes jiyana xwe ji dest dan.

Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

Li Tirkiyê reqemên bêkariyê di meha gulanê de 330 hezar kes zêde bû û hejmera bêkaran derkete 3 milyon û 225 hezaran.

Ev du roj in ku lawê xwe yê ku winda bûye digerin

Li Diyarbekirê ev 2 roj in ku ji Yasîn Yildizê 13 salî xeber nayê standin.
Hemû Nûçe