“Bi referandûmê tê xwestin ku tefrîqeyê têxin nav gel”

: 2017-01-31 12:36

EDENE - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji bo xebatên partiyê çû Edenê û li wir bi endamên çapemeniya mehelî û neteweyî re hat cemhev.

“Bi referandûmê tê xwestin ku tefrîqeyê têxin nav gel”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Edenê civîna çapemeniyê lidar xist. Yapiciogluyê ku di derbarê referandûmê de daxuyanî da destnîşan kir ku hewl tê dayîn wekê kesên dibêjin ‘erê’ û kesên dibêjin ‘ne’ ji hev cuda bikin û tovê dijmintiyê bixin nav civakê.

Yapicioglu di derbarê referandûma makeqanûnê heta OHALê di derbarê gelek mijaran de daxuyanî da. Yapicioglu wek hişdarî di derbarê referandûmê destnîşan kir ku hewl tê dayîn wekê kesên dibêjin ‘erê’ û kesên dibêjin ‘ne’ ji hev cuda bikin û tovê dijmintiyê bixin nav civakê.

Yapicioglu di derbarê rojeva derve de jî daxuyanî da. Yapicioglu helwesta Trumpê Serokê DYEyê ya li dijî Mislimanan rexne kir. Yapicioglu diyar kir ku Xerb di heyama herî dawî de bi muemeleyên dijmintiyê li dijî Mislimanan hereket dike. Ji ber ve yekê divê ku Misliman bi şiûrekî Umetê werin cemhev û vê lîstikê xera bikin.

"Bi referandûmê tê xwestin ku tefrîqeyê têxin nav gel"

Yapicioglu di derbarê guhertina makeqanûnê de wiha destnîşan kir: “Niha di rojeva Tirkiyê de referandum heye. Bi referandûmê tê xwestin ku tefrîqeyê têxin nav gel. Tê xwestin ku wekê kesên dibêjin ‘erê’ û kesên dibêjin ‘ne’ ji hev cuda bikin. Hinek dixwazin ku kesên di referandûmê de ji bo guhertina makeqanûnê dibejin ‘erê’ yan jî kesên dibêjin ‘ne’ ji hev cûda bikin. Ew dibêjin qey kesên ku dibêjin ‘erê’ yan jî kesên dibêjin ne bi heman hincetê wê biryarê didin. Mixabin em dibînin kesên ku li her terefê kesên dijî xwe bi xayînê welatê îtham dikin. Dê di guhertina makeqanûnê de nêzî 50 mîlyonan ray were dayîn. Kîjan vebijêrk derdikeve pêş bila derkeve, teklîfa makeqanûnê divê bila bê qebûlkirin an ne, di encamê de belkû dê nezî nîvê dengdêran di terefekî de bibe. Nîvê wê ya din jî di terefekî de bibe. Feraza em bibêjin rêjeya kesên ku gotine ‘erê’ yan ‘ne’ ji sedî 60 e û ya terefekî ji sedî 40 bibe. Heke kesên raya xwe wekê ‘ne’ didin kesên gotine ‘erê’ wek xayîntî sûcdar bikin mimkun nîne ku mirov piraniya gelê di welatekî de wekê ‘xayîn’ bihesibîne.”

“Pêwîst e herkes hurmet bide encama ku dê di referandûmê de derkeve”

Yapicioglu wiha pê de çû: “Em ji vir wê gaziyê li kesên xwedî hest in û di meqamê berpirsyariyê de ne dikin. Di encamê de wek qaîdeyekî makeqanûnî bi rayekî di nabeyna 330 û 367an de ji ber ku guhertina makeqanûnê ji meclîsê derbasbûye wek zerûrî dê ev guhertina makeqanûnê biçe referandûmê û wek encam dê ji gel re were pêşewazkirin. Dê gel biryara xwe bide. Qet ferq nake ku ev ji sedî 50 an jî ji sedî 99 e. Gor qaîdeya makeqanînî rayên pejirandî yên ji nîvî zêde li kîjan terefê bibe dê gor wê guhertina makeqanûnê ya were pejirandin an jî neyê pejirandin.Dibe ku 50 milyon hilbijêr bi binasiyên cuda bibêjin ‘erê’ yan bibêjin ‘ne’. Pêwîst e herkes hurmet bide encama ku dê di referandûmê de derkeve.”

“Pêwîst e tu kes gotinekî ya ku dê sibê ji bîr bike nebêje”

Yapicioglu destnîşan kir pêwîst e ku tu kesê pêvajoya referandûmê neyne xala dijmintiyê. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji derve gelek êrîş tên kirin. Di hindir de hewl tê dayîn ku xetên fayê têxin hereketê. Cudahiyên me an jî berê hinek hedîseyên elîm tên tevlêhevkirin yekî ji wan jî kesên ku dibêjin ‘erê û ne’ heye. Bi vê şiklê em hev sûcdar bikin fayda vê ji tu kesî re tune. Pêwîst e tu kes gotinekî ya ku dê sibê ji bîr bike nebêje.”

“Makeqanûna derbeyê hêj jî sekinandî ye, qet tunebe jî ruhê wê wek dîrekên bingeh xwe diparêze”

Yapiciogluyê ku fikr û ramanên xwe yên di derbarê guhertina makeqanûnê de parve kir wiha pê de çû: “Tehqîqatên me yên di derbarê vê yekê de didome. Di serî de teklîfa guhertina ku wek 21 made pêşewazê komîsyonê kirin di meclîsê de wek 18 made hat pejirandin. Gor vê yekê 21 madeyên makeqanûnê tên betalkirin. Di nêzî 40 madeyan de hinek guhertin tên kirin. Di makeqanûna 82yan de heta îro guhertina herî bergeh tê kirin. Lê gor me guhertinên tên kirin kafî nîne. Lewra em di serî de vê yekê dibêjin û raya giştî şahidê vê yekê ye. Ji hilbijartina 2011an pê ve him 4 partiyên ku komên wan di meclîsê de hene û him jî partiyên mixalefetê yên li derveyê meclîsê di derbarê makeqanûnekî nû de soz dan gel. Lê mixabin ev yek bi tu wechê pêk nehat. Hêj jî makeqanûna 1982yê ya ku di encama derbeya leşkerî ya 1980yan de pêk hat sekinandî ye, qet tunebe jî ruhê wê wek dîrekên bingeh xwe diparêze.”

“Wek HUDA PAR dê em di demekî kurt de diyar bikin da ku dê em di referandûmê de çi bibêjin”

Yapicioglu diyar kir ku di teklîfa guhertinê ya ku dê çêbe de gavên erênî hatine avêtin. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di madeyên guhertina makeqanûnê de ya ku hinek guhertinên madeyên ku em piştgirî didinê, yên dê em piştgirî bidinê, heta wek partî ya ku me di bernameya partiya xwe de pêşniyaz kiriye hene. Lê hinek madeyên ku em napejrînin û çewt dibînin jî hene. Em van hemiyan di nav partiyê de bi hevalên xwe re wek rexne dinirxînin. Wek HUDA PAR dê em di demekî kurt de diyar bikin da ku dê em di referandûmê de çi bibêjin.”

“Di OHALê de tu astengiyên kirina referandûmê tune”

Yapicioglu di derbarê OHALa ku niha tetbîqkiriye de wiha axivî: “Pêvajoyekî OHALê heye. Lê ev yek OHALekî ya ku dê jiyanê zehmettir bike û biguherîne nîne. Di OHALê de hilbijartin çêdibe? Tabî çêdibe. Gelo bandora OHALê ji hilbijartinê re hey? Ji wê re jî ‘erê’. Lê wekê ku hinek dibêjin ‘di şert û mercên OHALê de hilbijartin nayê kirin, heke bê kirin dê bandora wê ya li ser encamê zêde bibe.’ Em wiha pnafikirin. Heke şertên OHALê bidome dê OHAL jî bidome. Daxwaziya me ew e ku şertên dibe sedema OHALê demildest werin rakirin û memleket biguhere normalê. Lê ji bo ku OHAL heye taloqkirina hilbijartinê jî pirsgirêkekî din e. Nexwe dibe ku bandora herî neyînî ya OHALê taloqkirina hilbijartinê bibe. Lewra em banora vê yekê di hinek welatan de dibînin. Berê dema ku di welatê me de OHAL hebû hilbijartin hat kirin. Jilbijartin qet nehat taloqkirin. Ez wisa bawer im ku dê hilbijartin pêk were. Lê di derbarê referandûmê de wek partî biryarekî me tune ku em derkevin qadê. Îstîşareya me ya ku dê em bibêjin ‘erê’ ya ‘ne’ didome.”

“Pêwîst e ku li ser qanûna partiyên siyasî jî were sekinandin”

Yapicioglu di derbarê qanûna partiyên siyasî ya ku heye de jî nirxandin kir. Yapicioglu diyar kir ku ev qanûn li dijî partiyên ku di derveyê meclîsê de ne ye û dûvre axavtina xwe wiha domand: “Bendava hilbijartinê ya ji sedî 10an gelek kesên ku dibêjin bila raya min vala neçe sewqê raydayîna partiyên nêzî ku dê raya xwe bidaya wê dike. Gelek hilbijêr bi vê şiklê ray didin partiyên ku nêzî xwe dibînin. Ev yek rastiyek e. Pêwîst e ku li ser qanûna partiyên siyasî jî were sekinandin.”

“HUDA PAR partiyekî tabelayî nîne”

Yapicioglu di derbarê daxuyaniya ku YSK diyar kir HUDA PAR ji bo ku beşdarê hilbijartinên Tirkiyê bibe xwedî rayên kafîye de axwî. Yapicioglu wiha destnîşan kir: “HUDA PAR partiyekî tabelayî nîne. Çend meh piştî damezrandina partiya me qasê ku partî bikare têkeve hilbijartinê me teşkîlatên xwe saz kir. Partiya me ya ku me di dawiya sala 2012an de damezrand wek partî beşdarî hilbijartina ku piştî 15 mehan hat lidarxistin bû. Ji partiyên ku ku dikariya beşdarê hilbijartinên giştî ya parlementeran bibûya yekî bû.

 “HUDA PAR nirxekî ya ku ji bo Tirkiyê bilind dibe ye”

Yapicioglu di derbarê pirsa derheqê HUDA PARê de wiha axivî: “Ez wisa bawer dikim ku bes li yek û du herêmên Tirkiyê ne li çar terefê memleketê HUDA PAR nirxekî ya ku ji bo Tirkiyê bilind dibe ye. Înşaellah dê di hilbijartina beriya me de ev cudahî baş were dîtin. Armanca me ew e ku em li her terefê memleketê siyasetê bikin û bi hemî pirsgirêkên memleket re eleqeder bibin. Heta raya giştî ya ku me dişapîne bi yeqîn dizane ku em bi pirsgirêkên Umetê ya ji sînorên derveyê Tirkiyê ne re jî eleqedar in.”

“Muemeleyên di heyama herî dawî de ya DYEyê eşkere ziviriya dijmintiya Îslamê”

Yapicioglu daxuyaniyên Trumpê serokê DYEyê rexne kir. Yapicioglu wiha pê de çû: “Muemeleyên di heyama herî dawî de ya DYEyê eşkere ziviriya dijmintiya Îslamê. Mixabin bes li DYEyê ne li gelek welatên Ewrûpayê bêteheşmultiya Îslamê, dijmintiya ji Mislimanan re yên din a ji bilî ve zêde bûne. Sedema vê yekê ya herî mezin ew e ku ew me û birayên me yên Misliman tehqîr dikin. Lê em wan ji xwe re dikin dost û kesên ku Xweda wan ji me re kiriye bira em ji xwe re dijmin dibînin û dev davêjin hev e. Heke em wek milet û Umet bi birayên xwe yên Misliman ên ku di welatên din de dijîn re bibin yek û şiûra biratiyê ji nû ve îhya bikin ez bawer im ku dê kesên ji me re dijmintî dikin dê mecbûr bimînin ji nû ve hesabên xwe çêbikin. Em dixwazin ku ev şiûr belavê her derê memleketê bibe.”

Yapicioglu êrîşa ku li Kanadayê li mizgeftê hatibû kirin şermezar kir û destnîşan kir ku hişmendiya xaçdaran ji nû ve derketiye holê. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Êdî mirov nikare ji bê yekê re bibêje Îslamofobî. Ev rast e rast dijmintiya Îslamê ye. Dijmintî ziviriya êrîşên fiîlî.” (ÎLKHA) 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

AK Partî û Saadet HUDA PARê ziyaret kirin

AK Partî û Saadet HUDA PARê ziyaret kirin

2017-06-27 09:28:26

Heyetên AK Partî û Saadetê Navenda Giştî yê HUDA PARê ziyaret kirin û eyda HUDA PARê pîroz kirin.

Êşa ku ev 25 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîma Sûsa

Êşa ku ev 25 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîma Sûsa

2017-06-27 08:18:49

Êşa wê qetlîama ku PKK di 26ê Hezîrana sala 1992an de li gundê Sûsaya Diyarbekirê kir digel ku di ser 25 sal derbas bûbe jî weke ku îro qewimiye û nayê jibîkirin.

Ji zimanê şahidan  qetlîama Sûsayê

Ji zimanê şahidan qetlîama Sûsayê

2017-06-26 10:31:23

Şahidên wê qetlîama Sûsayê ya ku di 26ê Hezîrana sala 1992an de ji teref PKKê ve hat kirin qala wehşet û hovîtiya PKKê ya we rojê kirin.

HEMÛ NÛÇE

Li Îngilistanê êrîş li Mislimanên ku eyda hev pîroz dikirin hat kirin

Li Îngilistanê kesek wesayîtê di ser Milsimanên ku eyda hev pîroz dikirin de ajot.Di encama êrîşa ku li Mislimanan hat kirin de 3 jê zarok tev de 6 kes birîndar bûn.

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

Ji Rêberê Cemaeta Hîzbullah peyama Eyda Remezanê

Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîb Gumuş ji ber minasebeta Eyda Remezanê peyam weşand, Gumuş di peyama ku weşand de diyar kir îttîhad, yekîtî û digelheviya Mislimanan ji bo bihêzkirina têkliyên biratiyê yên di nav Mislimanan de çareya dawî ye.

Qatar wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin pê bidin qebûlkirin red kir

Qatar bi daxuyaniya ku belav kir destbîşan kir ew wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin ji teref 4 welatên Ereban ve pê bidin qebûlkirin red kiriye.

HEMÛ NÛÇE