A A A

“Mûş di perwerdehiyê de êdî nema di rêzên dawî de ye”

: 2017-01-19 16:05

MÛŞ - Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Mûşê Cevdet Arslan ji ber bidawîbûna heyama yekemîn a Perwerde-Hînkeriya 2016-2017an nirxandinan kir û destnîşan kir Mûş di perwerdehiyê de êdî nema di rêzên dawî de ye.

 “Mûş di perwerdehiyê de êdî nema di rêzên dawî de ye”

Di 20 Çileyê de nêzî 18 milyon xwendekar dê qerneyên xwe bistînin û dê tatîlê bikin. Digel bidawîbûna  heyama yekemîn a Perwerde-Hînkeriya 2016-2017an Midûrê Perwerdeya  Neteweyî ya Mûşê Cevdet Arslan destnîşan kir Mûş di perwerdehiyê de êdî nema di rêzên dawî de ye.

Arslan di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir ji ber ku piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hinek mamoste ji peywirê hatin dûrxistin û hinek jî ji hatin îxrackirin ev yek tesîreke neyînî li ser  perwerde-hînkeriyê kiriye û ew bi tedbirên ku wergirtine pêşiya vê yekê girtine.

 “Êdî em di perwerdehiyê de nema di rêzên dawî de ne”

Arslan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di encama xebatên ku  wan kirine di 2 salên dawî de Mûşê di warê perwerdehiyê de ji rêzên dawî xilas kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me digel xebatên xwe yên du salên dawî  di serkeftiyên TEOG û yên din de gihaşt nîvekiya Tirkiyê. Ev yek jî nîşan dide ku Mûş bi şikleke baş pêşve çûye.  Me vê yekê di temamê xebatên akademîk û civakî de dît. Mûş di perwerdehiyê de êdî nema di rêzên dawî de ye. Di 2 salên dawî de em êdî ne di rêzên dawî de ne. Ev 2 sal e ku wezareta me nîvekiyan nade. Lê li gor texmînên me em gihaştine nîvekiyê. Ev yek jî ji bo me serkeftinek e. Em dibînin ku xebatên me netîce didin û ev yek jî me kêfxweş dike.” (ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Encamên bicîkirinê yên zanîngehê hatin daxuyandin

Encamên bicîkirinê yên zanîngehê hatin daxuyandin

2017-08-09 00:22:17

Encamên tercîhên zanîngehê yên Îmtîhana Bicîkirina Lîsansê ji teref Navenda Hilbijartin û Bicîkirinê ya Xwedekeran ve hat daxuyandin.

Encamên bicîkirinê yên TEOGê hat eşkerekirin

Encamên bicîkirinê yên TEOGê hat eşkerekirin

2017-08-08 09:30:29

Ji teref MEBê ve encamên bicîkirinê yên TEOGê hat eşkerekirin.

Dîroka encama bicîkirinê yê OSYMê diyar bû

Dîroka encama bicîkirinê yê OSYMê diyar bû

2017-08-05 08:46:24

Hat ragihandin ew ê encama bicîkirinê yê OSYMya 2017an di 8ê Tebaxê de bên daxuyandin.

Hemû Nûçe

Li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin

Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin.

Şêx Raîd Salah ji teref çeteyên siyonist ve hat desteserkirin

Çeteyê terorê ya siyonist Şêx Raîd Salahê ku wek muhafizê Mescîda Eqsayê tê naskirin desteser kir.

Di felaketa lehiyê ya li Sîerra Leoneyê de 312 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ji ber barana zêde û lehiyê li Sîerra Leoneya welatê Afrîkayê herî kêm 312 kes jiyana xwe ji dest dan.

Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

Li Tirkiyê reqemên bêkariyê di meha gulanê de 330 hezar kes zêde bû û hejmera bêkaran derkete 3 milyon û 225 hezaran.

Ev du roj in ku lawê xwe yê ku winda bûye digerin

Li Diyarbekirê ev 2 roj in ku ji Yasîn Yildizê 13 salî xeber nayê standin.
Hemû Nûçe