“226 milyon însanên ku cixare dikêşin wek belengaz dijîn”

: 2017-01-13 15:00

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê di derbarê titinê de raporek weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku kontrola titinê dê bi milyaran teserûfê pêk bîne û dê bi milyaran canê însanan xelas bike.

“226 milyon însanên ku cixare dikêşin wek belengaz dijîn”

Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê (WHO) û Ensitutiya Pençeşêra Neteweyî ya DYEyê di derbarê bikaranîna titinê, maliyeta wê ya ji aboriya dinyayê ya salane û miirinan de raporek weşand.

Gor Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê (WHO) û Ensitutiya Pençeşêra Neteweyî ya DYEyê baca ku ji titinê tê sitandin û polîtîkayên ku bikaranîna titinê kontrol dike ji bo tendirûstî û xebatên geşedanan dibe ku ji dewletan re bibe çavkanî. Ev pêşgirî her wiha dibe ku bikaranîna titinê kêm bike û dibe ku bi vê yekê tendirûstiya însanê, pençeşêr û nexweşiya qelbê ji titinê ya ku wek qetîlê dinê tê dîtin were parastin.

Lê kontrolnekirina vê gor tehqîqatên “kontrola titinê û aboriya titinê” endirûstiya titinê û mehsûlên xedar û kujende wek xerckirina tendirûstiyê ya aboriya cîhanê salane ji 1 trîlyon dolarê zêdetir bandordar dike û dibe jidestdayîna randimanê.

Di raporê de hat diyarkirin ku her sal nêzî 6 milyon însanan di encama bikaranîna titinê de dimirin û gelemperê van mirinan li welatên ku ber bi firehiyê ve diçin pêk tê.

Di raporê ed nivîsên monografî ya nêzî 500 sahîfe ya di 2 qadên girîng de li ber çevan dikeve;

-Ji bo bikaranîna titinê û encamên wê werin kêmkirin bikaranîna titinê û hiberiya wê, îmalat û ticaret, bac û bihayên wê, polîtîkayên kontrolkirinê û midaxaleyên din ên ku “aboriya kontrola titinê” kontrol dike

- Encamên aboriyê ya hewldana kontrola titina kureyî

“Mehsûlên endirûstiya titinê dibe sedema mirina zû ya bi hezaran însanan”

Gor daxuyaniya Alîkarê Sekreterê Giştî ya Nexweşiyên ku Şewb nîne ya Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê, Pisporê Tendirûstiya Aqlê Dr. Oleg Chestnov: “Ev rapora nû dide nîşandan ku titin aboriya welatan û însanan bandordar dike. Mehsûlên endirûstiya titinê û mehsûlên marketan dibe sedema mirina çendîn milyon a însanan. Ev yek ji dehata erzaq û xurek û perwerdehiya gel didize. Ev ji malbat, civak û dewletan re dibe sedema mesrefa tendirûstiyê ya ku dawiya wê tune.”

“226 milyon însanên ku cixare dikêşin di nav belengaztiyê de dijîn”

Gor raporê di qada kureyî de ji sedan 80 yên însanên 15 salî û mezintir ên ku di welatên xwedî dehatên kêm û normal de titin bikar tînin. Ew jî bi tevahî 1,1 milyar însan e. Gor vê yekê 226 milyon însanên ku cixare dikêşin di nav belengaztiyê de dijîn.

Gor rapora ku di sala 2016an hatiye amadekirin heke hemî welat bacên xwe ya serê şexsê 0,80 dolar zêde bikin dê zêdebûna dehata bikaranîna salane ji sedî 47ê wê ji cixareyê yan jî 140 milyar dolarê kar bike. Her wiha dê ev zêdebûna bacê nêzî ji sedî 42 zêde bike û di rêjeyên kişandina cixareyan de ji sedî 9 bikeve. Dê ev jî bibe sedema ketina bikaranîna cixareyan a 66 milyon însanên mezin.

Encamên eslî yên raporê wek made wiha hat rêzkirin:

-Barê tendirûstiya kureyî ya bikaranîna titinê û ya aborî pir mezin e û bere bere ji teref welatên ku dehatên wan kêm û yên normal in (LMIC) ve tên temînkirin. Di cîhanê de ji sedan 80yê însanên ku cixare dikêşin li însanên ehlê welatên ku dehata wan kêm in.

-Polîtîkayên bandordar û midaxaleyên bernameyî ji bo ku maliyeta aborî mirin, nexweşiyê ya ku ji ber bikaranîna titinê diqewimin ji xeynî hebûnê ev midaxale kêm tên tetbîqkirin. Peymana Çarçoveya Kontrolkitrina Titinê ya Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê (DSO TKÇS), ji bo ku bikaranîna titinê kêm bibe ji bo çalakiyên hikûmetê pergalekî delîlî pêşewaz dike.

-Ji bo polîtîkayên kêmkirina telebê û mehsûlên titinê wek maliyet pir baş dibe. Midaxaleyên wiha zêdebûna baca titinê û yên bihayê; qedexeyên fealiyetên bazarkirina endirûstiya titinê; etîketên hişdariyê yên tendirûstiya wêneyî ya eşkere; polîtîkayên bêdûman bernameyên deveberdana cixareyê ya gor gel dibe alîkariya devjêberdana cixareyê. Di nabeyna salên 2013-2014an de bacên bikaranîna titinên kireyî, di dehata hikûmetê de nêzî 269 milyar dolar dehat pêk aniye.

-Ji bo kêmkirina encamên kontrola ticareta dereqanûnî ya mehsûlên titinê, bikaranîna titinê ya tendirûstî û aborî polîtîkayên eslî yên erzî ne. Li gelek welatan asta belengaziyê zêde bûye, kêmasiya berpirsyariya qada ticaretê û gumruka bêbandordar û daîreya bacê; ji qeçaxtiya bacê, baca mehsûlê û qîmetdana vê yekê zêdetir xwediyê rola wekhev e. Protokola Pêşgiriya Ticareta Dereqanûnî ya Mehsûlên Titinê ya DSO TKÇSyê ji bo ku kontrola temînkirina titinê têxe bin zebta xwe amûrên wekê teqîba hedefê û pergala şopandinê ya navneteweyî bikar tîne. Dema qîmet û bacên titinê zêde dibe jî sabit e ku dê ticareta dereqanûnî wek serkeftî were kontrolkirin, alîkariya zêdebûna dehatên bacan kêmbûna bikaranîna titinê dike. Wek ceribandî gelek welatên wiha hene.

-Kontrola titinê zirar nade aboriyê: Jimara îstîxdama girêdayê titinê, geşedanên teknolojik û ji berk u şîrketên aîdê dewletan tên yaybetkirin dikevin. Pêşgiriyên kontrola titinê ji ber vê yekê xwediyê badorekî baş e û li gelemperê welatan nabe sedema jidestdayîna karê. Bi mehsûlên ku dê têkeve şûna titinê wek alternatif derfetên cotyarî pêşewaz bike.

-Kontrola titinê, tendirûstiya rêjeyê feqîrên ku titin bikar tînin barê aboriyê kêm dike. Bikaranîna titinê bere bere di nabeyna komên feqîr û bê parêz de zêde dibe.

-Di kontrola şewba titinê ya kureyî de pêşveçûn çêbû. Lê ji bo ku ev pêşveçûn bidome divê mirov hewl bide. Li gelek herêman bikaranîn û belavbûna titinê ya sekinandî ye yan jî dikeve. Lê di hinek herêman de zêdebûna bikaranîna titinê û pêşveçûna potansiyela zêdebûyî ya li herêmên din zeyîf û tehdît dike.

-Di van salên dawî de şîrketên bazaran hêzên xwe zêde dikin, ji bo hewldanên kontrola titinê zehmetiyên nû tên holê. Ji sala 2014an pê ve 5 şîrketên titinê ji bazara cixareyên kûreyî yên ji sedî 85an berpirsyar bû. Polîtîkayên ku armanca wan ew e hêzên pazara şîrketên titinê kêm bikin nehatine ceribandin.

Rêvebirê Pêşgiriya Nexweşiyên Bêşewb ê Rêxistina Tendirûstiya Dinyayê (WHO) Dr. Douglas Bettcher di rapora nû de ji hikûmetan re diyar kir ku kontrolên li mehsûlên titinê tên kirin amûrekî bihêz ya ku aboriyê bandordar dike.

Bettcher wiha diyar kir: "Ev rapor dema ku hikûmet di derbarê mehsûlên titinî de zêdebûna bihayan, qedexekirina kişandina cixareyê ya di qada vekirî de wek tedbîr tetbîq bike dide nîşandan ku dê çawa xelas bibin û di qada aboriyê de bandordar bibe.” (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Yetim-Der ji malbatên feqîr û jar re  alîkariya Remezanê kir

Yetim-Der ji malbatên feqîr û jar re alîkariya Remezanê kir

2017-06-16 15:34:03

Yetîm-Derê ku di meha Remezanê de kesên feqîr ji bîr nekir li Diyarbekirê bi hezaran kesî re alîkarî belav kir.

Paleyiya nîskan a ku li rasta meha Remezanê hat dest pê kir

Paleyiya nîskan a ku li rasta meha Remezanê hat dest pê kir

2017-05-28 15:48:32

Cotkarên Êlihî yên ku dest bi paleyiya nîskan a îsal kirin destnîşan kirin ji ber ku paleyiya nîskan li rasta meha Remezanê hatiye ew paleyiyê piştî paşîvê di wan wextên hênik de dikin.

 “21 hezar û 664 kes li benda neqla gurçikê ne”

“21 hezar û 664 kes li benda neqla gurçikê ne”

2017-05-28 15:19:03

Pîsporan destnîşan kir digel meha Gulanê pêdiviya 21 hezar û 664 kesan ji neqla gûrçikan re heye ku ji ber vê pêdiviyê divê civak di vî warî de bê bi şiûrkirin.

HEMÛ NÛÇE

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

Sibe ji bo bal bên kişandin li ser rewşa Mescîda Eqsa ya ku qibleya ewil a Mislimanan e û di bin îşxala îsraîla siyonîst de ye dê li Diyarbekirê bernameya fitarê bê tertîpkirin.

“Di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku li Çermîkê beşdarî bernameya fitarê bû di derheqê alema Îslamê de diyar kir di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye.

2 esker jiyana xwe ji dest dan

Di operasyonên ku li Bidlîsê berdewam dikin de 2 esker jiyana xwe ji dest dan.

Şeva Qedrê bi dia û zikiran hat îhyakirin

Ji ber minasebeta Şeva Qedrê Diyarbekirî berê xwe dan camiyan û beşdarî bernameyên ku di camiyan de hatin tertîpkirin bûn. Welatiyên ku çûn mizgefta Şeva Qedrê bi dia û zikirina îhyakirin.

Ew ê di derheqê qezayên li Licê de mufettiş bên erkdarkirin

Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy destnîşan kir ew ê Wezareta Karên Hundir di derheqê 2 qezayên ku li Licê wesayîtên bi zirx ên polêsan tevlî bûbûn de mufettiş erkdar bike.

HEMÛ NÛÇE