A A A

“Pêwîst e kapasîteya mektebên ji bo koran bê zêdekirin”

: 2017-01-11 15:56

DIYARBEKIR - Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Komeleya Koran a Şeş Noqta(Altı Nokta Körler Derneği) ji ber minesebeta ‘Hefteya Astengên Korbûnê yên Kopala Spî’ (Beyaz Baston Görme Engelliler Haftası) destnîşan kir pêwîst e kapasîteya mektebên ji bo koran bê zêdekirin.

 “Pêwîst e kapasîteya mektebên ji bo koran bê zêdekirin”

Akîf Karakaşê Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Komeleya Koran a Şeş Noqtayê di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ev çendîn sal e ku li cûrbecûrên dinyayê  ji bo kesên ku çavên wan nabînin  di rojevê de bê girtin, ji bo kopalê spî bê naskirin û ji bo eşkerekirina zehmetî û astengiyên  ku kesên çawan wan nabînin rasta wan tên  ev heftiya koran tê pîrozkirin. Karakaş di berdewama axavtina xwe de qala navê kopala spî kir û wiha got: “Gelek qeza diqewimin. Lewra ji xeynî kopalên spî yên din di tarîtiya şevê de ji teref ajokaran ve nayên dîtin. Ji ber vê yekê ev navê kopala spî derket holê û kopal bi rengê spî hatine boyaxkirin.”

 “Li Diyarbekirê  9 hezar kor hene”

Karakaş di berdewama axavtina xwe  de destnîşan kir li tevahiya Tirkiyê 9 milyon astengdar hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde  kir: “Ji sedî 10ê van astengdaran çavên wan nabînin. Elbet  heqên ku ji koran re hatine dayîn hene. Em dibînin ev xizmet di van pêlên dawî de zêde jî bûne. Di bergeha qanûnên ku ji bo koran hatine derxistin de ji wan re di warê perwerdehî, civak û çandê de xizmet hatin dayîn. Di vê bergehê de di 6 salên dawî de 20 hezarî zêdetir kesên astgengdar di sazîyên qamûyê de hatin bicîkirin. Li Diyarbekirê 9 hezar kor hene.”

 “Pêwîst e kapasîteya mektebên ji bo koran bê zêdekirin”

Karakaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir mektebên li Diyarbekirê yên ji bo koran hindik in û wiha li axavtina xwe zêde kir: ““Pêwîst e kapasîteya mektebên ji bo koran bê zêdekirin. Divê li bajarên derdorê  jî mekteb ji bo koran bên vekirin. Mekteba me heye, lê em mektebeke mezintir teleb dikin da ku em karibin xizmeteke baştir bidin kesên kor.”

Karakaş di berdewama axavtina xwe de  teleb û daxwazên xwe yên ku wan ji birêveberiya berê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê hatiye kirin di bîran xist û wiha got: “Di nava van daxwazan de teleba islahkirina payerê û rêyan û  edilandina têketina avahiyan û ronahiyên trafîkê û teleba me ya edilandina otobusan li gor astengdaran hebû. Digel ku ev teleb heqên me bûn mixabin van daxwazan bi cî neanîn.”

Karakaş destnîşan kir hinek telebên wan ên mîna ronahiyên trafîkê ên bi dengên kurdî û tirkî ji teref birêveberiya a niha ya şaredariyê ve hatiye bicîanîn. Karakaş di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir kopala  spî ji bo wan rêber û sembola azadiyê ye.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid (4)

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid (4)

2017-05-29 11:00:38

Nişteciyên Gundê Xanikê yên ku bûne şahidê cinayet û qetlîamên PKKê, herî dawî ew bûn şahidê Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhanê ku ji teref HDPyiyan ve hat qetilkirin.

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(3)

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(3)

2017-05-29 10:02:22

Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan di 29ê Gulana 2015an de ji teref PKK/HDPyiyan ve hatibûn qetilkirin ku ev qetilkirin cardin zilma ku ji teref PKKê ve di salên 90î de li gundê Xanikê hatine kirin anî bîran.

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(2)

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(2)

2017-05-29 09:25:19

Gundê Xanikêya ku bûye şahidê wan qetlîam û cinayetên ku di salên 90î de ji teref PKKê ve li gund û bajêrên Kurdistanê dihatin kirin ji bîr nake.

Hemû Nûçe

Hevsera arîkarê waliyê Diyarbekirê jî hat girtin

Hevsera arîkarê waliyê Diyarbekirê yê ku berî niha di bergeha lêpirsîna FETO de hatibû girtin jî hat girtin

Qayûm tayînî 29 şîrketan hat kirin

Di bergeha lêpirsîna FETO ya ku li Uşakê tê birêvebirin de qayûm tayînî 29 şîrketan hat kirin.

Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-7

Tarik Şebîkê ku Serokê Giştî yê Komeleya 15ê Tîrmehê ye destnîşan kir tu eleqeya 15ê Tîrmehê ji nêz ve û ji dûr ve bi bûyereke mehelî re tune ye.

Li Manchesterê camîyek hat şewitandin

Li Manchesterê bajêra Îngilistanê camiyeke ku berî niha çendîn caran êrîş lê hatibû kirin hat şewitandin.

Li Stenbolê baran

Barana ku di wextên êvarî de li Stenbolê de dest pê kir di derdora wextên şeveqê de tesîra xwe zêde kir. Digel baran ku bariye bahoz jî dest pê kir.
Hemû Nûçe