Konên malbatên Sûryeyî di bin avê de man

: 2016-12-27 15:01

EDENE - Li Edenê ji ber barîna baranê ya ku wek bandordar barî bi sedan konên malbatê Sûrî di bin avê de man.

Konên malbatên Sûryeyî di bin avê de man

Li Edenê bi sedan konên malbatên Sûrî yên ji ber şerên navxweyî revîbûn û hatine li navenda bajêr disitirin ji ber barîna baranê di bin avê de man.

Li bajarê Edenê ev 2 roj e ku bê navber baran dibare. Ji ber barîna baranê li navçeya Yuregîra Edenê di Taxa Yamaçli de bi sedan konên malbatên ehlê Sûrî di bin avê de man.

Hat dîtin ku ji ber barîna baranê herî zêde zarok û kal û pîr bandordar bûne û gelek eşya jî di êdî nehatin bikaranîn. Malbatan diyarkirin ku wek bêçareyî sekinîne û ti tiştekî ji destê wan nayê.

Di dîmenên ku ji teref amatoran ve hatiye kişand hat dîtin ku yekî wiha diyar dike: “Tu kesên van malbatan tune. Naxebitin. Dayîkên li vir heke karên bax û baxçeyan hebin dixebitin. Heke tunebe birçî dimînin. Ji malbatê ev 10 roj e ku tu kes naçe îş. Dema îş hebe nan tê. Îş tunebe nan jî tune. Kesên ku bixwezin alîkariya van malbatan bikin, kirêyên wan bidin dikarin bi me re têkevin têkiliyê.” (ÎLKHA) 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Êşa ku ev 25 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîma Sûsa

Êşa ku ev 25 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîma Sûsa

2017-06-23 16:18:49

Êşa wê qetlîama ku PKK di 26ê Hezîrana sala 1992an de li gundê Sûsaya Diyarbekirê kir digel ku di ser 25 sal derbas bûbe jî weke ku îro qewimiye û nayê jibîkirin.

Piştî ku esker bijehrê ketin fermandarê tugayê ji wezîfê hat girtin

Piştî ku esker bijehrê ketin fermandarê tugayê ji wezîfê hat girtin

2017-06-23 12:24:14

Piştî ku li Manîsayê 731 esker bijehrê ketin re Fermabdarê Tugayê Serheng Şevkî Guvenç ji wezîfê hat girtin.

 “Hêzên şer li welatên Îslamî  birêveberên kûkla dixwazin”

“Hêzên şer li welatên Îslamî birêveberên kûkla dixwazin”

2017-06-23 11:45:47

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Doyarê ku li Bidlîsê beşdarî bernameya fitarê ya partiya xwe bû û di derheqê armanc û daxwazên hêzên şer de got “Hêzên şer li welatên Îslamî birêveberên kûkla dixwazin.”

HEMÛ NÛÇE

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

Sibe ji bo bal bên kişandin li ser rewşa Mescîda Eqsa ya ku qibleya ewil a Mislimanan e û di bin îşxala îsraîla siyonîst de ye dê li Diyarbekirê bernameya fitarê bê tertîpkirin.

“Di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku li Çermîkê beşdarî bernameya fitarê bû di derheqê alema Îslamê de diyar kir di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye.

2 esker jiyana xwe ji dest dan

Di operasyonên ku li Bidlîsê berdewam dikin de 2 esker jiyana xwe ji dest dan.

Şeva Qedrê bi dia û zikiran hat îhyakirin

Ji ber minasebeta Şeva Qedrê Diyarbekirî berê xwe dan camiyan û beşdarî bernameyên ku di camiyan de hatin tertîpkirin bûn. Welatiyên ku çûn mizgefta Şeva Qedrê bi dia û zikirina îhyakirin.

Ew ê di derheqê qezayên li Licê de mufettiş bên erkdarkirin

Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy destnîşan kir ew ê Wezareta Karên Hundir di derheqê 2 qezayên ku li Licê wesayîtên bi zirx ên polêsan tevlî bûbûn de mufettiş erkdar bike.

HEMÛ NÛÇE