Tekoşîna bi zehmet a bi berfê re ya rêncberan

: 2016-12-21 14:46

MÛŞ - Barîna berfê li Mûşê rêncberan wek neyînî bandordar dike. Rêncberan destnîşan kirin ku çendîn roj e heywanên wan birçîne û ew bi berfê re micadele dikin.

Tekoşîna bi zehmet a bi berfê re ya rêncberan

Barîna berfê li Mûşê rêncberan wek neyînî bandordar dike. Rêncberan destnîşan kirin ku çendîn roj e heywanên wan birçîne û ew bi berfê re micadele dikin.

Li Mûşê rêncberên ku pez xwedî dikin ji ber barîna berfê bi şape û telefbûna heywanan re rû bir û man.

 

"Heywanên me him birçî ne û him jî ji ber berfê nikarin bimeşin"

Ji rêncberan Celal Yalçin diyar kir ku ew bi heywanan re rojê 4 saet dimeşin. Yalçin diyar kir ku di gundika dimînin de 8 mal hene. 5 malê wê pezên xwe dibin Gundê Karabeya ku 10 km ji gundikê dûr e. Dûvre Yalçin wiha axivî: “Ji ber ku li vir ji bo pezê me ka û giyah hebû em mecbûr man çend roj jî li wir man. Em di nav derfetên zor û zehmet de heywanên xwe dibin Gundê Karabeyê. Ev 3 roj e em di rê de ne. Heywanên me him birçî ne û him jî ji ber berfê nikarin bimeşin. Em rojê bes 4 saet dikarin bimeşin. Di van derfetên neyînî de rewşa herî baş ew e ku em bi şev di avahiyên terkkirî de dimînin. Em heywanên xwe li vir dihewînin. Înşaellah dê em îro bigêhêjin Gundê Karabeyê.”

Ji rêncberan Rahmetullah Gungor diyar kir ku ew bi şapê re rû bi rû mane û Îdareya Taybet a Bajêr wezîfa xwe pêk ne aniye. Dûvre Gungor wiha destnîşan kirin: “Ev nêzî heftiyek e ku em heywanên xwe neqil dikin. Ji ber şertûmercên hewayê ya neyînî 3 roj e em di rê de ne. Roja ewil a ku berf dibariya kekê min hewl da ku heywanan bîne. Li ji ber şapeyê mecbûr ma vegeriya gundikê. Him bi xwe û him jî heywanên me bi xeterê re rû bi rû man. Wek 8 kes me lekan li xwe kiriye. 9 KM me rê vekir. Li ji ber ku berf zêde ye ev 3 roj e em di rê de mane.”

"Ev 3 roj e heywanên me birçî ne"

Rukiye Dag idîa kir ku wan tim û tim li Îdareya Taybet a Bajêr geriyane. Lê îdare ji bo çareseriya pirsgirêkê hewl nedaye. Dûvre Dag wiha pê de çû: “Heta ku berf bibare em li Gundika Kamîşê dimînin. Îsal jî heta berf barî em li wir man. Lê ji ber ku berf ji nîşka ve dest pê kir em li vir man. Ev 3 roj e heywanên me birçî ne. Yanê îro roja 3 yemîn e. Xweda şukir ku li ser rêya me gom hene.” (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Yetim-Der ji malbatên feqîr û jar re  alîkariya Remezanê kir

Yetim-Der ji malbatên feqîr û jar re alîkariya Remezanê kir

2017-06-16 15:34:03

Yetîm-Derê ku di meha Remezanê de kesên feqîr ji bîr nekir li Diyarbekirê bi hezaran kesî re alîkarî belav kir.

Paleyiya nîskan a ku li rasta meha Remezanê hat dest pê kir

Paleyiya nîskan a ku li rasta meha Remezanê hat dest pê kir

2017-05-28 15:48:32

Cotkarên Êlihî yên ku dest bi paleyiya nîskan a îsal kirin destnîşan kirin ji ber ku paleyiya nîskan li rasta meha Remezanê hatiye ew paleyiyê piştî paşîvê di wan wextên hênik de dikin.

 “21 hezar û 664 kes li benda neqla gurçikê ne”

“21 hezar û 664 kes li benda neqla gurçikê ne”

2017-05-28 15:19:03

Pîsporan destnîşan kir digel meha Gulanê pêdiviya 21 hezar û 664 kesan ji neqla gûrçikan re heye ku ji ber vê pêdiviyê divê civak di vî warî de bê bi şiûrkirin.

HEMÛ NÛÇE

Li Pakistanê tankera sotemeniyê teqiya: 148 jiyana xwe ji dest dan

Tankera ku li Pakistanê qulibî teqiya, di encama teqîna ku pêk hat de 148 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan û 51 kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku îsal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi sedan cihî bi coşeke mezin hatin tertîpkirin parve kir.

Li Îngilistanê êrîş li Mislimanên ku eyda hev pîroz dikirin hat kirin

Li Îngilistanê kesek wesayîtê di ser Milsimanên ku eyda hev pîroz dikirin de ajot.Di encama êrîşa ku li Mislimanan hat kirin de 3 jê zarok tev de 6 kes birîndar bûn.

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

HEMÛ NÛÇE