“Emperyalîzm dixwaze erdinagariya Îslamê bi kaos û tevlîhevîyê teslîm bistîne”

: 2016-12-19 16:39

EDENE - Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz beşdarî semînera ku ji teref Serokatiya Bajêra Edenê ve hat tertîpkirin bû. Yavuz di semînerê de geşedanên dawî yên li Sûriyê û di derbarê mijarên di rojevê de nirxandinên balkêş kir.

 “Emperyalîzm dixwaze erdinagariya Îslamê bi kaos û tevlîhevîyê teslîm bistîne”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê  Mehmet Yavuz  beşdarî semînera ku ji teref Serokatiya Bajêra Edenê ya HUDA PARê ve hat tertîpkirin bû. Yavuz di semînerê de  geşedanên dawî yên li Sûriyê û di derbarê mijarên di rojevê de nirxandinên balkêş kir û dest nîşan kir emperyalîzm dixwaze erdinagariya Îslamê bi kaos û tevlîhevîyê teslîm bistîne.

Yavuz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir  tefrîkaya qewmiyetperestî û mezhebperestiyê ya di nava Mislimanan de gihaştiye asteke bi xeter ku ev şidet û tevlîheviya ku tê xwestin di nava Mislimanan de bê derxistin  ne ya qebûlkirinê ye.

Yavuz her wiha ji Xweda Teala ji bo kesên ku di êrîşa li Qeyseriyê de rehmet kirine rahmet, ji bo kesên ku birîndar bûne şifa û ji bo malbatên wan sebrê teleb kir û dû re  destnîşan kir ev êrîş ji teref kî ve hatibe kirin ferq nake divê bê  tel’înkirin û  pêwîst e hemû kes li dijî van êrîşan bibe xwediyê eqla selîm.

 “Plan û projeyên hêzên emperyalîstan  li ser cografyaya Îslamê hene”

 Yavuz di berdewama axavtina xwe de balan kişande li ser  şer û zilm, qetlîam  ku li cografyaya Îslamê tê kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Listîkên hêzên emperyalîst ên ku Emrîka û Ewrûpa ji wan re pêşîvantiyê dike li dijî erdnigariya Îslamê hene ku divê Misliman li dijî van lîstikan bi dîqet bin. Her wiha plan û projeyên hêzên emperyalîst ên li ser cografyaya Îslamê hene.  Navê vê projê ‘Kaosa Afîrîner’ e. Kaosa afirîner çi ye? Kaosa afirîner tê maneya  bi şikleke bi kontrol li her derî belavkirina bêîstîqrarî, anarşî, xwîn û  şidetê ye û ji ser vê yekê jî derxistina pevçûnan e. Xala hevpar a êrîşên ku îro li Qeyseriyê û berî niha jî li Beşîktaş, Edene, Diyarbekir, Enqere, Şernex û li Çewlîgê hatin kirin ev e. Emperyalîzm dixwaze erdinagariya Îslamê bi kaos û tevlîhevîyê teslîm bistîne. Ji bo ku em ji vê yekê re firsetê nedin divê me bi şikleke eseh birawestin.”

 “Di warê lêgerîna heqan de serîlêdana şiddetê divê qetiyan neyê bikaranîn”

 Yavuz di berdewama axavtina xwe diyar kir ew berî niha wek HUDA PARê çendîn carî bi defaatê destnîşan kirine ku bi şidetê lêgerîna mafan ne rê û rêbazek e û ji hawirdora kaos û şidetê yê ku dê pêk bê dê hemû kes zirarê bibîne. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Mişkîle û problem çi be bila bibe ferq nake, di warê lêgerîna mafan de divê bi şidetê lêgerîna heqan tu car nebe rê û rêbazek. Lewra şidet dibe sedema şidetê. Di nava helwesteke êrîşkar de li cihên jiyanê yên xelkê teqandina bombeyan û bi bombeyan êrîş kirin ne Îslamî, ne însanî ne exlaqî û ne jî wijdanî ye.  Teqez divê em ji vê qada şidetê ya ku dixwazin me bikşînin navê xwe xelas bikin.”

“Em bê şik û şiphe vê şidetê red dikin”

Yavuz di berdewama axavtina xwe  di derbarê Sûriyê de nirxandinan kir û destnîşan kir divê  ji trajedî û dorhêla  Sûriyê ders û ibret bên girtin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê bi xwediyê eqlê selîm geşedanên li Sûriyê bên nirxandin û divê ji ser manîpulasyonan neyê hereketkirin. Yan na  di nava çend salan de ew kesên ku me ber bi şerê navxweyî ve dikşînin dê bi şiklên cuda cudahiyên qewmî, mezhebî, îdeolojîk har bikin an jî dê cudahiyên di bingeha dînî de derxin pêş û dê ji ser van jî weke ku li Sûriyê hat kirin  ew ê me bixin nava şerên tolhildanê û fitneyên mezin.  Bi vî awayî em ê ji wê projeya ku emperyalîzm dixwaze bi kaos, bêîstîqrarî û şidetê  me êsîr bistîne  re xizmetê bikin.   Ji ber vê yekê ye ku em bê şik û şiphe  vê şidetê red dikin.  Em wek HUDA PARê  destnîşan dikin ku em bi dengekî bilind û bêyî ku ji lomeya lomekeran bitirsin vê hakimkirina pevçûn û şidetê ya ku tê xwestin li ser cografyaya Îslamê bê hakimkirin red dikin.”

“Bila em wek Mislimanan mişkîle û problemên xwe di nav xwe de çareser bikin”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir divê meseleyên Mislimanan ji emperyalîstan re neyên hawalekirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bila em wek Mislimanan mişkîle û problemên xwe di nav xwe de çareser bikin. Ji bo vê yekê ew Misliman mecbûr in ku werin bal hev.  Ger ku Tirkiye û Îran wê polîtikiya çewt a di warê Sûriyê de ji ber çavan derbas kiribana û serî li  rêya çareserkirinê dabana em ê îro van tiştan nejiyabana.”

“Ger ku em êş û elemên birayên xwe yên Sûriyeyî di dilê xwe de  hîs nekin em  ê di warê îmana xwe de şiphe bikin.”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir  hinek derdor di warê meseleya Sûriyê de  rexneyên neheq li camiaya HUDA PARê dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ji bo Helebê  û ji bo birayên xwe yên ku bûne penaber  di warê alîkariyê de li herî pêş in. Ger ku em êş û elemên birayên xwe yên Sûriyeyî di dilê xwe de  hîs nekin wallahî divê em ji  îmana xwe şiphe bikin. Gotina vê yekê tiştekî cuda ye. Em di warê alîkariya madî û manewî de her tim li ba wan cî girt û em ê vê helwesta xwe jî bidomînin.”

“Li Sûriyê xeletî tên kirin, faturaya van xetayên siyasî ji mezheb an jî qewmekî re birîn xetayeke mezin e.”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir faturaya xetayên siyasî yên li Sûriyê  ji qewmekî an jî ji  mezhebekî re birîn dê bibe xetaya herî mezin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Ji ser meseleya Sûriyê hewil tê dayîn da ku ummet bê parçe parçe kirin û  hewil tê dayîn ji ser vê meselê ummetê berdin hev ku ev yek jî xetereyeke pir mezin e.”

“Îran, Tirkiye û alema Îslamê ji ber ku vê meseleya navxweyî di nav xwe de çareser nekiriye  şaşîtî û çewtî kiriye”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber ku Îran, Tirkiye û alema Îslamê  vê meseleya Sûriyê di nav xwe de çareser nekirine  şaşîtî û çewtî kirine. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îran jî  Tirkiye jî û Erebîstana Sûid jî çewtî kiriye.  Ew bi kirina polîtîkayên çewt bûn sedem ku Emrîka û Rûsya bên van deran.  Ji xeynî van tiştan ji ser encaman zêdekirina geşedaniyan  û gotin û kiryarên ku dê bingeha  pevçûn û cudahiyên qewmî û mezhebî bavêjin dê ji vê yekê bi xeter bin. Qewimîna tiştekî wisa te maneya Edene, Diyarbekir û Enqerê  ya mîna Helebê.  Bi izna Xwedê dê xelkê me van dafik û kêmînan fêm bike û dê neyê vê listîkê.”

“Em wek HUDA PARê piştgiriyê didin hemû cûr teşebûsên aştiyê”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel temamê çewtî û xetayan  dîsa yê ku dê meseleya Sûriyê çareser bike welatên Mislimanan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Welatên Îslamê ji bo ji vê çewtiyê vegerin û ji bo çareseriyan peyda bikin divê xebatên xwe xurt bikin. Di vî warî de em wan xebatên agirbestê yên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û yên hikûmetê  erênî û musbet dibînin. Em wek HUDA PARê piştgiriyê didin hemû cûr teşebûsên aştiyê.”

 “Em ehlê qiblê tekfîr nakin”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de  bersiva rexneyên ku di warê ‘Hûn çima Îranê rexne nakin’ de  li partiya wan tê kirin da û wiha li pê de çû: “  Kesên ku rexnê bi heqaret û sihêvan tevlîhev dikin hene.  Ji bo mirov ji tiştekî re bibêje çewt e hewce nake ku îlla heqaretan bike.  Bêexlaqî, peyva kufrê û isyan di kitêba me de nîne.  Em rexne dikin û dibêjin çewtiyê dike.  A niha heman tiştî di warê meseleya Sûriyê de  jî dikin.  Ji bo ku em bibêjin Îranê çewtî kiriye gelo me hewce dike em îlla bibêjin ‘Îran kafir e.’?  Em xwe dispêrin Xwedê.  Em ehlê qiblê  tekfîr nakin.  Em wekî hinek derdorên ku dibêjin ‘Şîa kafir e û kesên ku wî tekfîr neke jî kafir in’ nabêjin û xwe ji vê yekê ji Xwedê re dispêrin.  Ev hişmendiyeke pir seqet e.  Encax me berî niha çendîn caran di vî warî de anî zimên ku polîtîkayên Îranê yên di warê Sûriyê de  çewt in û em  hêj jî vê yekê  tînin zimên. Her weke çawa ku me gotibû  polîtîkaya Tirkiyê  çewt e.”

“HUDA PAR temînata sulh û selametiyê ya Tirkiyê ye”

Yavuz di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir HUDA PAR temînata sulh û selametiyê ya Tirkiyê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Meşreb, mezheb, qewmiyet û aîdiyeta wan çi dibe bila bibe em însanan ji ber ku însan in  qebûl dikin. Her wiha em van cudahiyan  ne sedema pevçûnan; wek ayetên Xwedê dibînin. Ji ber vê yekê em wê geşedaniya ku tê xwestin bê zêdekirin şaş dibînin. Em vederkirina  hev a ummeta Îslamê ya ku  bi peyvên emperyalîstan tê kirin û tê xwestin ummeta Îslamê bê parçekirin munasîb nabînin.  Gelo ma dibe qewm, ziman û dînê zaliman hebe?  Ger Esed ne Nusayrî be û Sunnî bana dê çi bûbana?  An jî Sîsî Sunnî ye dê çi bibe?  Dê kî bersiva vê  yekê bide?  Bi temametî nefret û kîn tê zêdekirin. Ev jî Helebeke nû ye?” (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

AK Partî û Saadet HUDA PARê ziyaret kirin

AK Partî û Saadet HUDA PARê ziyaret kirin

2017-06-27 09:28:26

Heyetên AK Partî û Saadetê Navenda Giştî yê HUDA PARê ziyaret kirin û eyda HUDA PARê pîroz kirin.

Êşa ku ev 25 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîma Sûsa

Êşa ku ev 25 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîma Sûsa

2017-06-27 08:18:49

Êşa wê qetlîama ku PKK di 26ê Hezîrana sala 1992an de li gundê Sûsaya Diyarbekirê kir digel ku di ser 25 sal derbas bûbe jî weke ku îro qewimiye û nayê jibîkirin.

Ji zimanê şahidan  qetlîama Sûsayê

Ji zimanê şahidan qetlîama Sûsayê

2017-06-26 10:31:23

Şahidên wê qetlîama Sûsayê ya ku di 26ê Hezîrana sala 1992an de ji teref PKKê ve hat kirin qala wehşet û hovîtiya PKKê ya we rojê kirin.

HEMÛ NÛÇE

Li Îngilistanê êrîş li Mislimanên ku eyda hev pîroz dikirin hat kirin

Li Îngilistanê kesek wesayîtê di ser Milsimanên ku eyda hev pîroz dikirin de ajot.Di encama êrîşa ku li Mislimanan hat kirin de 3 jê zarok tev de 6 kes birîndar bûn.

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

Ji Rêberê Cemaeta Hîzbullah peyama Eyda Remezanê

Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîb Gumuş ji ber minasebeta Eyda Remezanê peyam weşand, Gumuş di peyama ku weşand de diyar kir îttîhad, yekîtî û digelheviya Mislimanan ji bo bihêzkirina têkliyên biratiyê yên di nav Mislimanan de çareya dawî ye.

Qatar wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin pê bidin qebûlkirin red kir

Qatar bi daxuyaniya ku belav kir destbîşan kir ew wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin ji teref 4 welatên Ereban ve pê bidin qebûlkirin red kiriye.

HEMÛ NÛÇE