A A A

“YE êdî dev ji dûrûtiyê berdaye rûyê xwe ya rast dide nîşandan”

: 2016-11-29 14:37

ENTELYA - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Antalyayê bi çapemeniyên mehelî û neteweyî re hat cemhev. Yapicioglu rojevê nirxand.

“YE êdî dev ji dûrûtiyê berdaye rûyê xwe ya rast dide nîşandan”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Antalyayê bi çapemeniyên mehelî û neteweyî re hat cemhev. Yapicioglu rojevê nirxand.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku li Antalyayê bi çapemeniyên mehelî û neteweyî re hat cemhev di serî de Yekitiya Ewrûpayê di derheqê rojeva hindir û derve de nirxandin kir.

“Navberxistina di navbeyna xwe û Yekitiya Ewrûpaya ku hildiweşe ya Tirkiyeyê ji bo berjewendiya Tirkiyê baş e”

Yapicioglu diyar kir ku Yekitiya Ewrûpayê (YE) di pêvajoya herî dawî de li dijê Tirkiyê dev ji dûrûtiyê berdaye û dest bi nîşandana rûyê rast a xwe kiriye. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir:

“Biryara sekinandina mizakereyên endamtiya Tirkiyê ya ji Parlementoya Awrûpa re di rojevê de herî zêde tê nîqaşkirin. Dema ku Parlementoya Ewrûpa vê biryarê da ev binasiyên vê yekê ji xwe dihat zanîn. Bi taybet teserûf û muemeleyên ku di bergeha îlankirina OHALê de. Dema ku ev biryar tê nirxandin tê behskirin ku Ewrûpa dürüye. Tê gotin ku Ewrûpa biryareke nelirê daye û du standardiyê pêk aniye. Mesela qal tê kirin ku Ewrûpayê ku dengê xwe ji Fransaya ku ev nêzî salek e bi OHALê tê rêvebirin çima dema ku Tirkiyê bi OHALê tê rêvebirin ev qas bertek nîşan dide. Gor me Yekitiya Ewrûpayê dev ji durûtiya xwe berdaye. Yekitiya Ewrûpaya ku heta niha li dijî Tirkiyê durûtî dikir niha rûyê xwe ya rast daye nîşandan. Yekitiya Ewrûpa xera dibe. Navberxistina di navbeyna xwe û Yekitiya Ewrûpaya ku hildiweşe ya Tirkiyeyê ji bo berjewendiya Tirkiyê baş e. Lewra dema ku Yekitiya Ewrûpayê xera bibe welatên ku endam in dê bi cûrekî ji vê hilweşînê nesîbê xwe hilbigirin.”

“Di heyameke asayî de bi muemeleyekî asayî dê hûn çawa bi rêxistinekî wiha re tekoşîn bikin?”

Yapicioglu bal kişand ser geşedanên ku di heyama hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de pêk hatin. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir:

 “Wekê hûn dizanin piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê OHAL hat îlankirin. Hûn saziya ku hewl da derbeyê pêk bîne dizanin. Rêxistineke bi navê FETO li her qedeme û saziyên dewletê bicî bûye. Fereze memûrek neheqî li yekî dike. Hemwelatî giliya wî ji amîrê re dike. Amîr jî endamê heman rêxistinê ye. Ew jî diçe cem midûrê ku asta wî jê bilindtir e. Midûr jî endamê heman rêxistinê ye. Heke mijarê wek gilî ji midûrê giştî re jî bibêje ew jî endamê heman teşkîlatê ye. Mijarê bibe dadgehê dadger jî endamê heman rêxistinê ye. Wisa ketine nav saziyan li her derê bicî bûne. Di heyameke asayî de bi muemeleyekî asayî dê hûn çawa bi rêxistinekî wiha re tekoşîn bikin?”

“Em jî dixwazin ku were rewşa asayî”

Yapicioglu diyar kir ku ew jî dixwazin ku OHAL were rewşa asayî lê ew jî dibînin û dizanin ku tekoşîna tê kirin zor û zehmet e. Dûvre Yapicioglu wiha pê de çû:

Ji teref meqamên ku lêpirsînê birêve dibirin ve hat diyarkirin ku nîvê general û saziyên polêsan bi taybet jî ewlehî û îstîxbarat, qeçaxtî û tekoşîna bi sûcên organîzeyê re, belkû piraniya van amîrên ku di nav van saziyan de ne ji sedî 80 yên wê endamên vê rêxistinê ne. Her wekî ku welateke heye û ji çaran 3yê hakim, dozgeran endamê vê rêxistinê ne. Meqamên ku ew xwediyê wê ne û di destê xwe de digirin gor berjewendiyên rêxistina ku ew endamê wê ne bikar tînin. Vê wekê çek bikartînin û li dijî kesên ku mixalifên wan in bikartînin û wan mexdûr dikin. Ji ber vê yekê mimkûn nîne ku mirov bi rêxistineke wiha re bi qanûnên asayî û gor proseduran serî derêxe. Em jî dixwazin ku ev rewşa OHALê were rewşa asayî. Lê hinek zehmetiyên vê tekoşînê heye.”

“Pêwîst e ku qanûneke gor bawerî, orf û adet, çand û dîroka gel were amadekirin”

Yapicioglu diyar kir ku partiyên siyasî beriya hilbijartinê soz dabûn ku ji gel re makeqanûneke nû amade bikin, piştî hilbijartinên sal 2015an di meclîsê de lijneya lihevhatina makeqanûnê hat sazkirin. Madeyên ku wek peyman hatin pejirandin nehat tetbîqkirin. Di qonaxa herî dawî de jî bes partiya îktîdar AK Partî û MHP di şûna pergala serokatiyê de pergala “Serokkamartiya Partîyî” bi 15-20 madeyên ku dê pergal were qebûlkirin bînin. Yapicioglu piştî ku diyar kir ev kafî nîne wiha destnîşan kir:

Fikra me ew e ku dê ev ji qelban re nebe dermen. Gor qenaeta me ji ber soza ku wan ji ber daxwaziya gel û piraniya partiyên siyasî soz dabûn ji bilî ve makeqanûneke nû ye. Gor me divê ku qanûneke gor bawerî, orf û adet, çand û dîroka gel were amadekirin. Ji bilî ve makeqanûneke nû were amadekirin. Divê ku ev makeqanûn ji bilî ve mehelî bibe. Niha tabloya meclîsê wiha xuya nake. Dê bi vê guhertina makeqanûna nû re pergala ku dê wek “Serokkamartiya Partîyî” were em nizanin ku zirarê wê çiye. Hêj ne diyar e.

MHP û AK Partî pêşnumayên xwe ji hev re pêşkêş kirin. Piştî ku dê ev di medyayê de were eşkerekirin dê em jî bi hevalên xwe ve binirxînin. Heke ev guhertin heke gor berjewandiyên gel bibe ger li dijê me bibe jî dê em piştgirî bidinê. Heke ev guhertin heke gor berjewandiyên me bibe li dijî berjewendiyên gel bibe dê em li dijî vê yekê bibin. Dê em vê yekê di raya giştî de jî parve bikin. Ya girîng berjewendiya raya giştî ye. Ya girîng mesleheta miletê me ye. Dê em gor vê yekê binirxînin.”

 “Edalet bes ew nîne ku mirov ceza bide sûcdaran”

Piştî daxuyaniyê Yapicioglu pirsên endamên çapemeniyê bersivand. Yapicioglu pirsa ji bo mehkûmên mexdûrên daraza FETO ya di derbarê darizandina ji nû ve wiha bersivand: “Di derbarê vê yekê de daxwazên zêde ji me re tên. Hevalên me him bi wesîla çapemeniyê û him jî bi rêvebirên hikûmetê hevdîrin kirin û vê yekê anîn ziman. Nêzî 4 hezar hakim û dozger bi hinceta ku têkiliya wan bi FETO re heye ji wezîfê hatin îxrackirin. Dema ku HSYK hakim û dozgeran ji wezîfê îxrackir wek binasî ji raya giştî re  di rojnameya fermî de hatibû eşkerekirin. Li vê derê bi şiklekî baş tê eşkerekirin ku hakim û dozgerên ku meqaman di destê xwe de digirtin hêza darazê li dijî kesên ku mixalifên wan in bikar anîne û niyeteke wan a wek bicîanîna edaletê nîne.

Ji ber vê yekê we gotiye ‘We biryarên ku ne adilane ne da. We berjewendiyên rêxistinê yan jî îdeolojîkên xwe wek çek bikar aniye. Ji ber vê yekê em me ji wezîfê davêjin.” Nexwe pêwîst e ku hûn biryarên ku di derheqê kesên mixalifên wan bûne bibînin û mexdûriyetên însanan çareser bikin. Edalet bes ew nîne ku mirov ceza bide sûcdaran. Divê heqê kesên ku hatine mexdûrkirin jî were dayîn. Tişteke wiha ji hikûmetê tê xwestin. Lê mixabin di derbarê vê yekê de gavên jidil nehatine avêtin. Rast e dibe ji ber ku hinek endamên darazê ji wezîfê hatine dûrxistin kêm bûne. Lê heqê we tune hûn ji însanên ku hûn dizanin ew dûçarê zulmê bûne re bibêjin hûn kişandina vê zûlmê bidomînin.”

Zewaca di umrê biçûk de

Yapicioglu di derbarê mijara ‘zewaca di umrê zû de” de daxuyaniyên girîng da. Yapicioglu destnîşan kir çand, orf û adet, zewicandinên di umrê biçûk de ya ku civak meşrû dibîne bi dawetan pêk tê bi mijara îstîsmarkirina zarokan re di heman çarçovê de tê nirxandi. Heqê tu kesî tune ku vê yekê bike. dûvre Yapicioglu wiha diyar kir:

 “Gor me divê kesên ku tecawûzê yekê/yeka ku zarok e bike cezayê wan îdam bibe”

 “Zewaca zû di civaka me de rastiyeke. Heke ev yej gor qanûna sûc bibe jî heke kesên kuz û dizewicin mehkeme wan wek îstîsmarker bihesibîne û ji xeynê wan ceza bide zarokan jî gor nêrîn, orf, çanda civakê ev meşrû ye. Ev bi dawetan ciwanên xwe dizewicînin. Ez rastî an jî çewtiya vê yekê didim rexekî. Divê heqê tu kesê tunebe ku orf û adetên civak meşrû dibîne wek îstîsmarkirina zarokan were nirxandin. Helbet divê kesên ku tecawûzê zarokan dikin û çav berdin bedenên însanan da ku hewesên xwe yên heywanî tetmîn bikin bi şîdet werin cezakirin. Heta gor me divê kesên ku tecawûzê yekê/yeka ku zarok e bike cezayê wan îdam bibe.” (ÎLKHA) 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Çêkirina dimsa tûyan a ku kahniya şifayê ye

Çêkirina dimsa tûyan a ku kahniya şifayê ye

2017-07-23 17:11:10

Li gund û gundikên Çewlîgê dest bi çêkirina dimsa tûyan hat kirin.

Rektorê Zanîngeha Şirnexê ji ber qrîza qelb jiyana xwe ji dest da

Rektorê Zanîngeha Şirnexê ji ber qrîza qelb jiyana xwe ji dest da

2017-07-23 16:02:53

Prof. Dr. Mehmet Nûrî Nasê ku Rektorê Zanîngeha Şirnexê ye ji ber ku qrîza qelb derbas kir wî rakirin nexweşxanê. Nasê ku hat rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

 “Harema Şerîf namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ye”

“Harema Şerîf namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ye”

2017-07-23 14:21:33

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ziyareta ku ew li welatên kendavê bike li balafirgehê derheqê êrîşên ku ji teref siyonîstan ve li Mescîda Eqsayê tên kirin de daxuyanî da.

Hemû Nûçe

Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-8

Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyukê ku di teşebûsa 15ê Tîrmehê de ji wan kesên ku ewil derketibûn derve şexsek bû qala wê şeva teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê kir.

Bi dîmenan xwepêşanên ku ji bo Mescîda Eqsayê hatine tertîpkirin

Li gelek bajêr û navçeyan xelkê Misliman xwe berdan kolan û meydanan û ji bo Mescîda Eqsayê xwepêşanan li dar xistin.

“Heta ku ew çeteya siyonîst ji wê derê neyê avêtin ji tû kesî re rihetî tuneye”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ji wan astengkirin û şehîdkirinên ku ji teref siyonîstan ve tên kirin re bertek nîşan da û got ‘Heta ku ew çeteya siyonîst ji wê derê neyê avêtin ji tû kesî re rihetî tuneye.’

Siyonîstan 3 Mislimanên din jî qetil kirin

Di xwepêşanên ku doh piştî nimêja înê hatin tertîpkirin de 3 Mislimanên din jî ji teref siyonîstên îşxalker ve hatin qetilkirin û bi sedan Misliman jî hatin birîndarkirin.

Berdevkê Serokkomartiyê Kalin: Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye

Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin di civîna çepemeniyê ya ku li dar xist de destnîşan kir ‘Mescîda Eqsa ne bêxwedî ye.'
Hemû Nûçe