“Zeviyê ez diçînim pereyê wê kesên din distînin”

: 2016-11-02 10:26

XARPÊT - Cotkarên ku di zeviyên kirêkirine de dexil diçînin ji ber ku paketa teşwîkê di şûna wan de didin xwediyê zeviyê ew gilîdar in.

“Zeviyê ez diçînim pereyê wê kesên din distînin”

Cotkarên Xarpêtî yên ku di zeviyên kirêkirine de dexil diçînin diyar kirin ku ew ji pakêta ku ji teref Wezaretiya Xurek Çandî û Heywandariyê pêşniyazê wan kiriye fayde nabînin û diyar kirin ku mexdûriyetên cotkaran eleqe nayê kirin.

Cotkaran ragihandin ku karê çandinê ew bixwe dikin, zehmetiyê ew dikêşin. Lê di gel vê yekê pakêta piştgirî û teşwîqê xwediyê zeviyan distînin. Ev yek jî adilane nîne.

Hakki Aydogan mijarê wiha rexne kir: Em wek cotkar nayên hesibandin. Lewra em piştgiriyeke ji dewletê nabînin. Ji ber ku tepûyên me tune em nikarin piştgiriyê bigirin. Lê kesên ku tepûyên wan hene ji hemî derfetên wek piştgirî sûdê dibînin. Ji ber ku em fayde ji vê piştgiriyê nabînin em xwe wek cotkar nahesibînin. Em vê yekê bes ji bo mesrefê dikin. Zeviyê ez diçînim. Pereyê yekê din distîne.”

Ji cotkaran Yucel Aydogan qala zehmetiyên ku ew dikêşin kir. Aydogan düvre wiha diyar kir: “Divê ku dewlet piştgirî bide cotkaran. Dibe ku dewlet piştgirî dide cotkaran. Lê ji vê yekê kesê ku zeviyan diçîne rasterast sûdê ji piştgiriyê nabînin. Ev piştgirî ya diçe cem xwediyê zeviyê yan jî diçe cem kesên ku hewl didin ji bo vê piştgiriyê pêşbazî dikin. Ez dizanim piştgirî ji kesên ku bi karê heywandariyê dikin re tê dayîn. Lê ev piştgirî naçe ji wan bi xwe re.”

 “Tevahiya zeviyan vala ne”

Aydogan diyar kir ku dor salên borî çandinî pir kêm bûye. Dûvre Aydogan wiha pê de çû: “Tê bîra min ku me 300 ton pincar dida karxanê. Îro em ne zilamên ku zêde cotkarî dikin jî 100 ton nadin karxanê. Qezenc nake ku çandinî bike. Di salên 90an de qezenc zêde bû. Lê niha tevahiya zeviyan vala ne.”

Aydogan ragihand ku karê rêncberî û cotkariyê pir bi zehmet e. Dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Cotkarî şiklê herî zehmet a jiyanê ye. Yek jî heke cotkar pere qezenc neke vê karê nake. Mirov li gelek kesan mêze dikî 100 donim erdê wan hene lê zarokên wan bi mizeya kêmtirîn dixebitin. Heke qezenc neke çi bike? Di heyama hesadê de makîneyên dirûtinê tên em qe ne destê xwe jî nadin zeviyê. Di vî halê de jî kesî tiştek nake. Lewra qezenc tune.” (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Rêjeya bêkariyê zêde bû

Rêjeya bêkariyê zêde bû

2017-06-15 10:25:23

Li Tirkiyê rêjeya bêkariyê di meha adarê de 1,6 puan zêde bû û hejmera bêkaran derkete 3 milyon û 642 hezaran.

Bihaya çaya ter a sala 2017an hat eşkerekirin

Bihaya çaya ter a sala 2017an hat eşkerekirin

2017-05-26 14:48:29

Bihaya çaya ter a sala 2017an digel bedela destekkirinê wek 2 lîre û 13 qirûş hat diyarkirin.

Hilberînerên pembû mazota erzan dixwazin

Hilberînerên pembû mazota erzan dixwazin

2017-05-22 15:24:45

Cotkarên ku li Diyarbekirê pembû diçînin ji kêmbûna destekê û ji zêdebûna bacan gazinan kirin.

HEMÛ NÛÇE

Li Pakistanê tankera sotemeniyê teqiya: 148 jiyana xwe ji dest dan

Tankera ku li Pakistanê qulibî teqiya, di encama teqîna ku pêk hat de 148 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan û 51 kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku îsal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi sedan cihî bi coşeke mezin hatin tertîpkirin parve kir.

Li Îngilistanê êrîş li Mislimanên ku eyda hev pîroz dikirin hat kirin

Li Îngilistanê kesek wesayîtê di ser Milsimanên ku eyda hev pîroz dikirin de ajot.Di encama êrîşa ku li Mislimanan hat kirin de 3 jê zarok tev de 6 kes birîndar bûn.

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

HEMÛ NÛÇE