“Em ê rojane bêtawîz li sehayê bin”

: 2016-10-28 13:29

QEYSERÎ - Di 1ê Mijdarê Rojnameya Dogruhaberê dê bibe rojane.Birêvebirê Weşana Giştî yê Dogruhaberê Mehmet Goktaş di derbarê bûyîna rojane ya Rojnameya Dogruhaberê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.Goktaş di nirxandina ku kir de destnîşan kir ew ê bêtawîz rojane li sehayê bin.

“Em ê rojane bêtawîz li sehayê bin”

“Înşaallah em ê rojane bêtawîz li sehayê bin”

Goktaş di nirxandina xwe ya ku kir de di derbarê sedema bûyîna  rojane ya rojnamê de wiha  destnîşan kir: “Li holê gelek rojname û kovarên Îslamî hene.Dibe ku bê pirs kirin çi hewce ji rojane derxistina rojnameyê re heye.Dema ku em li cepheya kufrê binêrin em ê bersiva vê pirsê bibînin.Çawa ku di cepheya kufrê de gelek zêde rojname hebin, pêwîst e di cepheya Îslamê de jî gelek rojnameyên Îslamî hebin û bi hêz bin.Medya alaveke bi hêz e.Derketina rojnameyeke din tu zirarê nade.Em li meydanê dibînin ku li meydanê li ser navê Îslamê tawîz tên dayîn û ev yek jî valahî ye.Em dixwazin vê valahiyê dagirin.Em bawer dikin em ê  van xeteyan nekin û bêyî dayîna tawîzê em ê rojnameya xwe li gor xetên xwe yên sor derxin.Xwedê Teala me mihafeze bike. Înşaallah em ê rojane bêtawîz li sehayê bin”

“Bila xwendevanên me  rojnameya xwe ji bayiyê teleb bikin”

Goktaş di berdewama axavtina xwe de bang li xwendevanan kir da ku li rojnamê xwedî derkevin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em girîngiyê didin abonetiyê.Em dixwazin ji însanan re xizmetê bikin.Ew ê kesên belavkar rojnamê heta ber piyên xelkê bibin.Em ji kesên xwendevan teleb dikin berî ku em rojnameya wî jê re bibin bila ew biçê bayiyê û rojnameya xwe teleb bike.Em dixwazin bila xwendevan rojnameya xwe ji bayiyê bistînin.Bila xwendevan rojnamê, bi şikleke tevahî binirxînin.Bila xwendevan û aboneyên me rojnameya me ji bayiyan bistînin û ji hevalên xwe re ji  dikandaran re wek xelat bidin.”(ÎLKHA)

 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Em roja înê xelkê xwe vedixwîn meydanan da ku xwedî li Qudsa Şerîf derkevin”

“Em roja înê xelkê xwe vedixwîn meydanan da ku xwedî li Qudsa Şerîf derkevin”

2017-06-22 18:03:01

Navenda Giştî ya HUDA PARê ji ber minasebeta ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de bang li xelkê hat kirin da ku roja înê temamê Mislimanan derkevin qadan û xwedî li Qudsa Şerîf derkevin.

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

2017-06-22 14:06:09

Sibe ji bo bal bên kişandin li ser rewşa Mescîda Eqsa ya ku qibleya ewil a Mislimanan e û di bin îşxala îsraîla siyonîst de ye dê li Diyarbekirê bernameya fitarê bê tertîpkirin.

“Di cografyaya ummetê de  tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

“Di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

2017-06-22 13:34:26

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku li Çermîkê beşdarî bernameya fitarê bû di derheqê alema Îslamê de diyar kir di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye.

HEMÛ NÛÇE

Otomobîl û wesayîta polêsan li hev qelibîn: 5 mirî 5 birîndar

Li Diyarbekirê otomobîlek û wesayîta polêsan li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

“Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye”

Serokê Karên Diyanetê Gormez destnîşan kir Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye.

Rihayiyan di derheqê ‘Leyletul Qedrê’ de hest û ramanên xwe parve kirin

Ji Leyletul Qedra ku di nav meha Remezanê de ye re rojek ma, Rihayiyan di derheqê Leyletul Qedra ku jê re rojek maye de hest û ramanên xwe anîn zimên.

Serwîsa karkeran qulibî: 18 birîndar

Li Ergeneya Tekîrdagê mîdîbusa ku serwîsa karkeran bû ji kontrolê derket û qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 18 karker birîndar bûn.

Kerwana Ûmudê ji bi hezaran malbatî re alîkarî belav kir

Ji teref Kerwana Ûmudê ya ku navenda wê Stenbolê ye ve li Diyarbekir û Mêrdînê ji bi hezaran malbatên feqîr re beriya eyda Remezanê alîkarî hat kirin.

HEMÛ NÛÇE