A A A

“Me sînorên vê dewletê gor kêfa xwe qebûl nekiriye”

: 2016-10-23 14:15

BÛRSA - Serokkomar Erdogan li Bursayê axavtin kir. Erdogan di axavtina xwe de ragihand ku wan gor kêfa xwe sînorên deletê webûl nekirine.

 “Me sînorên vê dewletê gor kêfa xwe qebûl nekiriye”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Bursayê axavtin kir. Erdogan di axavtina xwe de ragihand ku wan gor kêfa xwe sînorên deletê webûl nekirine.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Bursayê axavtin kir. Erdoganê ku di bernameya vekirinê de axivî wiha destnîşan kir: “Komar dewleta me ya ewil nîne. Ya dawî ye. Me sînorên vê dewletê gor kêfa xwe qebûl nekiriye. Divê neyê jibîrkirin piraniya kesên ku komarê damezrandine di derveyê welat de hatine dinê, mezin bûne û di derveyê sînorê dewleta me de mane.”

 “Dê xwîna Yasîn Boru li erdê nemîne”

Erdigan di axavtina xwe ya li Înegolê de wiha axivî: “Dê li Entabê di daweteke d ezarokeke 14 salî formeya Messî lê were wegirtin -wekê ku ji Messî hezdike- dê bombe lê were girêdan û dûvre were teqandin. Dê 56 birayên min li wir bibin şehîd. Hêj jî 100 birîndar hene û ew hêj bê şerm û eyb dibêjin çima hûn tevlê wan dibin. Dê em tevlê wan bibin. Lewra hêstirên dayîkên wan me dixeniqîne. Dê xwîna wan li erdê nemîne. Dê xwîna Yasîn Boru jî li erdê nemîne.”

 “Me sînorên vê dewletê gor kêfa xwe qebûl nekiriye”

Erdogan destnîşan kir ku wan sînorê vê dewletê gor kêfa xwe qebûl nekirine. Dûvre Erdogan wiha pê de çû: “Me bi dişteke wiha re rû bi rû hêştin. Di van axan de Selçuqiyên Anadolê, Osmaniyan hebûn. Gelî ciwanan! Mêze bikin. Hûn dizanin ku em çawa têgeheştin 780 hezar kîlometreyan? Em ji 20  milyon kîlometreyan hatin. Komar dewleta me ya ewil nîne. Dewleta me ya dawî ye. Me sînorên vê dewletê gor kêfa xwe qebûl nekiriye.” (ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

2017-08-18 09:42:02

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

2017-08-18 08:55:15

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

2017-08-18 08:42:11

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe