A A A

“Ey alimên Kurdistanê! Armanca me yekitiya Mislimanan e”

: 2016-10-22 13:03

DIYARBEKIR - Serokê Giştî yê Îttîhad’ul Ulemayê Mela Enwer Kiliçarslan di bernameya ku wek Hevdîtina Alimên Kurdistanê hatiye lidarxistin de axivî.

“Ey alimên Kurdistanê! Armanca me yekitiya Mislimanan e”

Serokê Giştî yê Yekitiya Alim û Medreseyan (Îttîhad’ul Ulema) Mela Enwer Kiliçarslan di bernameya ku wek Hevdîtina Alimên Kurdistanê hatiye lidarxistin de axivî. Kiliçarslan ragihand ji ber ku di nabeyna Mislimanan de wehdet heye hewl tê dayîn ku tefrîqe têxin nabeyna wan de.

Serokê Îttîhad’ul Ulemayê Kiliçarslan destnîşan kir divê armanca civakê pêk anîna rizayê Xweda bibe û temenî kir ku ev bername bibe wesîla xêrê.

Kiliçarslan ragihand ku Xweda dixwaze Misliman nimêj bikin, rojî bigirin û di nabeyna xwe de yekitî û wehdetê pêk bînin. Dûvre Kiliçarslan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke em di tefrîqayê de bibin em dê nekarin emrê Xweda pêk bînin. Heke em qiweta xwe ji dest bidin, xeyreta me dê biçe. Dûvre têkevin nav zîletê û ji aliyê eqîde û îbadetê ve nikarin azad bibin. Xweda dixwaze ku em dijî dijminan bibin yek. Ji ber ku wehdeta me zirarê dide xerbê ew tefrîqe dixin nabeyna me.”

 “Ey alimên Kurdistanê! Armanca me yekitiya Mislimanan e”

Kiliçarslan bal kişand ser tefrîqayê. Dûvre wiha pê de çû: “Xweda wiha ferman dike; ‘ Ji kesên ku dikevin tefrîqayê re ezab heye.  Gelo em ji vî tehdîta îlahî xelas bûne? Em dikarin bibêjin em birayên hev dû ne? Îro em dikarin bibêjin Xirîstiyan an jî sosyalîsteke di bin emrê Mislimanan de ye? Mixabin amîrên umeta Îslamê Xrîstiyan, sosyalîst û komînîst in. Gelo çima ev zîlet heye? Me dev ji wehdetê bernedaye û em nebûne bira. Di wehdetê de qiwet û îzet heye. Ey alimên Kurdistanê! Armanca me yekitiya Mislimanan e. Armanca kufrê jî Kurd in. Çima em dev ji eqîda bav û kalên xwe berdidin gor Xirîstiyanan hereket dikin.”

“Em amade ne ku destê xwe ya wehdetê dirêj bikin”

Kiliçarslan axavtina xwe wiha domand: “Ehlê Kufrê nîfaq dixin nabeyna me û ji bo petrol û madena alema Îslamê nêzî 30 welatan hatine cemhev. Misliman li ser malên xwe birçîne. DYE û Îngilîstan li ser malê Mislimanan kêf dikin. Heke embibin yek kêrê van nayê. Lê mêze bikin kesên ku çek didin destê van ciwanan me û medreseyên me tehdît dikin. Ewladên me qetil dikin. Wek Îttîhad’ul Ulema 70 medrese û 4 hezar xwendekarên me hene. Piraniyê wê li Kurdistanê 400 alim û nêzî 300 heb jî komeleyên me hene. Em bi alim û medreseyên xwe bûne yek. Dema ku dijmin êrîşê me bikin em dikarin xwe biparêzin. Em dixwazin ku destê xwe ya biratiyê dirêj bikin. Em amade ne ku destê xwe ya wehdetê dirêj bikin.” (ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

2017-08-18 09:42:02

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

2017-08-18 08:55:15

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

2017-08-18 08:42:11

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe