Quraftina rezan dest pê kir

: 2016-10-12 14:49

MÊRDÎN - Digel destpêka demsala payîzê quraftina rezan dest pê kir.

Quraftina rezan dest pê kir

Digel destpêka demsala quraftina rezan li Mêrdîn û gundên derdorên wê xebatên quraftinê dest pê kirin. Mêrdîniyên ku bi zehmetîke mezin tirihan berhev dikin piştî ku wan dieciqînin û ava wan derdixin êdî dest bi çêkirina bastîq, benî û dimsê dikin.

Piştî ku tirihên ku hatine berhevkirin hatin eciqandin û ava hat derxistin re di qazanan de tên kelandin.Di pêvajoya kelandina ava tiriyê de kevirê ku jê re kils tê gotin têdixin nava ava tirihê da ku hişk bibe.Piştî ku av parîkek hişk bû re li ser cilikan tê raxistin û ji wan bastîqan çêdikin.

Di derbarê mijarê de Gulçîn Yardimciya ku li Şemrexê rezê xwe diqurifîne wiha dest nîşan kir: “ Tirihên ku em berhev dikin dixin nava çuwalekê û di mehzenê de dieciqînin û em ava wan derdixin.Dû re em di qazanan de dikelînin.Di dema kelandinê de em kevirê kilsê davêjin nava qazanê.Dû re jî em ji vê dims, bastîq û beniyan çêdikin. Em van mehsûlên ku çêdikin nexasim di demsala zivistanê de dixwin.”

 “Tiştên ku em çêdikin him em dixwin û him jî em ji mêvanên xwe re îkram dikin”

Gazî Ertaşê ku ji ehlê gundê jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ji quraftina rezan re li heremê dibêjin mehsere û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji ava wan tirihên ku ji rezan berhev dikin dimsê çêdikin.Em pêşî wê avê nêzî du seatan dikelînin  û dû re dimsa me çêdibe.Em her wiha bastîq û beniyan jî ji ava tirî çêdikin.Ev çanda me çendîn sala ku berdewam dike. Tiştên ku em çêdikin him em dixwin û him jî em ji mêvanên xwe re îkram dikin.”

 “Digel ku kareke bi zehmet be jî em bi vê kêfxweş in”

Di derbarê mijarê de gundiyê bi navê Kemaş Tîtîz jî destnîşan kir çêkirina dimsê kareke bi zehmet e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Digel ku kareke bi zehmet be jî em bi vê kêfxweş in. Em ji ava wan tirihên ku ji rezan berhev dikin dimsê çêdikin.Em pêşî wê avê nêzî du seatan dikelînin  û çend seatan jî disekinînin.Dîsa dûv re dîsa di qezanan de dîsa dikelînin û  dû re dimsa me çêdibe.

Çêkirina beniyên bi behîv û guwîz

Hesen Er jî di derbarê çêkirina beniyên bi behîv û guwîzan de wiha axivî: “Em pêşî guwîz û behîvên xwe bi dar ve dikin.Dû re em wan, li nav  wê ava beniyan ango li hewdelê  didakin. Dû re jî em ji tayên wan ji bo zûwa bibin bi şerîtan ve didaliqînin.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Yetim-Der ji malbatên feqîr û jar re  alîkariya Remezanê kir

Yetim-Der ji malbatên feqîr û jar re alîkariya Remezanê kir

2017-06-16 15:34:03

Yetîm-Derê ku di meha Remezanê de kesên feqîr ji bîr nekir li Diyarbekirê bi hezaran kesî re alîkarî belav kir.

Paleyiya nîskan a ku li rasta meha Remezanê hat dest pê kir

Paleyiya nîskan a ku li rasta meha Remezanê hat dest pê kir

2017-05-28 15:48:32

Cotkarên Êlihî yên ku dest bi paleyiya nîskan a îsal kirin destnîşan kirin ji ber ku paleyiya nîskan li rasta meha Remezanê hatiye ew paleyiyê piştî paşîvê di wan wextên hênik de dikin.

 “21 hezar û 664 kes li benda neqla gurçikê ne”

“21 hezar û 664 kes li benda neqla gurçikê ne”

2017-05-28 15:19:03

Pîsporan destnîşan kir digel meha Gulanê pêdiviya 21 hezar û 664 kesan ji neqla gûrçikan re heye ku ji ber vê pêdiviyê divê civak di vî warî de bê bi şiûrkirin.

HEMÛ NÛÇE

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

Ji Rêberê Cemaeta Hîzbullah peyama Eyda Remezanê

Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîb Gumuş ji ber minasebeta Eyda Remezanê peyam weşand, Gumuş di peyama ku weşand de diyar kir îttîhad, yekîtî û digelheviya Mislimanan ji bo bihêzkirina têkliyên biratiyê yên di nav Mislimanan de çareya dawî ye.

Qatar wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin pê bidin qebûlkirin red kir

Qatar bi daxuyaniya ku belav kir destbîşan kir ew wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin ji teref 4 welatên Ereban ve pê bidin qebûlkirin red kiriye.

Bajêr bajêr wextên Nimêja Eydê

Eyda Remezanê wê sibe bê îdrakkirin.Wextê nimêjên ku ew ê di vê roja pîroz de ji teref Mislimanan ve bên edakirin hatin diyarkirin.

Walîtiya Hatayê: 5 êrîşkarên xwekuj hatin girtin

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Hatayê ve hatiye dayîn de hat ragihandin 5 kesên ku haziriya êrîşa xwekujiyê dikirin hatin girtin.

HEMÛ NÛÇE