USD 5.27
EUR 5.94
GBP 6.76
Zêra Gram 224.26
Zêra Cumhuriyetê 1491.43
  • Sazumanî
    • Vîzyona me
    • Rêgezên Weşanê
    • Peymana Abonetîyê
    • Pêwendî
    • Pêşnûmaya Organîzasyonê
    • Nepenî
    • Mîsyona me
    • Hişyariya Zagonî
  • Muameleyên Ebonê
    • Qeyda Abonê
    • Têketina Ebonê

Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA

  • Serûpel
  • Nûçe
    • ROJEV
    • SIYASET
    • CÎHAN
    • TEKNOLOJÎ
    • TENDURISTÎ & JIYAN
    • PERWERDE
    • HEVPEYVÎN
    • ABORÎ
    • ÇAND & HUNER
    • Arşîv
    • Hemû Nûçe
    • Hemû Sernûçe
  • Wenê
  • Vîdyo
  • TR
  • EN
  • AR
  • FA
  • KU
    • Kurmancî
    • سۆرانی
Îmsaq 06:47 Nîvro 13:09 Esr 15:27 Mexrib 17:47 Eşa 19:14
6°C
  • +90 536 361 88 88

A A A

Mexdûrên kumpasên FETO/PDYyê yên ku nayên dîtin-1

: 2016-09-17 10:26

NAVENDA NÛÇEYAN - FETO/PDYê ku heta 15ê Tîrmehê li gelek kesan kumpas kir herî zêde mexdûriyetên mezin bi camîayên Îslamî da jiyanadin.Hakimên wan dozên ku bi kumpasan hatibûn vekirin wek terorîst hatin girtin û bi hezaran kesên ku ji teref van hakiman ve hatine girtin û di girtîgehê de ne li benda edaletê ne.

Mexdûrên kumpasên FETO/PDYyê yên ku nayên dîtin-1

FETOyê ku bi salan ji teref dewlet û îqtîdaran ve bi hincetên cûrbecûr dihat destekkirin îmkan û hêza xwe ya daraz, artêş û ewlehiyê bikaranî û wan cemaet û camiayên ku ji xwe re reqîb didît hewil da ji holê rabike.

FETO nexasim li rojhilat, wek PKKyê ku êrîşî rêxistinên ku weke xwe  nedifikirî dikir bi heman awayî FETO jî êrîşî cemaet û camiayên Îslamî  kir  û wan xiste hedefa xwe.FETO bi destên zilamên xwe yên ku wan  di burokrasîya siwîl û eskeriyê de bi cî kiribû  wan kes û sazîyên  ku xistibûn hedefa xwe  wek teror û terorîst nîşan da û wan avête girtîgehê.FETO carinan jî   rêbazên dere qanûnî yên mîna JÎTEMê tetbîq kir û însanên masum qetil kir. Ji vê re mînaka herî eşkere  qetilkirina Cewzet Soysalê ku bi nasnameya xwe ya Îslamî dihat naskirine. Cevzet Soysal ji teref van ve ji ber devê deriyê xwe hat revandin û bi îşkenceyan hat qetilkirin.Ev înfaz piştî çend salan bi daxuyaniyên îstîxbaratkerê berê Sabrî Uzun deşîfre bû.

Ew kumpasên ku ji teref FETO/PYDê ve li camîayên Îslamî hatin kirin nayên dîtin

Her weke ku tê zanîn piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê re  ew kumpasên ku bi marîfetên FETO/PDYê hatine kirin, zêdetir ji teref raya giştî ve hatin nîqaşkirin.Malbatên mexdûran ên ku ji ÎLKHAyê re axivîn  destnîşan kirin ku ew kumpas  û komployên ku li camiyaên Îslamî hatin kirin tên piştguhkirin.Malbat   her wiha destnîşan kirin ew Kemalîst/Netewîperwer ên ku ji dozên  Ergenekon, Balyoz,Sarikiz,Ayişigi,Eldîven û Casûstiya Eskerî dihatin darizandin hatin beraatkirin.Malbat her wiha destnîşan kirin ku camîayên Îslamî yên ku mexdûrê heman rêxistinê ne hêviya wan a edaletê nayê dîtin.

FETO/PDY darbeya  herî mezin li camiayên Îslamî xist

STK û Cemaetên Îslamî yên ku bi kumpasan hatin muharasakirin û darbê xwarin her çi qas di statuya yasayî de fealiyetan dikirin jî bi dek û dolaban û her wiha bi kumpas û delîlên sexte hatin mexdûrkirin û li wan doz hatin vekirin.Îro polês, hakim û dozgerên ku  aktorên van kumpasên ku deşîfre bûne ji endambûna rêxistina terorê tên girtin û wan dixin girtîgehê.

FETO/PDYyê ku bêperwa û bêrehm di ser camîayên Îslamî de diçû  carinan Hîzbullah, Hîzbultahrîr, Cemaeta Îsmaîl Axa,Weşana Tahşiyê û carinan jî Mustazaf-Der, Wehdet-Dera Adiyamanê, Îhya-Dera  Xarpêtê, Şura-Dera Edenê û sazîyên sivîl ên mîna van têxiste hedefa xwe.Di vê bergehê de komeleyên ku qala wan hat kirin, hatin girtin û bi hezaran kesên ku tê îddîakirin bi van komeleyan re têkildar in  hatin girtin û wan xistin gîrtîgehan.

Medyaya FETO li dijî Cemaetên Îslamî propagandaya kirêt da kirin

FETOyê ku bi temamên hêzên xwe di ser camîayên Îslamî de diçû ji rexê din ve jî bi hêza medyaya di destê xwe de hewil dida van camiayan bê îtîbar bike.Ew operasyonên ku bi hêmanên di nava dewletê de ne hatin kirin ji teref medyaya FETO/PDYê ve  hat şaşomaşokirin û ji rastiyê hatin dûrkirin.Bi vî awayî hewil hat dayîn tesîr li hişê raya giştî bê kirin.

Dewlet hewil da xwe paqij bide nîşandan û FETO/PDY jî ji xwe rê vedikir

Ew rêxistinên di nava dewletê de ne dema ku di ser camîayên Îslamî de diçûn, her tim wan camîayên ku li ber FETO/PDYê asteng bûn dixistin hedefên xwe Di  vê bergehê de mesela herî girîng di bergeha lêpirsîna Hîzbullah de paqijkirina bûyerên ku failên wan meçhul in.Îdarevanên dewletê yên wê demê wan cinayet û lîstikên qirêj hewil dan bi dozên Hîzbullah paqij bikin û ji rexê din ve jî FETO/PDYê ku di nava dewletê de organîze bûbû bi van dozan rê li ber xwe vedikir.

Di 17ê Çileya 2000an de li Beykozê arşîva Hîzbullah hat bidestxistin û zêdetirî 20  hezar kesên ku tê îddîakirin navên wan di vê arşîvê de hebûn hatin binçavkirin û gelek îşkence li wan hatin kirin .Lê belê ev arşîva ku ji van tiştan re bûbû sebeb tu car di dosyayan de cihê xwe negirt.Nexasim bertewanên ku ji Doza Sereke ya Hîzbullah dihatin darizandin çendîn carî teleb kirin ku arşîv bên anîn.Lê belê ev arşîva ku nehat anîn dû re derket holê ku ev arşîv ne li emaneta edlî û ne jî li ewlehiyê ye.Di encamên lêkolînên ku hatin kirin derket holê ku arşîv ji teref FETO/PDYê ve hatiye revandin.

Di wê arşîva windayî ya Hîzbullah de tê diyarkirin lîstik û kiryarên qirêj ên ku ji teref sazî û zilamên FETO/PDYê ve hatine kirin û her wiha di serî de CIA, MOSAD û di derheqê gelek îstîxbaratên biyanî de agahî hene.

Bi hezaran kesên ku di bergeha dozên Hîzbullah de  bi îşkenceyan îmze bi wan hatibû avêtin di derheqê wan de îddîanameyên bêbinî hatibûn amedekirin.Dîsa di encama darizandinê de bi hezaran kesên masum, bêsûc û belesebeb ji wan re ceza hat dayîn.Ew hakim, dozger  û polêsên îşkenceker ên ku tevde îmzeya xwe avêtibûn bin van dosyayan piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê di bergeha lêpirsînan de ji peywirê hatin dûrxistin ku ev yek jî erka FETO/PDYê ta di van dozan de nîşan dide.

Endamên STKyên Îslamî bi delîlên sexte hatin cezakirin

Ji teref FETO ve gelek tehdayî û zilm li komeleyên ku endamên Platforma Evîndarên Pêxember in jî hat kirin û FETO di vî warî de îmzeya xwe avêtê bin gelek kumpasan.

Hinek rêvebir û endamên van komeleyan di Doza Sereke ya Hîzbullah de hatibûn darizandin ku temel û bingeha van kumpasên ku li van komeleyan hat kirin li ser vê yekê hat avêtin.Ji ber vê yekê hakim û dozgerên ku girêdayê FETO/PDYê ne vê yekê wek delîl hesibandin û fealîyetên yasayî yên ku ji teref Mustazaf-Der, Wehdet Der, Îhya-Der, Şura-Der û komeleyên din ve hatin kirin wek sûc hatin hesibandin û ji endam û rêvebirên wan re cezayên giran hatin dayîn.Di vê beregehê de di derheqê gelek komele, Cemaetên îslamî de lêpirsîna ‘terorê’ hat vekirin  û endamên wan jî wek ‘terorîst ‘ hatin nîşandan û wan avêtin girtîgehê.

Her weke ku tê zanîn ew kesên ku ji tebeqeya bijarte tên hesibandin  û ji aktorên girîng ên wesayeta eskerî  ya heyamekê bûn di şevekê de ji girtîgehan hatin berdan; lê belê ew dozên ku sikandal in û bêbinî ne qet nehatin vekolînkirin ku ev yek raya giştî nerihet dike û ew kesên ku mexdûrên FETO/PDYê ne li benda tecellîkirina edaletê ne.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Etîket feto kumpas mexdûriyet kumpas camiayên Îslamî STK
Kategorî ROJEV
Malbata Sûrîyeyî ya ku di haleke perîşan de dijî li benda alîkarîyê ye

2019-02-15 14:10:46

Malbata Sûrîyeyî ya ku tev de 6 nefs e û ji ber şerê navxweyî ya li Sûrîyê koçî Êlihê kirin ji ber ku halê wan nebaş e li benda alîkarîya xêrxwaz û rayedaran in.

Li Rojhilat rêya zêdetirî 600 gundan ji ber berfê hat girtin

2019-02-15 13:14:53

Li Rojhilat rêya zêdetirî 600 gundan ji ber berfê hat girtin, ji bo rêyên gundan bên vekirin xebat hatin destpêkirin.

Gelek alim, pêşewa, rêber û rêzanên Îslamê di meha Sibatê de şehîd bûn

2019-02-15 11:10:22

Ji mêj vir ve ji ber ku gelek alim, pêşawa û xizmetkarên Îslamê di meha Sibatê de hatine şehîdkirin meha sibatê bi navê “Meha Şehadetê” tê binavkirin.

Hemû Nûçe

Tirkîye: Em wê êrîşa ku li Îranê hatiye kirin bi şiddet şermezar dikin

Wezareta Karên Derve yê Tirkîyê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew wê êrîşa ku li Îranê hatiye kirin bi şiddet şermezar dikin.

Selmanê xulam û xizmetkarê Amerîka û siyonîstan derket ser Kabê

Bîn Selmanê Welîahdê Siûdîyan ji bo wan înşaatên ku li derdora Kabê tên kirin kontrol bike derket li ser banê Kabê. Gelek Misliman ji vê bûyera ku ji îbadeta wan re bûn asteng re betekên tund nîşan dan.

Derbarê avahîya ku li Kartalê hilweşîya de 3 kes hatin binçavkirin

Di bergeha lêpirsîna ku derbarê avahîya ku li Kartala Stenbolê hilweşîya de hat destpêkirin de 3 kes hatin binçavkirin.

Fransayê dijminê Îslamê 7 mizgeftan girt

Fransayê ku dijminê Îslamê ye û bi êrîşên ku li Misliman û camîyan dike tê rojevê di nava salekê de bi hinceta “teror”ê 7 mizgeftan girt.

Bihaya dermanan zêde bû

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca destnîşan kir ew ê di bihaya dermanan de ji sedî 26,4 zam bê kirin.
Hemû Nûçe

ANALÎZ

Analiz Haber

Emperyalîzma çandî: 14ê Sibatê Roja Dildaran!

Analiz Haber

Di sala çaremîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê-2

Analiz Haber

Mexdûrên kumpas û komployên FETO-2

Analiz Haber

Di sala çaremîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê-1

Analiz Haber

Mexdûrên komplo û kumpasên FETO -1

Hevpeyvîn

Hasan El Benna digel hilweşîna xîlafetê hareketeke nû ya îhyakirinê da destpêkirin

1
“Kes ji bo xelkê Sûrîyê mudaxeleyî Sûrîyê nekir, tev ji bo menfaatên xwe xebitîn”

2
 “Zîna serbest û zewac jî qedexe ye”

“Zîna serbest û zewac jî qedexe ye”

3
Rêberê Cemaeta Hîzbullah di 19emîn salvegera şehadeta xwe de tê bîranîn

4
Pîreka ku di emrê ciwan de zewicî: “Dewlet piştî 7 salan mala min xera kir!”

5

Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA

Navnîşan :Peyas Mah. 466 Sk. Öncüoğlu Sitesi A/Blok No:1 Kayapınar/DİYARBAKIR

Telefon :+90 412 237 51 23

WhatsApp :+90 536 361 88 88

Torên Me yên Medyaya Civakî

Sazumanî

  • Vîzyona me
  • Rêgezên Weşanê
  • Peymana Abonetîyê
  • Pêwendî
  • Pêşnûmaya Organîzasyonê
  • Nepenî
  • Mîsyona me
  • Hişyariya Zagonî

Menû

  • Vîdyo
  • Wenê
  • Ebonetî
  • Qeyda Abonê
  • Têketina Ebonê
  • Têkilî
  • HILBIJARTIN 2018

Xizmet

  • Arşîv
  • Haber Merkezi

© 2007-2019 Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA All rights reserved.

malbata sûrîyeyî teleba alîkarîyê