Îddiaya li Girtîgeha Girtî ya Tîpa Fya Edîrnê li mehqûman îşkence tê kirin

: 2016-08-19 14:59

EDIRNE - Hat îddîakirin li Girtîgeha Girtî ya Tîpa Fya Edîrnê îşkence li mehqûman tê kirin.

Îddiaya li Girtîgeha Girtî ya Tîpa Fya Edîrnê li mehqûman îşkence tê kirin

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin gardiyanên Girtîgeha Girtî ya Tîpa Fya Edîrnê işkence li Cîhan Yeşîl û Şeyhmuz Çelîk tên kirin.

Mehmet Mahmut Doganê ku parêzerê Şeyhmuz Çelîk e Di derbarê mijarê de destnîşan kir piştî ku ew bi bûyerê bihistiye muwekîlê xwe ziyaret kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku ez çûme ziyareta muwekîlê xwe min dît ku di wucûdê muwekîlê min de ji ber îşkenceyan morayî pêk hatine û gelek hestiyên wî şikestine û werimandin di bedena wî de pêk hatine.Birêvebiriya girtîgehê ji bo îşkenceya ku li mehqûman hatiye kirin dernekeve holê mehqûman neşandiye nexweşxanê.”

Dogan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew dû re bi birêvebiriya girtîgehê re hevdîtinê kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku min bi wan re hevdîtin  kir, min ji wan re got ku pêwîst e mehqûmên ku îşkence li wan hatine kirin biçin nexweşxanê.Lê birêveberiya girtîgehê ji min re got ku mehqûm biproblem in û rewşa wan a tenduristiyê gelekî baş e.Her wiha raporên doxtoran nîşanî min dan dan.Lê di wan raporan de qet qala wan şikestin, werimandin û morbûna bedena mehqûman nedihat kirin.Min dîlekçe da girtîgehê da ku mehqûman bibin nexweşxanê, lê piştî bûyerê heftiyekê encax wan her du mehqûman birin nexweşxanê.”

Her wiha hat îddîakirin ji bo xebera îşkenceyê belavî derveyê girtîgehê nebe hevdîtina mehqûman a bi telefonê hatiye astengkirin.

Birêveberiya girtîgehê ya ku me di derbarê mijarê de pê re têkete têkiliyê di derbarê mijarê de  destnîşan kir ku ew ê di derbarê mijarê de neaxivin.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Em roja înê xelkê xwe vedixwîn meydanan da ku xwedî li Qudsa Şerîf derkevin”

“Em roja înê xelkê xwe vedixwîn meydanan da ku xwedî li Qudsa Şerîf derkevin”

2017-06-22 18:03:01

Navenda Giştî ya HUDA PARê ji ber minasebeta ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de bang li xelkê hat kirin da ku roja înê temamê Mislimanan derkevin qadan û xwedî li Qudsa Şerîf derkevin.

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

2017-06-22 14:06:09

Sibe ji bo bal bên kişandin li ser rewşa Mescîda Eqsa ya ku qibleya ewil a Mislimanan e û di bin îşxala îsraîla siyonîst de ye dê li Diyarbekirê bernameya fitarê bê tertîpkirin.

“Di cografyaya ummetê de  tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

“Di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

2017-06-22 13:34:26

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku li Çermîkê beşdarî bernameya fitarê bû di derheqê alema Îslamê de diyar kir di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye.

HEMÛ NÛÇE

Otomobîl û wesayîta polêsan li hev qelibîn: 5 mirî 5 birîndar

Li Diyarbekirê otomobîlek û wesayîta polêsan li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

“Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye”

Serokê Karên Diyanetê Gormez destnîşan kir Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye.

Rihayiyan di derheqê ‘Leyletul Qedrê’ de hest û ramanên xwe parve kirin

Ji Leyletul Qedra ku di nav meha Remezanê de ye re rojek ma, Rihayiyan di derheqê Leyletul Qedra ku jê re rojek maye de hest û ramanên xwe anîn zimên.

Serwîsa karkeran qulibî: 18 birîndar

Li Ergeneya Tekîrdagê mîdîbusa ku serwîsa karkeran bû ji kontrolê derket û qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 18 karker birîndar bûn.

Kerwana Ûmudê ji bi hezaran malbatî re alîkarî belav kir

Ji teref Kerwana Ûmudê ya ku navenda wê Stenbolê ye ve li Diyarbekir û Mêrdînê ji bi hezaran malbatên feqîr re beriya eyda Remezanê alîkarî hat kirin.

HEMÛ NÛÇE