USD 5.31
EUR 6.02
GBP 6.93
Zêra Gram 227.92
Zêra Cumhuriyetê 1521.21
  • Sazumanî
    • Vîzyona me
    • Rêgezên Weşanê
    • Peymana Abonetîyê
    • Pêwendî
    • Pêşnûmaya Organîzasyonê
    • Nepenî
    • Mîsyona me
    • Hişyariya Zagonî
  • Muameleyên Ebonê
    • Qeyda Abonê
    • Têketina Ebonê

Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA

  • Serûpel
  • Nûçe
    • ROJEV
    • SIYASET
    • CÎHAN
    • TEKNOLOJÎ
    • TENDURISTÎ & JIYAN
    • PERWERDE
    • HEVPEYVÎN
    • ABORÎ
    • ÇAND & HUNER
    • Arşîv
    • Hemû Nûçe
    • Hemû Sernûçe
  • Wenê
  • Vîdyo
  • TR
  • EN
  • AR
  • FA
  • KU
    • Kurmancî
    • سۆرانی
Îmsaq 06:47 Nîvro 13:09 Esr 15:27 Mexrib 17:47 Eşa 19:14
12°C
  • +90 536 361 88 88

A A A

Yapicioglu: Kesên ku digotin ‘hûn tiştan mezin dikin’ niha dibêjin we kêm gotiye

: 2016-08-18 14:19

DIYARBEKIR - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarê bernameya Rehber TVyê bû di derheqê rojevê de nirxandin kir.

Yapicioglu: Kesên ku digotin ‘hûn tiştan mezin dikin’ niha dibêjin we kêm gotiye

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarê bernameya Rehber TVyê ya ku Yunus Emîroglu birêve dibe bû. Yapicioglu di bernameyê de pirsên Lêkolîner û Nivîskar Kenan Çelîk û Midûrê Xeberan ê ÎLKHAyê Olcay Ersoy bersivand.

Yapicioglu di destpêka axavtina xwe de bi minasebeta salvegera Erdheja Marmarayê ya 17ê Tebaxê ji kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn re rehmet xwest û temenî kir ku carek din bûyerekî wiha neqewime.

Yapicioglu di derheqê tehliyekirina 38 hezar kesan de axivî û bal kişand ser rêjeya tijîbûna li girtîgehan. Her wiha Yapicioglu diyar kir kesên ku dizî, xesp kirine, ruşwet sitandine û wezîfa xwe bi şiklekî kirêt pêk anîne hatine tehliyekirin. Dûvre Yapicioglu di derbarê mijarê de wiha axivî: “Îro hakim û dozgerên ku wek endamên rêxistina terorê hatine girtin di derheqê gelek girtiyan de biryar dane û dê ev girtî ji vî tehliyeyê îstîfada nekin.”

Yapicioglu destnîşan ku ku ji teref hikûmetê ve di derheqê girtiyên ku ji ber doza Ergenekon û Balyozê de di serê sala 2014an de ji bo ku werin tehliyekirin xebat destpêkiriye û di encama vî yekê de jî dosyayên wan di serdozgeriyê de xirab bûne. Dûvre ev kes hatine beraetkirin.

Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di derbarê vî mijarê de testekî cidî hat ber hikûmetê û hikûmet di derbarê vî yekê de ji testê derbas nebû. Kesên ku di nav artêşê de derbe bikin hene lê hikûmetê rê û rêbazên xwe guhert. Hikûmet bes neheqiyên ku li wan hatine kirin dît. Mexdûriyetên wan ji holê rakir. Gelê ew hakim û dozger bes ceza dane wan leşkeran? Herkes dizane ji bo ku qad ji wan re bimîne wan li her derê neheqiyên ku qet nayê hişê mirov kirin. Wan gelek însanan mexdûr kirine. Mînak ji bo ku ew di raya giştî de bicî bibin wan zilamên xwe danîn şuna kesên ku dixebitin. Wan vî yekê berî bi şiklekî asayî kirine. Dema ku nekarîne vî yekê bikin dûvre serî li komployan dane û îftira avêtine situyê însanan. Belkû wan bi bêneheqiyê re îtham kirine ev jî têra wan nekiriye ji wan re gotin teror, wan binçav kirine, darizandine û wan avêtine hindir. Ji ber ku ew di bin sîwana cemaetê de derketin holê li Tirkiyê çiqas cemaetên Îslamî hene wan bi îtîbara wan lîstin.”

 “Kesên ku digotin ‘hûn tiştan mezin dikin’ niha dibêjin we kêm gotiye”

Yapicioglu bal kişad ku sedema belavbûna li raya giştî ya saziya paralel hikûmet e. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev 14 sal e ku hûn îktîdar in. Hûn bûn sebeb ku ew ev qas di raya giştî de belav bûn. Di derbarê vî mijarê de guneha herî mezin ya we ye. Me ji kesên ku AK Partiyê bûn re jî vî yekê digot. Me digot ku qumpasên cidî tên lidarxistin. Me digot delîlên ku tune amade dilkin û belesebeb însanan gigirin û bi binasiyên ku ew bi xwe amade dikin wan dixin hindir. Dadger û dozger biryarên sosret didin. Wî çaxê kesên ku digotin ‘hûn tiştan mezin dikin’ niha dibêjin we kêm gotiye.”

 “Sedema vî sîleya ku şebekeya fesad dixwe nifrînên însanên ku dûçarê zilma wan bûne ne”

Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “Dê hûn qanûnekî amade bikin. Ji bo vî yek ‘gelo berteka raya giştî çiye û însanên li Xerbê di derheqê vî yekê de çi difikire? Lê dê hûn vî mijarê ji hinek kesan nepirsin. Heke hûn herektên ku dibe sedema xezeba Xweda bikin û heke hûn mihesebeya kê dê hûn derkevin hizûra Xweda nekin û hûn nebêjin ‘gelo Xweda dê ji me re çi bibêje? Dê em çawa bersiva vî yekê bidin? û heke hûn bibêjin filan kes û bêvan kes dê ji me re çi bibêjin? Zulmên ku wan kirine heke hûn ji holê ranekin û heke kesên ku dûçarê zulma wan bûne dest bi nîfrîna ku ji wan re tê kirin ji we re jî bikin dê hûn jî dûçarê sîlekî wisa bibin ku hûn nezanin ev sîle ji kijan terefê hatiye.”

 “Ev gunehekî wisa mezin e dibe ku îktîdarê jî ji desthilatdariyê dûr bixe”

Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çawa ku beriya 38 hezar kesan vekirin dîsa bi rêkûpêkkirina yek madeyê dibe ku bê gotin; Ewraqên îmzakirî yên polêsên ku ji ber vî rêxistina terorê ji peywîr dûr hatine xistin an jî hatine girtin êdî wek bişek in. Divê ku lijnekî vî yekê tehqîq bike û qet nebe rêya drizandina ji nû ve veke. Nexwe ev gunehekî wisa mezin e dibe ku îktîdarê jî ji desthilatdariyê dûr bixe.”

Pirsgirêka Sûrî

Yapicioglu diyar kir heke hevdîtina di nabeyna Tirkiye-Îran û Ûris de bibe wesîla çareserkirina pirsgirêka Sûrî dê ew kêfxweş bibin. Dûvre Yapicioglu wiha axavtina xwe domand: “Niha têkiliya komên ku li Sûrî bi hev re an jî bi rejîmê re şer dikin bi hevre hene. Vî yekê îlla wek neyînî fêm nekin. Ji van koman hinek pîyonên emperyalîstan dikin hinek jî ji vir an ji wir piştgirî distînin. Heke herkes koma ku daxîl e jibo rûniştina ser masê îqna bike dê ev mijar were çareserkirin.”

Peymana Tirkiye-Îsraîlê

Yapicioglu bal kişand qanûna ku di derheqê peymana Tirkiye-Îsraîlê ji TBMMê re hatiye pêşkêşkirin bes zillet e. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gor vî peymanê di nabeyna 25 rojan de dê Îsraîl ji bo Tirkiyê 20 milyon dolar razîne. Piştî razandina vî perê di nabeyna her du aliyan de hatiye îmzakirin dê bi her wechê kesên ku li ser navê Îsraîlê herket dike û hemwelatiyên Îsraîlê di derbarê hiqûq an jî cezayê de muaf bike. Tirkiye çi digot; ‘dê ev dorpêçî were rakirin. Di derbarê dorpoçiyê de tu tiştekî tune. Ev peyman bes zillet e.” (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Etîket Yapicioglu Rojev Nirxandin
Kategorî ROJEV
Li Nîjeryayê şivan êrîşî cotkaran kirin: 17 mirî

2019-02-21 13:15:36

Li Benueya parêzgeha Nîjeryayê şivan êrîşî cotkaran kirin, di êrîşa ku hat kirin de 17 kes jiyana xwe ji dest dan.

Sîmone Kaslowskîyê Îtalyan bû serokê nû yê TUSÎADê

2019-02-21 10:32:03

Sîmone Kaslowskîyê Îtalyan bû serokê nû yê Komeleya Însanên Kar û Pîşêsezvanên Tirk.

Ji ber erdhejê li Çanakkalê mekteb hatin tatîlkirin

2019-02-21 10:00:25

Li Ayvacika Çanakkaleyê ji ber erdhejê mekteb hatin tatîlkirin.

Hemû Nûçe

Darbekerên Misirê 9 xortên ku endamê Îxwanê bûn şehîd kirin

9 xortên endamên Îxwanul Muslîmun ên ku li Misirê ji êrîşa bombeyî ya ku li Serdozgerê Misirê Hîşam Berekat hatiye kirin tên sûcdarkirin hatin îdamkirin.

Erdogan: Em ê tayîna 20 hezar mamosteyan bikin

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ew ê di mehên pêşîya me de tayîna 20 hezar mamosteyan bikin.

Midûrê Giştî yê TCDDyê ji wezîfê hat girtin

Îsa Apaydinê Midûrê Giştî yê Rêyên Hesinî yên Dewleta Komarê ya Tirkîyê ji wezîfê hat girtin.

Akar û Guler diçin Amerîkayê

Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Hulusî Akar û Serokê Sererkanîyê Orgeneral Yaşar Gurel dê îro biçin Amerîkayê.

10 hezar paket cixareyên qeçax hatin bidestxistin

Li Wanê di lêgerînên ku di mal û kargehekî hat kirin de 10 hezar paket cixareyên qeçax hatin bidestxistin.
Hemû Nûçe

ANALÎZ

Analiz Haber

Emperyalîzma çandî: 14ê Sibatê Roja Dildaran!

Analiz Haber

Di sala çaremîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê-2

Analiz Haber

Mexdûrên kumpas û komployên FETO-2

Analiz Haber

Di sala çaremîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê-1

Analiz Haber

Mexdûrên komplo û kumpasên FETO -1

Hevpeyvîn

Hasan El Benna digel hilweşîna xîlafetê hareketeke nû ya îhyakirinê da destpêkirin

1
“Kes ji bo xelkê Sûrîyê mudaxeleyî Sûrîyê nekir, tev ji bo menfaatên xwe xebitîn”

2
 “Zîna serbest û zewac jî qedexe ye”

“Zîna serbest û zewac jî qedexe ye”

3
Rêberê Cemaeta Hîzbullah di 19emîn salvegera şehadeta xwe de tê bîranîn

4
Pîreka ku di emrê ciwan de zewicî: “Dewlet piştî 7 salan mala min xera kir!”

5

Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA

Navnîşan :Peyas Mah. 466 Sk. Öncüoğlu Sitesi A/Blok No:1 Kayapınar/DİYARBAKIR

Telefon :+90 412 237 51 23

WhatsApp :+90 536 361 88 88

Torên Me yên Medyaya Civakî

Sazumanî

  • Vîzyona me
  • Rêgezên Weşanê
  • Peymana Abonetîyê
  • Pêwendî
  • Pêşnûmaya Organîzasyonê
  • Nepenî
  • Mîsyona me
  • Hişyariya Zagonî

Menû

  • Vîdyo
  • Wenê
  • Ebonetî
  • Qeyda Abonê
  • Têketina Ebonê
  • Têkilî
  • HILBIJARTIN 2018

Xizmet

  • Arşîv
  • Haber Merkezi

© 2007-2019 Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA All rights reserved.

Nîjerya şivan cotkar êrîş mirî