“Ji ber teşebusa derbeyê ji Îranê mêvanên me nayên”

: 2016-08-04 09:42

WAN - Serokê Lijneya Rêvebina Herêmî yê Anatdola Rojhilatê ya TURSABê Cevdet Ozgokçe bandora teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ya li ser turîzmê nirxand. Ozgokçe diyar kir ku ji Îranê ji bar teşebusa derbeyê mêvanên wan nayê.

 “Ji ber teşebusa derbeyê ji Îranê mêvanên me nayên”

Serokê Lijneya Rêvebina Herêmî yê Anatdola Rojhilatê ya TURSABê Cevdet Ozgokçe bandora teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ya li ser turîzmê nirxand. Ozgokçe diyar kir ku li Tirkiyê diltirsiyekî şerê heye û ji ber teşebusa derbeyê ji Îranê mêvanên wan nayê. Di encama vî yekê de jî hemî rezervasyonên di derheqê vî yekê de betal bûne.

 “Hemî Rezervasyonên me betal bûne”

Ozgokçe wiha pê de çû: “Mixabin ji ber teşebusa derbeyê ji Îranê mêvanên me nayên. Opsiyonên me hebûn. Ev hemî betal bûn. Ji xwe beriya teşebusa derbeyê li Tirkiyê diltirsiyekî hebû ku dê şer çêbe. Ev teşebusa derbeyê jî vî diltirsiyê zêdetir kir. Ji ber vî yekê hemî rezervên me îptal bûn. Ji Trabzonê dê komek 52 kesî bihatibana bajarê me. Lê Îptal bû. Ji xwe Îranî ditirsin û nayên. Ji bo ku ev diltirsî bişkê dê em bi şiklekî zêde biçin Îranê.”

Ozgokçe wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em dikarin bibiêjin me îsal sezona turîzmê xilas kir. Em di derbarê vî mijarê de bi birayên xwe yên heman sektöre de hevdîtin dikin. Mixabin îsal me sezonê asê kir lê înşaellah dê ewrê reş ên li ser welatê me rabin û dê Tirkiye û bajarê mê bizivirin rokên xwe yên berî. Baca me ya Îranê gelek baş bû. Beriya her tiştê pêwîst e ku em li Îraniyan bi çavek turîstî binêrin û divê ku em di derheqê vî yekê de jî qedr û qîmeta wan bizanibin.” (ÎLKHA)



 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Rêjeya bêkariyê zêde bû

Rêjeya bêkariyê zêde bû

2017-06-15 10:25:23

Li Tirkiyê rêjeya bêkariyê di meha adarê de 1,6 puan zêde bû û hejmera bêkaran derkete 3 milyon û 642 hezaran.

Bihaya çaya ter a sala 2017an hat eşkerekirin

Bihaya çaya ter a sala 2017an hat eşkerekirin

2017-05-26 14:48:29

Bihaya çaya ter a sala 2017an digel bedela destekkirinê wek 2 lîre û 13 qirûş hat diyarkirin.

Hilberînerên pembû mazota erzan dixwazin

Hilberînerên pembû mazota erzan dixwazin

2017-05-22 15:24:45

Cotkarên ku li Diyarbekirê pembû diçînin ji kêmbûna destekê û ji zêdebûna bacan gazinan kirin.

HEMÛ NÛÇE

Li Pakistanê tankera sotemeniyê teqiya: 148 jiyana xwe ji dest dan

Tankera ku li Pakistanê qulibî teqiya, di encama teqîna ku pêk hat de 148 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan û 51 kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku îsal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi sedan cihî bi coşeke mezin hatin tertîpkirin parve kir.

Li Îngilistanê êrîş li Mislimanên ku eyda hev pîroz dikirin hat kirin

Li Îngilistanê kesek wesayîtê di ser Milsimanên ku eyda hev pîroz dikirin de ajot.Di encama êrîşa ku li Mislimanan hat kirin de 3 jê zarok tev de 6 kes birîndar bûn.

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

HEMÛ NÛÇE