A A A

Kurdistana Başûr ji teşebûsa darbê re bertek nîşan da

: 2016-07-17 15:37

Hewlêr - Kurdistana Başûr ji teşebûsa darbê ya ku ji teref komek esker ve hat kirin re bertek nîşan da.

Kurdistana Başûr ji teşebûsa darbê re bertek nîşan da

Serokatiya Herema Kurdistana Başûr, Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistan, Yekgirto û Komal di derbarê teşebûsa darbê ya ku li Tirkiyê hat kirin re bertek nîşan dan û vê teşebûsê şermezar kirin.

Barzanî: Ji ber ku teşebûsa darbê bi ser neket em kêfxweş in

Di daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Herema Kurdistana Başûr ve hat dayîn de di derbarê mijarê de Barzanî wiha destnîşan kir: “ Ji ber ku îdareya meşrû ya Tirkiyê û xelk zafer bi dest xist em kêfxweş in û ji  ber ku teşebûsa darbê bi ser neket em bextewar in.Tekçûna vê teşebûsê wê îrade û hêza hikûmet û birêveberiya Tirkiyê bihêztir bike.Her wiha ew ê ev yek dê pêşîya darbeyan bigire.Xelkê Tirkiyê bi qehremane demokrasî û azadiyê parast.”

YNK: Em wek neteweya Kurd bûn qurbana ewil a darbê

Di daxuyaniya ku ji teref Polîtburoya YNKê ve hat dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat destnîşankirin ew li dijî temamê darbeyan in û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Di salên 1940an de em wek neteweya Kurd bûn qurbana ewil a darbê. ”

Yekgirto: Em teşebûsa darbê şermezar dikin

Di derbarê teşebûsa darbê de ji teref Yekgirto ve jî daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin ew wê teşebûsa darbê şermezar dikin û wiha hat ragihandin: “Bi şikleke qehremane li dijî teşebûsa darbê rabûna ser piyan a xelkê dilxweşker e.”

Komel: Ji Kurdan re xizmet nake

Komal jî di derbarê mijarê de wiha diyar kir: “Ev teşebûsên bi vî awayî ji bo rakirina îradeya xelkê ye.Darbekerên dîktator bi tu awayî ji xelkê Kurd re jî xizmetê nakin..Em vê  teşebûsê şermezar dikin.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

2017-08-18 09:42:02

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

2017-08-18 08:55:15

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

2017-08-18 08:42:11

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe