A A A

Gundê dîrokî bendewar e ku were keşfkirin

: 2016-07-14 18:11

ÊLIH - Li Êlihê di gundê ku hat diyarkirin ji heyama Romayê maye de gelek saziyên wekê avahiyê bendewarin ku werin keşfkirin.

Gundê dîrokî bendewar e ku were keşfkirin

Li gundê Zivingê ya girêdayê navçeya Gercewsa Êlihê bi şikeft û avahiyên xwe yên dîrokê bala mirov dikêşîne. Heke dîroka gund baş neyê zanîn jî saziyên wek avahî û şikeftan yên di gund de bala mirov dikêşîne.

Tê diyarkirin ku Gundê Zivingê di dîrokê de ji gelek medeniyet û şaristanan re mazûvantî kiriye. Her wiha tê destnîşankirin ku di gundê ku ji heyama Romayê maye wek Heskîfê dîroka wî digihêje 10 hezar sal berî û bendewar e ku were keşfkirin.

Nişteciyên Gundê Zivingê dixwazin ev avahî û şikeftên ku hatine jibîrkirin bila lêkolîn li ser wan were kirin şikeft û avahiyên dîrokî yên gund ji nû ve werin sazkirin. Ji nişteciyên gund Nurî Arslan di derbarê dîroka gund de axivî. Aslan diyar kir ku dîroka vî gundê qasê dîroka Heskîfê heye.

Aslan bal kişand ji ber ku kesên li pey zêr û zîvan in dênemêt bikar anîne û di encama vî yekê de devê gelek şikeftan hatiye girtin û gelek avahî jî texrîb bûne. Dûvre Aslan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dîroka gundê me pir kevin e. Gor agahiyên ku me ji bav û kalên xwe bihîstiye dîroka vî gundê digihêje heta Beriya Zayînê (MÖ). Her wiha wan diyar dikirin ku ev gund ji gelek qewman re mazûvantî kiriye û dewlet û miletên cûr bi cûr li vir hikûmranî kirine.”

 “Dîrokek winda dibe”

Aslan diyar kir ku li ser gira gundê wan kelakî heye. Dûvre Aslan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Saziya kelayê pir tevlêhev e û li her derê derî heye. Tê diyarkirin ku li vir gelek zindan hene. Tê diyarkirin ku dîroka gundê me pirr kevin e. Ji ber ku kesên li pey zêr û zîvan in dênemêt bikar anîne û di encama vî yekê de devê gelek şikeftan hatiye girtin û gelek avahî jî texrîb bûne. Ji ber vê yekê Dîrokek winda dibe. Em dixwazin ku li vir dest bi xebatê were kirin.”

Nişteciyek gund ê din Fadil Ozdemîr wiha axivî: “Ji ber bûyerên di sala 90an de gundê me hat valakirin. Di sala 2004an de bi ‘qanuna vegerîna gundan’ re nezî 40 malbatan dûbare hatin gund. Ji ber ku erdê gund asê ye nêzî 30 malbatan dûbare zivirîn Êlihê.”

 “Bila li gundê me lêkolînên zanistî werin kirin”

Ozdemîr ragihand ku ew dixwazin ku li gundê wan lêkolînên zanistî werin kirin. Dûvre Oxdemîr wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gundê me gelek şikeftên dîrokî hene. Qasê ku em ji kal û bavên xwe hîn bûne dîroka gundê me ji dîrokê Heskîfê kevintir e. Dema ku em diçin ser gira li nav gundê xwe em dibînin ku gelek derên ku ji heyama Romayê mane hene.” (ÎLKHA)


 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Turbeya Zeynel Beg li cihê xwe  nû tê bicîkirin

Turbeya Zeynel Beg li cihê xwe nû tê bicîkirin

2017-05-15 11:53:19

Turbeya Zeynel Beg piştî ku ji cihê xwe kevin ji ber bendavê hat neqilkirin re niha xebat tên kirin da ku li cihê xwe nû bê bicîkirin.

Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg  dest pê kir

Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg dest pê kir

2017-05-12 10:15:30

Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg a 650 salî ya li Heskîfa Êlihê ye û ew ê ji ber Bendava Ilisuyê di bin avê de bimîne dest pê kir.

Cihê Turbeya  650 salî yê Zeynel Beg sibe tê guhartin

Cihê Turbeya 650 salî yê Zeynel Beg sibe tê guhartin

2017-05-11 16:30:53

Cihê Turbeya 650 salî yê Zeynel Beg a li Heskîfa Êlihê ye û ew ê ji ber Bendava Ilisuyê di bin avê de bimîne dê sibe bê guhartin.

Hemû Nûçe

Li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin

Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin.

Şêx Raîd Salah ji teref çeteyên siyonist ve hat desteserkirin

Çeteyê terorê ya siyonist Şêx Raîd Salahê ku wek muhafizê Mescîda Eqsayê tê naskirin desteser kir.

Di felaketa lehiyê ya li Sîerra Leoneyê de 312 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ji ber barana zêde û lehiyê li Sîerra Leoneya welatê Afrîkayê herî kêm 312 kes jiyana xwe ji dest dan.

Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

Li Tirkiyê reqemên bêkariyê di meha gulanê de 330 hezar kes zêde bû û hejmera bêkaran derkete 3 milyon û 225 hezaran.

Ev du roj in ku lawê xwe yê ku winda bûye digerin

Li Diyarbekirê ev 2 roj in ku ji Yasîn Yildizê 13 salî xeber nayê standin.
Hemû Nûçe