Necmeddîn Erbakan tê bibîranîn

: 2014-02-27 14:26

QEYSERÎ - Necmedîn Erbakan Xoce, dewreke mezin mohra xwe li siyasetê xistiye. 3 sal berê wefat kiribû. Rehmetiyê rêberê Mîllî Goruşê, niha bi hinek çalakiyan tê yadkirin.

Necmeddîn Erbakan tê bibîranîn

Lîderê Mîllî Goruşê rehmetiyê Necmeddîn Erbakan Xoce, di salvegera wefata wî de bi cûrbecûr çalakiyan tê yadkirin. Ji bo wî bi mewlûd û xwendina Quranê, bername tên lidarxistin.

 

Rehmetiyê Erbakan Xoce, di 29ê Cotmeha 1926an de, Xwedê ew da diya wî Qamer Xanim û bavê wî Mehmet Sebrîyê wekîlê qazîyê Sînopê. Malbata wî li Qozana Edenê navdar e. Mekteba pêşîn li Kayseriyê xwend û di 1965an de bû profesor. 2 sal pey re bû sekreterê TOBBê û di heman salê de jî bi Nermîn Xanim re zewicî.

 

Di 1969an de li Qonyayê bû namzetê serbixwe û bi qasî ku karibe tu parlementeran derîne rayê girt û bû wekîl. Di 1970î de partiya Nîzama Mîllî ava kir. Lê piştî demeke kin ji aliyê mehkema Qanûna Esasî ve hat girtin. Di 11ê Cotmeha 1973an de, îcar partiya Selameta Mîllî ava kir.

 

Di navbera 1974 û 1978an de, di 3 hikûmetên koalîsyonê de alîkariya serokwezîrî kir. Di 19ê Tîrmeha 1983an de partiya Refahê ava bû û ew jî bû serokê giştî yê partiyê. Di 1991ê de ji Konyayê bû parlementer.

 

Di hilbijartinên 1995an de Refah, bû partiya yekem û bi partiya DoğruYolu re hikûmeta Refahyolê avabû û Rehmetiyê Erbakan bû serokwezîrê hikûmetê. Marûzî derbeya 28ê Sibatê bû. Pey girtina Refahê di 17ê Cotmeha 2010an de partiya Seadetê ava kir û bû serokê giştî yê partiyê. Di 27ê Sibatê ya 2011an de jî rehmet kir.

 

Rehmetiyê Necmeddîn Erbakan Xoce, li ser hêja û qîmetên me’newî û herekata xwe ya netewî meşand. Bi projeya D’8an, xwest ku ummeta Îslamê di binê yek banê de kom bike. Li nav alema Îslamê hat naskirin û hezkirin. Xweda wî bi rehma xwe şad bike. (İLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Em roja înê xelkê xwe vedixwîn meydanan da ku xwedî li Qudsa Şerîf derkevin”

“Em roja înê xelkê xwe vedixwîn meydanan da ku xwedî li Qudsa Şerîf derkevin”

2017-06-22 18:03:01

Navenda Giştî ya HUDA PARê ji ber minasebeta ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de bang li xelkê hat kirin da ku roja înê temamê Mislimanan derkevin qadan û xwedî li Qudsa Şerîf derkevin.

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

2017-06-22 14:06:09

Sibe ji bo bal bên kişandin li ser rewşa Mescîda Eqsa ya ku qibleya ewil a Mislimanan e û di bin îşxala îsraîla siyonîst de ye dê li Diyarbekirê bernameya fitarê bê tertîpkirin.

“Di cografyaya ummetê de  tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

“Di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

2017-06-22 13:34:26

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku li Çermîkê beşdarî bernameya fitarê bû di derheqê alema Îslamê de diyar kir di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye.

HEMÛ NÛÇE

Otomobîl û wesayîta polêsan li hev qelibîn: 5 mirî 5 birîndar

Li Diyarbekirê otomobîlek û wesayîta polêsan li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

“Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye”

Serokê Karên Diyanetê Gormez destnîşan kir Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye.

Rihayiyan di derheqê ‘Leyletul Qedrê’ de hest û ramanên xwe parve kirin

Ji Leyletul Qedra ku di nav meha Remezanê de ye re rojek ma, Rihayiyan di derheqê Leyletul Qedra ku jê re rojek maye de hest û ramanên xwe anîn zimên.

Serwîsa karkeran qulibî: 18 birîndar

Li Ergeneya Tekîrdagê mîdîbusa ku serwîsa karkeran bû ji kontrolê derket û qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 18 karker birîndar bûn.

Kerwana Ûmudê ji bi hezaran malbatî re alîkarî belav kir

Ji teref Kerwana Ûmudê ya ku navenda wê Stenbolê ye ve li Diyarbekir û Mêrdînê ji bi hezaran malbatên feqîr re beriya eyda Remezanê alîkarî hat kirin.

HEMÛ NÛÇE