A A A

Li Edenê Idîaya kumpasek nû a ku li STKyên Îslamî tê kirin

: 2016-06-16 12:09

EDENE - Li Edenê di derbarê 12 kesên endamê STKyên Îslamî de dozek nû hat vekirin. Di dosyeya dozê ya ku hatiye vekirin de beşdarbûna fealiyetên Îslamî wek sûc tê hesibandin û her wiha di dosyayê de idîayên bê bingeh hene.

Li Edenê Idîaya kumpasek nû a ku li STKyên Îslamî tê kirin

Li Edenê di derbarê 12 kesên ku di nav wan de endamên STK û rojnameger jî hene de bi hinceta ‘endambûna rêxistinê’ doz hat vekirin. Di idîaya ku ji teref serdozgeriyê ve hatiye amadekirin û ji teref  Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Edenê ve di dîroka 30 Gulana 2016an de hatiye nirxandin de beşdarbûna fealiyetên Îslamî wek sûc tê hesibandin.

Endamên rojname û STKyan piştî ku teblîxname ji wan re hatiye şandin zanîne ku di derheqê wan de doz hatiye vekirin. Li ser vî yekê mexdûr çûne edliyeyê. Li vir pê hesiyan ku di derbarê Emîn E, Huseyîn B, Nasrettîn K, Ekrem, Gokhan D, Selahattîn Y, Ayhan K, Hîkmet T, Velît D, Mehmet K, Emrah G û Yunus Alî Eyê de bi hinceta ‘endambûna rêxistinê’ doz hatiye vekirin.”

STKyan bal kişandin ku li Edenê kumpasek nû heye. Her wiha wan diyar kirin bes ji ber ku beşdarê bernameyên Îslamî bûne ji teref mûxbîran ve di derhaqê wan de doz hatiye vekirin. Ji ber vî yekê ew gelek heyirîne.

Di dozê de komeleyên Îslamî jî bûne hedef

Her wiha bal hat kişandin ji bo ku gelo têkiliya saziyên wek Platforma Evîndarên Pêxember, Platforma Seferbartiya Tesetûrê (TESSEP), Platforma Azadiyên Însanî û Baweriyê, Umut-Dera Edenê, Cemiyeta Mustezefan, Şura-Der, Îhya-Der, Mekteb-Der, Anadolu-Derê bi rêxistinê re heye yan ne were tehqîqkirin.

Hat ragihandin ku dê niştina ewil a vî idîanameya ku di 30ê Gulana 2016an de ji teref serdozgeriyê ve hatiye amadekirin û ji teref Dadgeha Cezaya Giran a 2 yemîn a Edenê ve jî hatiye nirxandin di 27ê Îlona 2016an de were dîtin. (ÎLKHA)


 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

2017-08-19 14:48:35

Malbata Yasîn Boruyê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji tere HDP/PKKyiyan ve hat qetilkirin ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir.

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

2017-08-19 13:36:15

Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide.

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

2017-08-19 12:07:55

Li Rihaya ku di van salên dawî de lê hişkesalî hakim e, hilberînerên fistiqan diyar kirin ji ber ku ew nikarin darên xwe yên fistiqan av bidin rekolteya fistiqan kêm bûye. Ji ber vê yekê hilberîner ji dewletê alîkariyê teleb dikin.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe