USD 5.27
EUR 5.94
GBP 6.76
Zêra Gram 224.75
Zêra Cumhuriyetê 1492.63
  • Sazumanî
    • Vîzyona me
    • Rêgezên Weşanê
    • Peymana Abonetîyê
    • Pêwendî
    • Pêşnûmaya Organîzasyonê
    • Nepenî
    • Mîsyona me
    • Hişyariya Zagonî
  • Muameleyên Ebonê
    • Qeyda Abonê
    • Têketina Ebonê

Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA

  • Serûpel
  • Nûçe
    • ROJEV
    • SIYASET
    • CÎHAN
    • TEKNOLOJÎ
    • TENDURISTÎ & JIYAN
    • PERWERDE
    • HEVPEYVÎN
    • ABORÎ
    • ÇAND & HUNER
    • Arşîv
    • Hemû Nûçe
    • Hemû Sernûçe
  • Wenê
  • Vîdyo
  • TR
  • EN
  • AR
  • FA
  • KU
    • Kurmancî
    • سۆرانی
Îmsaq 06:47 Nîvro 13:09 Esr 15:27 Mexrib 17:47 Eşa 19:14
2°C
  • +90 536 361 88 88

A A A

“Tekoşîna ji bona azadiya Mescîda Eqsayê li ser her Mislimanî wezîfeya eslî ye”

: 2016-05-31 17:57

ENQERE - Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve di derbarê qetlîama Mavî Marmara, derbeya 27ê Gulanê, pêvajoya pevçûnê û di derheqê çareseriya meseleya Kurdan de daxuyaniyek hat dayîn.

“Tekoşîna ji bona azadiya Mescîda Eqsayê li ser her Mislimanî wezîfeya eslî ye”

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve di derbarê qetlîama Mavî Marmara, derbeya 27ê Gulanê, pêvajoya pevçûnê û di derheqê çareseriya meseleya Kurdan de daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de nirxandinên balkêş hatin  kirin û peyamên girîng hatin dayîn.

Di destpêka daxuyaniya ku hatiye dayîn de wiha hat ragihandin: “Weke ku tê zanîn ev keştî ji bona rakirina amborgaya li ser Xazzê bi rê ketibû ku sîyonîstan êrîş birin li ser wê keştiyê.Em wan birayên xwe yên ku ji teref haydûtên sîyonîst ve di keştiya Mavî Marmareyê de hatibûn şehîdkirin bi rehmet bi bîr tînin.”

 “Pêwîst e li dijî wan teşebbusên resmî û xeyrî resmî yên ku ew ê bibin sedem sîyonîst Îsraîl bi hez bibe û bibe xwedî meşrûiyetê  bê sekinîn”

Di berdewama daxuyaniyê de di derbarê pêwendiyên ku bi Îsraîlê re îxtîmal e bên kirin de wiha hat ragihandin: “Muhafezekirina sembola berxwedanê û xwedîderketina xatiraya manewî ya hereketa siwîlên bi fazîlet ên ku cardin rûyê wehşî û gamar a çeteya îşxalker nîşanî dinyayê daye wezîfeya her kesê ku ehlê wîcdanê  ye. Em dixwazin bê zanîn em vê yekê xesetan diyar dikin.Pêwîst e li dijî wan teşebbusên resmî û xeyrî resmî yên ku ew ê bibin sedem sîyonîst Îsraîl bi hez bibe û bibe xwedî meşrûiyetê  bê sekinîn.”

 “Wezîfeya ewil a meclîsê amadekirina makeqanûneke ku bi bawerî û nirxên xelkê re lihevhatî ye û huriyet û heqên bingeh dixe bin garantiya ewlehiyê ye”

Di nirxandina ku di derbarê derbeya 27ê Gulanê hat kirin de hat diyarkirin pêwîst e mekaqanûna 1982an a eskeriyê ya ku dişbihê makeqanûna 1961an bê guhartin û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Wezîfeya ewil a meclîsê amadekirina makeqanûneke ku bi bawerî û nirxên xelkê re lihevhatî ye û huriyet û heqên bingeh dixe bin garantiya ewlehiyê ye.Di her salvegera wê de ji dêla ku sixêf bên kirin divê wasitayên ku ew ê bigihijînê ronahiyê bên temînkirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de derheqê bajêrên ku ji ber pêvajoya pevçûnan texrîb  bûne de hat ragihandin divê bi lez plana çalakiyê bikeve dewrê û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin:

“Sazkirina ji nû ve yên wargehên dîrokî yên ku hatine texrîbkirin gelek girîng e”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Ji ber pevçûn û operasyonan qedexeya derketina derve demekî dirêj domiye, ji ber ku astengî derêxistine jiyan êdî nayê kişandin, temînkirina xurekîn zerûrî jî bi zehmet bûye. Binesaziyên bajar û navçeyan hatine texrîbkirin. Divê ku ev yek bi şiklekî lezgîn ji nû ve were sazkirin. Felaketa ku gel wek texrîbkirina mal û dikanan rû bi rû maye divê ku bi planên lezgîn ji holê were rakirin. Sazkirina ji nû ve yên wargehên dîrokî yên ku hatine texrîbkirin gelek girîng e.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji bo ku beriya vî hişmendiya ku ciwan û zarokan wek makîneya mirinê bikar tîne were hilgirtin divê ku Pirsgirêka Kurdan di bingeha biratiyê de were çareserkirin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Pêşgiriya şebekeya şerê ya ku bawerî û nasnameya ciwan û zarokên vî gelê ji holê radike û wan wek makîneya mirinê bikar tîne û her wiha ciwanan ji îdeolojiya Rojavayê re dike qurban, pêşeroja wan didize bi Pirsgirêka Kurdan a ku dê di bingeha biratiyê de were çareserkirin tê hilgirtin. Divê ji xetayên wek ku gelê Kurd avêtibûn hembêza PKKê, wekê ku wek navnîşana çareseriyê Îmrali û Qandîl hatibûn nîşandan, di dîroka 6-7ê Cotmehê de wehşeta ku hatibû kirin û kesên bes li vê yekê mêze kiribûn û wek baregeh navçe û bajar hatibûn bikaranîn ders were sitandin.”

Di domahiya nirxandina rojevê de di derbarê salvegera fetha Diyarbekir û Stenbolê de peyam hat dayîn. Dûvre di derhaqê şehîdên meha gulanê de daxuyanî wiha hat ragihandin: “Em şehadetên Ubeydullah Durnayê ku di 5ê Gulana 2011an de li Gevera Colemêrgê, Mehmet Ugurtayê ku di 28ê Gulana 2014an de li Kerborana Mêrdînê û Mehmet Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhanê ku li Gundê Xanika Hezexa Şernexê di 29ê Gulana 2015an de şehîd bûne pîroz dikin û wan bi rehmet tînin bibîranîn. Wek mêrxasên ku di vî erdnîgara bejî de şehîd  bûn û bi şehîdbûna wan re bereket û edalet hat van axan em şehadeta van birayên xwe yên ku ji teref PKKyê ve hatine qetilkirin pîroz dikin.” (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Etîket HUDA PAR Rojev Daxuyanî
Kategorî ROJEV
Li  Mêrdînê qeza: 3 mirî 14 birîndar

Li Mêrdînê qeza: 3 mirî 14 birîndar

2019-02-17 16:53:25

Di qezaya ku li Midyada Mêrdînê pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Îmtîhana Sîyerê ya bi Xelata Umrê bi kelecaneke mezin dest pê kir

2019-02-17 11:01:32

Îmtîhana Sîyerê ya bi Xelata Umrê ya ku îro li girştîyê Tirkîye yê tê tertîbkirin dest pê kir.

Gelek alim, pêşewa, rêber û rêzanên Îslamê di meha Sibatê de şehîd bûn

2019-02-16 16:00:22

Ji mêj vir ve ji ber ku gelek alim, pêşawa û xizmetkarên Îslamê di meha Sibatê de hatine şehîdkirin meha sibatê bi navê “Meha Şehadetê” tê binavkirin.

Hemû Nûçe

Li Nîjeryayê berîya hilbijartinê êrîş: 66 mirî

Li Nîjeryayê berîya hilbijartinan êrîşên çekdarî hatin lidarxistin, di ecnama êrîşan de 66 kes jiyana xwe ji dest dan.

Îmtîhana Sîyerê ya bi Xelata Umrê bi kelecaneke mezin dest pê kir

Îmtîhana Sîyerê ya bi Xelata Umrê ya ku îro li girştîyê Tirkîye yê tê tertîbkirin dest pê kir.

“Herin ji îsraîliyan re bibêjin: em artêşa Muhemmed in!”

Abbas Musawî ji kesayetên ku Umeta Îslamê wan perwerde kiriye û tevahiya umrê xwe ji bo azadiya Quds û Mescîdê Aqsa xerc kirine şexsîyetek e. Musawî dema ku dîrok 17ê Sibatê dida nîşandan ji teref siyonîstan ve hat şehîdkirin.

Li Somalîyê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin

Di êrîşa ku ji teref El-Şebab ve hat lidarxistin de 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin.

Gelek alim, pêşewa, rêber û rêzanên Îslamê di meha Sibatê de şehîd bûn

Ji mêj vir ve ji ber ku gelek alim, pêşawa û xizmetkarên Îslamê di meha Sibatê de hatine şehîdkirin meha sibatê bi navê “Meha Şehadetê” tê binavkirin.
Hemû Nûçe

ANALÎZ

Analiz Haber

Emperyalîzma çandî: 14ê Sibatê Roja Dildaran!

Analiz Haber

Di sala çaremîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê-2

Analiz Haber

Mexdûrên kumpas û komployên FETO-2

Analiz Haber

Di sala çaremîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê-1

Analiz Haber

Mexdûrên komplo û kumpasên FETO -1

Hevpeyvîn

Hasan El Benna digel hilweşîna xîlafetê hareketeke nû ya îhyakirinê da destpêkirin

1
“Kes ji bo xelkê Sûrîyê mudaxeleyî Sûrîyê nekir, tev ji bo menfaatên xwe xebitîn”

2
 “Zîna serbest û zewac jî qedexe ye”

“Zîna serbest û zewac jî qedexe ye”

3
Rêberê Cemaeta Hîzbullah di 19emîn salvegera şehadeta xwe de tê bîranîn

4
Pîreka ku di emrê ciwan de zewicî: “Dewlet piştî 7 salan mala min xera kir!”

5

Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA

Navnîşan :Peyas Mah. 466 Sk. Öncüoğlu Sitesi A/Blok No:1 Kayapınar/DİYARBAKIR

Telefon :+90 412 237 51 23

WhatsApp :+90 536 361 88 88

Torên Me yên Medyaya Civakî

Sazumanî

  • Vîzyona me
  • Rêgezên Weşanê
  • Peymana Abonetîyê
  • Pêwendî
  • Pêşnûmaya Organîzasyonê
  • Nepenî
  • Mîsyona me
  • Hişyariya Zagonî

Menû

  • Vîdyo
  • Wenê
  • Ebonetî
  • Qeyda Abonê
  • Têketina Ebonê
  • Têkilî
  • HILBIJARTIN 2018

Xizmet

  • Arşîv
  • Haber Merkezi

© 2007-2019 Ajansa Nûçeyan A Îlkê - ÎLKHA All rights reserved.

Platforma Evîndarên Pêxember Îmtîhana Sîyerê Berdevk daxuyanî