A A A

Ji ber ku qirş û qal nayê berhevkirin esnaf bertek nîşan da

: 2016-05-25 14:50

ÊLIH - Dikandarên Êlihî yên ku ev bû demek dirêj çopa wan nayê berhevkirin ji şaredarîyê re îsyan kirin.

Ji ber ku qirş û qal nayê berhevkirin esnaf bertek nîşan da

Dikandarê Sîteya Pîşesaziya Merengoz û Qeynaxgeran a ku di sala 2001an de li nêzî gundê Tîrmerça Batmanê hatibû vekirin her tim bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.

Dikandarên siteyê diyar kirin her çi qas ew di derbarê pirsgirêka çopê de muracatî şaredarîyê kiribin jî şaredarî qet bi vê meselê eleqedar nebûye. Ji ber vê yekê site bûye hêlîna gemar û qirêjahiyê. Dikandarên ku bi vî awayî hest û ramanên xwe anîn ziman ji şaredarîyê re bertekek tûnd nîşan dan.

Dikandaran diyar kirin ev bû 15 sal ku sîte hatiye avakirin, lê ew ji 15 salan vir ve ji tu saziyê xizmet nedîtine. Bi heman awayî pirsgirêk û mişkileyên wan jî qet xelas nabin. Dikandar  her wiha di derbarê kesên siyasetmedar de jî gilî û gazinên xwe anîn ziman.Lewra li gor esnafê sîteyê partîyên siyasî di dema hilbijartinan de tên  ba wan û ji wan re dibêjin ku em ê pirsgirêkên we çareser bikin. Li gor beyanata dikandaran kesên ku van sozan didin bi tu wechî pirsgirêkên wan çareser nekirine û wan jî ji siyaseta xwe re kirine amûr.

Dikandar ji bilî van gazin û giliyan di derbarê berhevnekirina çopan a şaredarîyê de jî diyar kirin şaredarî qet ji wan re xizmet nebiriye û çopa ku pêwîst e her roj bê berhevkirin bi mehan nayê berhevkirin.

Nixasim dikandar her çi qas di warê berhevkirina çopan de serî li şaredarîyê dabin jî tu encam bi dest nexistine û wiha ragihandin: Me ji bilî vê yekê got ku rêyên me xerabûyîn e, lê şaredarî ji me re got ku ‘ma kîjan rêya Batmanê sexlem e?”

Ji dikandarên sîteyê Mustafa Yalçin di derbarê mişkîlên sîteyê de wiha axivî: “Em wek esnaf ji Şaredariya Êlihê dixwazin ku di serî de qirş û qal hemî xizmetan pêk bîne. Di van rojên dawî de qirş û qalê me nayê berhevkirin. Zêdeyiya qirşan û bêhna genî dibe sedema nexweşiyê. Carinan bi heftiyan carinan jî bi mehan qirşê me nayê berhevkirin. Di pîşesaziya 200 kesî de bes 3 konteynir heye. Ji ber ku çendîn hefte ev qirş û qal nayê berhevkirin sîte wek qirêj dimîne. Sîte di qirş û qalê de winda bûye.”

“Em dixwazin ku sîte neyê jibîrvekirin”

 Yalçinê ku qala çûnehatinê kir axavtina xwe wiha domand: “Ji ber ku wesayîtên bajêrê ji bo vir serwîs nakin em zehmetî dikêşin. Ji ber ku qet li sîteyê pere nehatiye razandin hinek esnaf derebeyên xwe venake. Divê ku ji bo vir pere were xerckirin û esnafê di navenda bajêr de jî were vir. Dê ev yek jî bibe wesîla îstîxdambûna sîtê. Di serî de şaredarî em çûn cem gelek rêvebiran. Tu kes pirsgirêkên me çareser nekir. Heke ku ji me re xizmet nakin bila rasterast ji me re bibêjin; ‘em ji we re xizmetê nakin.’ Em dixwazin ku sîte neyê jibîrvekirin.”

“Sîte bûye wek qirşgehê”

Ji dikandaran Murat Ok wiha axivî: “Rêya me xirabe ye, pirsgirêkên me zêde ne. Berê karkerên şaredariyê zû dihatin û qirşan berhev dikirin. Niha çopê me hayê berhevkirin. Ji ber ku kêmasiya konteyniran heye sîte bûye wek qirşgehê. Ev qirşê ku nayê berhevkirin gelek bi zerer e. Me gelek caran ji şaredariyê gazin kir. Lê hêj jî sîte qirêj e. 3 konteynirên sîteyê hene. Heke her roj ev qirş bê herhewkirin dîsa dibe ku kafî nebe. Serokê sîteyê Hasan Elgay çend caran çû şaredariyê û daxwaziyên me anî ziman lê konteynir nehat in.” (ÎLKHA)

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid (4)

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid (4)

2017-05-29 11:00:38

Nişteciyên Gundê Xanikê yên ku bûne şahidê cinayet û qetlîamên PKKê, herî dawî ew bûn şahidê Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhanê ku ji teref HDPyiyan ve hat qetilkirin.

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(3)

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(3)

2017-05-29 10:02:22

Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan di 29ê Gulana 2015an de ji teref PKK/HDPyiyan ve hatibûn qetilkirin ku ev qetilkirin cardin zilma ku ji teref PKKê ve di salên 90î de li gundê Xanikê hatine kirin anî bîran.

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(2)

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(2)

2017-05-29 09:25:19

Gundê Xanikêya ku bûye şahidê wan qetlîam û cinayetên ku di salên 90î de ji teref PKKê ve li gund û bajêrên Kurdistanê dihatin kirin ji bîr nake.

Hemû Nûçe

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.

Mûşekên tankasawarê yên bi menşeya Îsweçê di operasyona PKKê de hatin bidestxistin

Li Bêtûşebaba Şirnexê di operasyona ku li dijî PKKê hat lidarxistin de 2 mûşekên tankasawarê yên bi menşeya Îsweçê hatin bidestxistin.

Tatîla Eyda Qurbanê bû 10 roj

Piştî civîna Lijneya Wezîran hat ragihandin tatîla Eyda Qurbanê heta 10 rojan hat dirêjkirin.

“Em di warê peydakirina gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin”

Malbata Çetînbaşê ku ji 9 nefsan pêk tê lu Qabilcewza Diyarbekirê hewil dide di malake axî ya bi 2 ode bijîn diyar kirin ew di warê peydakirine gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin û niha li benda alîkariyê ne.

“Divê dewlet êdî dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde”

Ji teref HUDA PARê ve hat diyarkirin divê êdî dewlet dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde.
Hemû Nûçe