“Rêwîtiya koçeran a bi zor û zehmet dest pê kir”

: 2016-05-19 14:52

ÇEWLÎG - Bi germbûna hewayê re koçeran jî dest bi koçkirina zozanên honik kirin. Ji ber zozanê ku koçer diçin wir hêj berf heye dê ev rêwîtiya zor û zehmet nêzê mehekê berdewam bike.

 “Rêwîtiya koçeran a bi zor û zehmet dest pê kir”

Koçerên ku zivistanan welatên germ dijîn bi hatina havînê û destpêkirina hewayê germ re dest bi koçkirinê kirin. Koçer di rêwîtiya ku çendîn roj didome de konên xwe di ciyên minasib de vedidin.

Koçerên dema ku dikevin rê ji gelek derên wek çiya, zozan û rêbejan derbas dibin û di pêvajoya rêwîtiyê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Koçerên ku li derên germ dijîn ji ber ku hewayê germ dest pê dike diçin zozanên bajarên wek Çewlîg, Erzirom, Mûş û bajarên din ên ku bilindahiya wan zêde ne.

 “Ji bo ku em randiman ji heywanên xwe hilînin em diçin zozanan”

Habîbî Karakuzuyê ku koçertî dike diyar kir ew ji bo ku ji heywanên xwe bi şiklekî baş sûd bigirin diçin koçertî dikin. Dûvre Karakuzu axavtina xwe wiha domand: “Ez li Gundê Deranazika Çewlîgê dijîm. Dema ku hewa zêde germ dibe em ji bo ku randiman ji heywanên xwe hilînin em diçin zozanan. Em diçin Zozanên Kartalê ya ku girêdayê navçeya Kanîreşa Çewlîgê ye. Zozanên Kartalê ya ku gelek navnîşan e hêj jî bi berfê rûgirtî ye. Di zozanê de giyahên cûr bi cûr hene. Em heywanên xwe li wir diçêrînin.”

 “Ji bo rizqê helal em tehemûla vê zehmetiyê dikin”

Karakuzu ragihand ku ew jo bo ku rizqekî helal bidin zarokên xwe vê zehmetiyê dikêşin. Dûvre Karakuzu wiha pê de çû: “Em ji bo ku aboriya xwe bi şiklkeî helal têr bikin hewl didin. Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dixebitin. Bi penîrên ku em ji heywanên xwe têr dikin û di zozanan de çêdikin dûvre dişînin bajêr. Bi taybet penîrê me ya meşke navnîşan e. heywanên me li vir qelew dibin û em sexelên xwe bi fiyatekî baş difroşin.”

 “Meha sereşivanekî 4 hezar lîre ye”

Karakuzu belav kir ku heywanên wan her tim di bin kontrola baytar de ye. Karakuzu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heywanên me her tim di bin kontrola baytar de ye. Em şivanên xas digirin. Meha sereşivanê 4 hezar lîre ye. Divê ku ji her tiştê fêm bike. Ji dermanê wî bigire heta xwarin û vexwarina wî.”

 “Emrê min ê 65 salî her tim di rê û zozanan de derbas bû”

Gulsume Turana ku ew jî bi heywandariyê re mişxûl dibe wiha belav kir: “Em diçin zozanan. Li wir em ji şîrê heywanên xwe penîr çêdikin. Em rûn berhev dikin. Heta nija ez ji jiyana xwe razî bûm. Lê êdî ez pîr bûme. Bila vî karê êdî ciwan bikin. Ciwan jî tembel in. Ji vî karê direvin. Emrê min ê 65 salî her tim di rê û zozanan de derbas bû.”

H. Ahmet Turanê xwediyê pez jî diyar kir ku çendîn sal e heywandarî dikin. Turan wiha axavtina domand: “Ez niha 71 salî me. Em ji Depdepa (Karakoçan) Xarpêtê tên û diçin Gimgima (Varto) Mûşê an jî Kanîreşa Çewlîgê. Heywandarî ji bav û kalên me tê. Ez jî didomînim. Hemd ji Xweda re. Di gel her tiştê jiyan xweş e.” (ÎLKHA) 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Turbeya Zeynel Beg li cihê xwe  nû tê bicîkirin

Turbeya Zeynel Beg li cihê xwe nû tê bicîkirin

2017-05-15 11:53:19

Turbeya Zeynel Beg piştî ku ji cihê xwe kevin ji ber bendavê hat neqilkirin re niha xebat tên kirin da ku li cihê xwe nû bê bicîkirin.

Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg  dest pê kir

Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg dest pê kir

2017-05-12 10:15:30

Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg a 650 salî ya li Heskîfa Êlihê ye û ew ê ji ber Bendava Ilisuyê di bin avê de bimîne dest pê kir.

Cihê Turbeya  650 salî yê Zeynel Beg sibe tê guhartin

Cihê Turbeya 650 salî yê Zeynel Beg sibe tê guhartin

2017-05-11 16:30:53

Cihê Turbeya 650 salî yê Zeynel Beg a li Heskîfa Êlihê ye û ew ê ji ber Bendava Ilisuyê di bin avê de bimîne dê sibe bê guhartin.

HEMÛ NÛÇE

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

Sibe ji bo bal bên kişandin li ser rewşa Mescîda Eqsa ya ku qibleya ewil a Mislimanan e û di bin îşxala îsraîla siyonîst de ye dê li Diyarbekirê bernameya fitarê bê tertîpkirin.

“Di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku li Çermîkê beşdarî bernameya fitarê bû di derheqê alema Îslamê de diyar kir di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye.

2 esker jiyana xwe ji dest dan

Di operasyonên ku li Bidlîsê berdewam dikin de 2 esker jiyana xwe ji dest dan.

Şeva Qedrê bi dia û zikiran hat îhyakirin

Ji ber minasebeta Şeva Qedrê Diyarbekirî berê xwe dan camiyan û beşdarî bernameyên ku di camiyan de hatin tertîpkirin bûn. Welatiyên ku çûn mizgefta Şeva Qedrê bi dia û zikirina îhyakirin.

Ew ê di derheqê qezayên li Licê de mufettiş bên erkdarkirin

Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy destnîşan kir ew ê Wezareta Karên Hundir di derheqê 2 qezayên ku li Licê wesayîtên bi zirx ên polêsan tevlî bûbûn de mufettiş erkdar bike.

HEMÛ NÛÇE