A A A

Îro 27emîn salvegera qetlîma Enfala gelê kurd e

: 2015-04-14 17:27

Hewlêr - Îro 14 Nîsanê ye ku weke roja Enfalê li Başûrê Kurdistanê hatiye binavkirin. Îro 27mîn salvegera Enfala gelê kurd e. Ji teref Sedam, bi deh hezaran kurd bi navê vê operasyonê hatin qetilkirin.

 Îro 27emîn salvegera qetlîma Enfala gelê kurd e

Sal 1986  Iraqa Seddam Huseyîn li gel şerê bi Îranê re hêzeke mezin şand ser Kurdistana Iraqê. Armanc kuştina hemû mêrên Kurd ji 13 salî heta 70 salî bû. Ji bo ev armanc pêk bê, hemû rê û awa mubah bû. Bombekirin, ji bin ve wêrankirina gund û bajaran, qetlîamên  mezin hat pêk hanîn

Van êrîşên hovane 3 salan dom kir, lê êrîşên herî mezin di sala 1988an de rûda, Helebçe yek ji wan êrîşan bû.. Di encamê de 182 hezar kesên Kurdistanî hatin kuştin, ji 4 hezar û 665 gundên başûrê Kurdistanê 4 hezarê wê bi erdê re kirin yek, bajarên wek Qeladiza, Seydsadiq yek mala ku ava, nema. 3 hezar  camî, 2 dibistan, 300 nexweşxane û 27 kilîse wêran kirin. Milyonek Kurdistanî cî û warên xwe berdan bi çol û çîya ketin. Elektrîk, telefon, rê hemû felc bûn, zevî û ziraet beyar man, heywanê kedî neman. Dema leşkerên Seddam trîbuna bendava Dukanê vekir, bi sedan gund bi xanî û mal û zevîyên xwe di binê avê de man.

Di 14 Nîsanê 1988î  de ji aliyê Serokê Iraqê yê kevn Sedem Huseyîn ve dest pika komkujiya gelê kurd pê kirîye.   Îro 14 Nîsanê ye ku weke roja Enfalê li Başûrê Kurdistanê hatiye binavkirin.

Her sal di rojek weke îro de karesata Enfal a di encamê de ji jin, keç, zarok, mêr û pîr 182 hezar kurd hatiye qetilkirin.

Enfal navê komkujiyeke (tevkujiyeke) li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejima Bees ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta  Quranê ya  Enfalê  digire.

Pêla dawî ya Enfalê di  23ê  reşemiyê 1988î  de li dijî  kurdan   li Silêmaniye destpêdike. Li   (Cafetî) tevkujî tê destpêkirin û di 6ê îlonê 1988î de li Zaxoyê   bidawî dibe. Ji  Zaxoyê heya Çiyayê Hemrînê   ti wargehekî  kurdan  nayê hîştin.

Dîsa Qeladizê, Şivan, Axçeler hwd gelek navçe tên rûxandin. Gelên li vir tên qetilkirin û hinek ji wan jî direvin Îranê û  Tirkîyeyê. Gelek jî dîl tê girtin û di kampên tunekirinê de tên komkirin.

Gorî statîstîkên navneteweyî li dora 182 hezar kurd hatine  qetilkirin an windakirin. Îro hinek ji wan windayiyan di goristanên giştî de tên dîtin.

Dîsa hatiye tesbîtkirin ku pirraniya kurdan bi saxî hatine binerdkirin. Piştî têkçûna sazûmaniya Bees li seranser  Iraqê, gelek kom-goristanên qurbaniyan hatine dîtin û li ser wan lêkolîn hatine kirin.

Rejîma Bees di sala  1983ê  8 hezar  mêrên eşîra  Barzanî dîl û esîr digire û dikuje. Bi deh hezaran Kurdên Feylî   herwiha dikuje û bi programa Enfalê jî dixwaze vîn îradeya gelê Kurd ji holê rabike

Parlamentoya Kurdistanê roja 14ê Nîsanê, ji bo bibîranîna Enfala reş, îlan kirîye. (ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

2017-08-17 08:14:25

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

2017-08-16 17:58:28

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin

Li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin

2017-08-15 13:27:55

Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe