A A A

Ji mêvanên Kurdistanî peyama ‘wehdet’ê

: 2016-04-18 11:16

DIYARBEKIR - Mêvanên ku ji Kurdistana Iraq û Îranê beşdarê bernameya Wîaldeta Pîroz a Diyarbekirê bûbûn diyarkirin divê ku di gel hemî tefrîqeyan Misliman bi hev re di çarçova wehdetê de bijîn.

Ji mêvanên Kurdistanî peyama ‘wehdet’ê

Ji Kurdistana Iraq û Îranê, Misir,Lubnan, Filîstîn, Morîtanya û Sûrî gelek mêvan beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz a Diyarbekirê bûn.

Nûnerê Partiya Yekgirto ya Kurdistana Iraqê Dr Burhan, ji Kurdistana Îranê Muhemmed Mehmudzade, Seyda Ruhanî û Rizgar Muradî diyar kirin ji ber ku beşdarê vê bernameya coş bûne gelek kêf xweş in.

Nûnerê Partiya Yekgirto ya Kurdistana Iraqê Dr Burhan diyar kir ji bo ku evîndariya xwe ya ji bo Hz Muhemmed (sxl) ji cîhan û hemî perçeyên Kurdîstanê re bidin nîşandan beşdarê vê bernamê bûne.

Dr Burhan bal kişand ser tefrîqeya ku di nabeyna Mislimanan de ye. Dûvre Dr Burhan axavtina xwe wiha domand: “Hemî kesên ku ji mezhebên ji hev cûda ne birayên hev in. Lê bi destê zaliman tefrîqa ket dinabeyna Mislimanan. Erdnîgara Mislimanan perçe perçe kirin. Vê yekê emperyalîstan kirin. Dibe ku me di rojên borî de çewtî kiribe. Ya girîng ew e ku mirov vê yekê li dijî Mislimanan bikar neyîne. Dive ku em kêmasiyên hev efu bikin. Divê ku em di gel hemî cudahiyan em hev qebûk bikin. Hz Muhemmed, Îslam, biratî, mirovatî me Mislimanan tîne cem hev. Ereb, Tirk, Kurd, Îngîlîz dibe bi şiklekî aşiyane bi hev re bijîn.”

 “Ev bername wê bibe wesîla fêmkirina exlaq û jiyana Pêxemberê me”

Ji Mêvanên Kurdistana Îranê Muhemmed Mehmûdzade ji Platforma Evîndarên Pêxember re ji berk u bernameyekê wiha saz kirine teşekur kir. Dûvre Mahmûdzade diyar kir ku ev bername gelek xweş û bi bereket bûye. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Ev bername wê bibe wesîla fêmkirina exlaq û jiyana Pêxemberê me. Her sal bi temayên cûr bi cûr di derbarê jiyana Pêxemberê me de bername tên lidarxistin ku em Wî baş fêm bikin.”

Her wiha Mahmûdzade diyar kir ji bo wehdet û biratiyê divê ku em Pêxember (sxl) nas bikin. Mahmûdzade wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku  di nabeyna Mislimanan de wehdet û biratî were tesîskirin divê ku exlaq û Jiyana Hz Muhemmed (rxl) were naskirin. Ji xeynî vê yekê tu rêya wehdet û biratiyê tune. Lewra Resulullah di dewra xwe de Bîlalê Hebeş, Caban El Kurdî, Suheyl Er Rumî û qebîleyên cûr bi cûr li dorê xwe civiyandiye. Bes rêya xilasiyê ew e ku mirov Wî nas bike.”

Ji mêvanan Seyda Ruhanî yê ku ji eyaleta Banê ya Îranê beşdarê bernamê bûbû ramanên xwe wiha anî ziman: “Beriya her tiştê ez dixwazim ku vê yekê bibêjim. Di vê qelebalixê de Kurd, Tirk û Ecem hemî hatine cem hev. Ev yek dide nîşandan ku her kes ji bo mihebeta Resulullah hatiye vir. Ji ber ku min bernamekê wiha bi çavên xwe ji nîz ve dîtîye ez gelek kêf xweş im. Ev dîmen elametê mihebbeta Resulullah û îmanê ye.”

Ruhanî di axavtina xwe de destnîşan kir di ku Hz Muhemmed (sxl) baş were naskirin. Dûvre Ruhanî wiha pê de çû: “Divê ku em ji dil û can bixebitin. Lewra bes çare ew e ku mirov Pêxember nas bike û di rêya Wî de bimeşe. Divê ku em Pêxember, Qur’anê nas bikin û her wiha pêwîst e ku em bibin şopînerên dînê Hz Muhemmed. Heke ev tiştên ku min anî ziman were emelkirin bê şek dê em xelas bibin. Dê di dawiya vê yekê de jî yekitî û biratî pêk were.”

Ruhanî di derbarê qelebalixê de wiha axivî: “Ev dîmen elametê teqwa û sîmgeyê ye. Înşaellah  em dê bi van tekbîr û selewatên ku tên xwendin emel bikin. Werin em pêxember nas bikin û rîayetê Wî bikin. Beriya her tiştê em jiyana wî tetbîqê jiyana xwe bikin. Dûvre vê yekê li herêmê belav bikin. Hestyar û mihebbeta gel ji bo Hz Muhemmed e. Ev yek jî nîmetekê gelek mezin e.”

Rizgar Muradî yê ku ji Kurdistana Îranê hatibû diyar kir ku ew wek beşdar ji eyaleta Senendeca Îranê hatiye. Dûvre wiha pê de çû: “Elhamdullîlah ev dîmen nîşane û elemetê mihebbet û îmana Kurdistana Tirkiyê ye. Bi hatina Hz Muhemmed re Îslam û Ummeta Îslamê gihaşt kemalê. Ev yek jî bingeha haveyna Îslamê ye. Înşaellah dê Tirkiye; bi taybet Kurdistana Tirkiyê Îslamê biparêze.”

Piştî ku Muradî axavtina xwe qedand Sueyê Nasrê Xwend. (ÎLKHA)


 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz parve kir

2017-06-25 14:20:46

ÎLKHA vîdyoyên temamê bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku îsal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi sedan cihî bi coşeke mezin hatin tertîpkirin parve kir.

 “ Bi qasî ku em bîata xwe nû bikin em dikarin di riya Wî de bin”

“ Bi qasî ku em bîata xwe nû bikin em dikarin di riya Wî de bin”

2017-05-09 12:05:03

Muhammed Emîn Yildirimê Serokê Weqfa Lêkolînên Siyerê yê ku li Stenbolê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bû destnîşan kir bi qasî ku em bîata xwe nû bikin em dikarin di riya Wî de bin.

 “Însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû”

“Însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû”

2017-05-09 10:23:26

Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku li Stenbolê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bû destnîşan kir însanetî tu carî ev qas muxtacî edaletê nebûbû.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe