A A A

Serdanên HUDA PAR li Başûrê Kurdistanê didome

: 2014-02-13 17:47

NAVENDA NÛÇEYAN - HUDA PAR li Başûrê Kurdistanê serdan û têkiliyên xwe didomîne

Serdanên HUDA PAR li Başûrê Kurdistanê didome

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) lı herêma kurdistanê, pêwendiyên xwe didomîne. Şande ya  HUDA PAR’ê navenda Komela İslamiya kurdistanê zîyaret kir. serokê huda parê yapıcıoğlu, jı kanalên rûdaw û peyamê re xeber da

 

Heyeta HUDA PAR’ê li Herêma Kurdistanê, serdan û pêwendiyên xwe didomîne. Heyetê pey ziyareta Bizûtnaweya Îslamî, merkeza partiya Komela Îslamiya Kurdistanê ziyaret kir.

 

Ji ber ku emîndarê partiya Komela Îslamî Mamoste Elî Bapîr li Beğdayê bû, heyet ji aliyê berpirsiyarê polîtburoyê Evdussettar Mecîd, berpirsiyarê têkiliyên siyasî Hecî Bîlal, endamê şêwrê Hesen Babekir, berpirsiyarê têkiliyên bi xelkê re Hecî Hêmîn û endamê polîtburoyê Nebez Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

 

Di hevdîtinê de li ser têkiliyên Tirkiye û Başûrê Kurdistanê, rûdanên li Rojavayê Kurdistanê hate xeberdan. Heyet û komelê fikr û ramanên xwe bi hev re parve kirin. Her wiha li ser pêvajoya çareseriyê hat sekinê.

 

Heyeta HUDA PAR’ê, behsa êrîşên ku beriya hilbijartinên herêmî li wan hatine kirin jî kir û dan zanîn ku kesên ji bo pêkanîna pevçûna kurdan tevdigerin û dixwazin, tenê dijminantiya kurdan dikin.

 

Ji Komela Îslamî Evdussetar Mecîd jî, ji ber serdana heyetê kêfxweşiya xwe anî ziman.

 

Serekê Giştî yê HUDA PAR’ê Zekeriya Yapicioğlu, dûre ji kanalên Rûdaw û Peyamê re xeber da. Yapicioğlu wiha got: “Heqê tu kesî tune ye ku menfîet û berjewendîye xwe yên kesane, bi ser menfîet û berjewendîye civak û millet re bigrin. Lazim e ku siyaset ji bo xizmeta xelkê bê kirin. Siyaseta li ser menfîetê dike cinawir. Kesên ji bo menfîetên partiya xwe, bi şol û tevgerînên xwe zirarê bidin civakê, ji xizmeta xelkê dûr in, heta xiyanetê li xelkê dikin. Ji bo pêvajoya çareseriyê ji xelkê re bi xêr be, divê kurd ji pevçûn û pevketina hevûdû berdin. Kesên ku dixwazin di pêvajoyê de tek mixatab bin û ji lew nîvengê dijwar dikin, zirarê didin pêvajoyê.” (İLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

2017-08-18 09:42:02

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

2017-08-18 08:55:15

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

2017-08-18 08:42:11

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe