A A A

“Bi vê zihniyetê Meseleya Kurd çareser nabe”

: 2016-03-26 18:23

ENQERE - Her weke ku tê zanîn Wezîrê Zîraetê yê Kurdistana Başûr Abdussettar Mecîd doh beşdarî Fuara Teknolojiyên Zeviyê ya li Qonyayê bûbû û li wê derê nehiştibûn ku Mecîd bi Kurdî bipeyive.HUDA PAR ji vê astengkirinê re bertek nîşan da.

 “Bi vê zihniyetê Meseleya Kurd çareser nabe”

Di derbarê mijarê de ji teref Navenda Giştî ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat diyarkirin: “Her weke ku tê zanîn di navbera 23-27ê Adarê de li Qonyayê Fuara Teknolojiyên Zeviyê hatibû lidarxistin ku  Wezîrê Zîraetê yê Kurdistana Başûr Abdussettar  Mecîd  jî dawetî vê fuarê kiribûn. Wezîrê Zîraetê yê Kurdistana Başûr Abdussettar  Mecîd  beşdarî vê fuarê bû, lê Mecîd li vê derê rasta astengiyan hat. Mecîd li fuarê di destpêka fuarê de xwest de axavtina xwe bi Kurdî bike lê ji teref Komîteya Haziriya Fuarê ve axavtina  wî hat astengkirin û jê re hat gotin ku bi zimaneke din biaxive ku ev yek bênezaketî ye.”

 “Ev bûyer nîşan dide ku hêj politikaya asîmîlasyon, înkar û redê nehatiye terkkirin”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ev bûyer nîşan dide ku hêj politikaya asîmîlasyon, înkar û redê nehatiye terkkirin û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Xwe îfadekirina bi zimanê xwe ango bi zimanê zikmakî ji ayatên Xweda Teala ye û her wiha ji nirxên herî bingeh a mirovahiyê ye. Astengkirina îfadekirina bi zimanê xwe tezahura zihnîyeta faşîst û bawerhişkî ye.Her weke ku tê zanîn di van salên dawî de ji bona çareseriya vê meseleya Kurd a ku ev nêzî qernekê berdewam dike gavinan hatin avêtin ku  ev geşedanî, berevajiya vê îradê   cardin nîşan da ku hêj ew polîtîkaya red, asîmîle û înkarê ya heyama cumhuriyetê berdewam dike û nehatiye terkkirin.”

“Ev bûyer têgihiştina dewleta malûm nîşan dide ku nehatiye guhartin”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Em we têgihiştina dewleta ku mafên însanî yên Kurdan di bin navê Pêvajoya Çareseriyê de ji çekên rêxistinê endeks dike û dike mijara bazarê  bi pirsgirêk û çewt dibînin. Her wiha ev têgihiştin piştî ku pêvajoya bêpevçûniyê  xelas bû re  rêxistinê di warê Meseleya Kurd de wek muxatabekî tenê dît û dîsa ev  têgihiştin temamê xelkê weke ku li pey vê rêxistinê ye hesiband û  hewl da da ku xelkê Kurd ceza bike. Em van her du zêhniyetan jî çewt û xelet dibînin. Bi vê bûyera ku pêk hat cardin derket holê ku têgihiştina dewleta malûm û rexê hikûmetê ya di derbarê Meseleya Kurd de nehatiye guhartin.

 “Hikûmet divê hisabê vê bênezaketiyê ji kesên  berpirsîyar bipirse û divê ji xelkê Kurd lê borînê bixwaze”

Di dawiya daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat diyarkirin divê hisabê vê yekê bê pirsin û di serî de ji xelkê Kurd û her wiha ji Birêvebiriya Herema Kurdistana Başûr pêwîst e lêborîn bê xwestin û wiha dawî li daxuyaniyê hat anîn: “Hikûmeta a niha di her firsedê de diyar dike ku li Tirkiyê li ber axavtina milletên din bi zimanê xwe nexasim li ber axavtina zimanê zikmakî ya Kurdan de tu pirsgirêk nemaye.Em dixwazin bê zanîn ku em ê bibin taqîbkerên vê bûyera ku berevajiya îddîaya wan pêk hatiye û yên mîna van. Hikûmet divê hisabê vê bênezaketiyê ji kesên  berpirsîyar bipirse û divê ji Birêveberiya Herema Kurdistana Başûr ji Wezîrê Zîraetê Abdussetar Mecîd û ji xelkê Kurd lê borînê bixwaze.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

2017-08-18 09:42:02

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

2017-08-18 08:55:15

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

2017-08-18 08:42:11

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hemû Nûçe

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Li Sîerra Leonê hejmara miriyan derket 400î û 600 kes jî winda ne

Hejmara miriyan ên kesên ku ji ber barana zêde û lehiyê li Freetowna Sîerra Leonê jiyana xwe ji dest dan derket 400î, her wiha hat ragihandin ji ber lehiyê 600 kes jî winda ne.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Hemû Nûçe