Axavtina Kurdî yê Wezîrê Zîraetê yê Kurdistanê hat astengkirin

: 2016-03-26 08:28

QONYE - Li Qonyayê 14emîn Fuara Teknolojiyên Zeviyê di navbera dîrokên 23-27ê Adarê de dihat lidarxistin ku Wezîrê Zîraetê yê Kurdistana Başûr Abdussetar Mecîd jî ji vê fuarê re hat dawetkirin.Mecîd dema ku kir di destpêka fuarê de bi Kurdî biaxive ji teref komîteya amadehiya fuarê ve hat astengkirin û nehiştin ku Mecîd bi Kurdî biaxive.

Axavtina Kurdî yê Wezîrê Zîraetê yê Kurdistanê hat astengkirin

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di destpêka fuarê de ji Wezîrê Kurd re hatiye teklîfkirin da ku axavtina xwe an bi Îngilîzî an jî bi Tirkî bike.Ji ber vê teklîfa ku li Wezîrê Kurd hatiye kirin wezîr ji rewşê re bertek nîşan da û wiha got: “Ez wezîrekî Kurd im û ez dixwazim axavtina xwe bi zimanê Kurdî bikim.Lewra ev ziman zimanê min a zikmakî ye.Ez Îngîlîzî baş nizanim û ez dixwazim bi zimanê xelkê xwe bipeyivim.”

Hat hînbûn ji ber ku ev teleba Wezîrê Kurd ji teref komîtê ve nehatiye qebûlkirin  nehiştine ku wezîr di destpêka fuarê de axavtinê bike.

Piştî vê geşedaniya ku rû da re Wezîr Abdussettar Mecîd di derbarê mijarê de ji çapemeniyê re wiha axivî: “Hikûmeta Tirkiyê bi vê tegihiştin û zihnîyetê tu car nikare pirsgirêka Kurd çareser bike.”

Ev geşedaniya ku pêk hat li Tirkiyê cardin vê pirse anî bîra mirovan ‘Ka li Tirkiyê li ber axavtina zimanê Kurdî temamê pirsgirêkan rabûbûn, bi vê  zihniyetê ew ê dilê Kurdan bê standin?”(ÎLKHA)

 

 

 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Êşa ku ev 25 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîma Sûsa

Êşa ku ev 25 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîma Sûsa

2017-06-23 16:18:49

Êşa wê qetlîama ku PKK di 26ê Hezîrana sala 1992an de li gundê Sûsaya Diyarbekirê kir digel ku di ser 25 sal derbas bûbe jî weke ku îro qewimiye û nayê jibîkirin.

Piştî ku esker bijehrê ketin fermandarê tugayê ji wezîfê hat girtin

Piştî ku esker bijehrê ketin fermandarê tugayê ji wezîfê hat girtin

2017-06-23 12:24:14

Piştî ku li Manîsayê 731 esker bijehrê ketin re Fermabdarê Tugayê Serheng Şevkî Guvenç ji wezîfê hat girtin.

 “Hêzên şer li welatên Îslamî  birêveberên kûkla dixwazin”

“Hêzên şer li welatên Îslamî birêveberên kûkla dixwazin”

2017-06-23 11:45:47

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Doyarê ku li Bidlîsê beşdarî bernameya fitarê ya partiya xwe bû û di derheqê armanc û daxwazên hêzên şer de got “Hêzên şer li welatên Îslamî birêveberên kûkla dixwazin.”

HEMÛ NÛÇE

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

Sibe ji bo bal bên kişandin li ser rewşa Mescîda Eqsa ya ku qibleya ewil a Mislimanan e û di bin îşxala îsraîla siyonîst de ye dê li Diyarbekirê bernameya fitarê bê tertîpkirin.

“Di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku li Çermîkê beşdarî bernameya fitarê bû di derheqê alema Îslamê de diyar kir di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye.

2 esker jiyana xwe ji dest dan

Di operasyonên ku li Bidlîsê berdewam dikin de 2 esker jiyana xwe ji dest dan.

Şeva Qedrê bi dia û zikiran hat îhyakirin

Ji ber minasebeta Şeva Qedrê Diyarbekirî berê xwe dan camiyan û beşdarî bernameyên ku di camiyan de hatin tertîpkirin bûn. Welatiyên ku çûn mizgefta Şeva Qedrê bi dia û zikirina îhyakirin.

Ew ê di derheqê qezayên li Licê de mufettiş bên erkdarkirin

Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy destnîşan kir ew ê Wezareta Karên Hundir di derheqê 2 qezayên ku li Licê wesayîtên bi zirx ên polêsan tevlî bûbûn de mufettiş erkdar bike.

HEMÛ NÛÇE