A A A

“Îtîbarî beyanên bersûcê cinayetê kirin ne zabitnameyên fermî”

: 2016-02-26 12:53

QEYSERÎ - Parêzerên dozê, tehliyekirina bersûcê sûîqesta Aytaç Baranî rexne kirin û diyar kirin mehkemê îtîbarî beyanên bersûcê cinayetê kirin ne zabitnameyên fermî.

 “Îtîbarî beyanên bersûcê cinayetê kirin ne  zabitnameyên fermî”

Her weke ku tê zanîn Aytaç Baranê ku Serokê Yenî Îhya-Derê û endamê HUDA PARê bû ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin ku di niştina yekemîn a dozê de bersûcê sûîqestê yê bi navê Dîyadîn Gumuş ji teref mehkemê ve hat tehlîyekirin.Di derbarê mijarê de malbata Baranî diyar kir tu telebên wan li ber çavan nehatine girtin û bersûcê girtî yê sûîqestê hatiye serbestberdan.Ji ber vê yekê parêzer û malbata Baranî ji tehliyê re bertek nîşan dan.

Abdulganî Orhanê ku ji parêzerên dozê ye piştî niştinê li ber Qesra Adliyê ya Qayseriyê  ji endamên çapemeniyê re daxuyaniyek da û tehliyekirina bersûcê sûîqestê rexne kir û wiha pê de çû: “Her çi qas zabitnameya polêsan a di dema girtina bersûc de hatiye girtin sabît be jî mehkemê bi zabitnameya fermî ya polêsan îtîbar nekir.Mehkeme îtîbarê  beyana bersûcê qatilê Aytaç Baranî kir û  mehkemê bi awayî bersûcê sûîqestê tehliye kir.”

Orhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir tewra mehkemê ne li gor ûsulê ye û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Mehkeme Îtîbarî beyanên bersûcê cinayetê kir ne  zabitnameyên fermî.Her wiha bersûc berîya ku dîmenên kamerayan bên vekolandin hat tehlîyekirin.Li gor me îro qerara ku hatiye dayîn ne li gor hiqûqê ye.”

Bav Baran: Hakîm û dozger nehiştin em bi şikleke rihet biaxivin

Mehmet Baranê ku bavê Aytaç Baranî ye qerara tehliyê û tewra mehkemê rexne kir û  di derbarê mijarê de wiha axivîbû: “Em teleb dikin temamê kesên ku ji vê yekê re bûne sebeb û kesên qatil bên girtin.”

Arîkarê Serokê Giştî yê Karên Hiqûqî û Sîyasî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz jî di derbarê mijarê de diyar kir tê xwestin ku li ser cinayeta Aytaç Baranî bi çend kesan bê girtin.(ÎLKHA)

 

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

2017-08-17 08:57:57

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine  li benda azadiyê ne

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

2017-08-16 16:14:22

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

2017-08-16 10:54:14

Hat diyarkirin di pevçûna ku li Şirnexê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.

Hemû Nûçe

“Divê dewlet êdî dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde”

Ji teref HUDA PARê ve hat diyarkirin divê êdî dewlet dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde.

Li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin

Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin.

Şêx Raîd Salah ji teref çeteyên siyonist ve hat desteserkirin

Çeteyê terorê ya siyonist Şêx Raîd Salahê ku wek muhafizê Mescîda Eqsayê tê naskirin desteser kir.

Di felaketa lehiyê ya li Sîerra Leoneyê de 312 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ji ber barana zêde û lehiyê li Sîerra Leoneya welatê Afrîkayê herî kêm 312 kes jiyana xwe ji dest dan.

Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

Li Tirkiyê reqemên bêkariyê di meha gulanê de 330 hezar kes zêde bû û hejmera bêkaran derkete 3 milyon û 225 hezaran.
Hemû Nûçe