Serokomar Erdogan: Pirsgirêkên birayên me yên kurd hene

: 2015-03-17 21:45

QERS - Sorokomar Erdogan li Qersê axivi û got: Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurdan tune. Li Tirkiyeyê wekî ku mirovên ji her aliyê, pirsgirêkên birayên me yên kurd jî hene."

Serokomar Erdogan: Pirsgirêkên birayên me yên kurd hene

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev û Serokomarê Gurcistanê Giorgi Margvelaşvili re beşdarî merasima vekirina komî ya Lîseya Teknîkê ya Anadoluyê bû.

Erdogan di merasîmî de li ser pirsgêrika kurd rawest û da zanîn ku, hemû aliyên ku li Tirkiyeyê dijîn hewl didin ku ji pirsgirêkan re çareseriyan bibînin û wiha îfade kir: “Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurdan tune. Li Tirkiyeyê wekî ku kesên ji her aliyê, pirsgirêkên birayên me yên kurd jî hene.”

Erdogan wiha   dawî li axaftina xwe anî: “Pirsgirêka nasnekirina nasnameyê heye, pirsgirêka rêznegirtina li hember baweriyan heye, paşvemayîn heye, îxmalkirin heye, biçûkdîtin heye. Me di 12 salên borî de bi birayên xwe yên kurd re hewl da ku ji bo pirsgirêkên tirkan jî, ereban jî, birayên me yên ezerî jî, yên lazan jî, yên çerkes, roman, arnawûd, gurcî û boşnakan jî, kêmneteweyên dînî kîjan alî hebe pirsgirêkên hemûyan em çareser bikin." (İLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Em roja înê xelkê xwe vedixwîn meydanan da ku xwedî li Qudsa Şerîf derkevin”

“Em roja înê xelkê xwe vedixwîn meydanan da ku xwedî li Qudsa Şerîf derkevin”

2017-06-22 18:03:01

Navenda Giştî ya HUDA PARê ji ber minasebeta ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de bang li xelkê hat kirin da ku roja înê temamê Mislimanan derkevin qadan û xwedî li Qudsa Şerîf derkevin.

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

Ji bo ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ bang

2017-06-22 14:06:09

Sibe ji bo bal bên kişandin li ser rewşa Mescîda Eqsa ya ku qibleya ewil a Mislimanan e û di bin îşxala îsraîla siyonîst de ye dê li Diyarbekirê bernameya fitarê bê tertîpkirin.

“Di cografyaya ummetê de  tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

“Di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

2017-06-22 13:34:26

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku li Çermîkê beşdarî bernameya fitarê bû di derheqê alema Îslamê de diyar kir di cografyaya ummetê de tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye.

HEMÛ NÛÇE

Otomobîl û wesayîta polêsan li hev qelibîn: 5 mirî 5 birîndar

Li Diyarbekirê otomobîlek û wesayîta polêsan li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

“Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye”

Serokê Karên Diyanetê Gormez destnîşan kir Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye.

Rihayiyan di derheqê ‘Leyletul Qedrê’ de hest û ramanên xwe parve kirin

Ji Leyletul Qedra ku di nav meha Remezanê de ye re rojek ma, Rihayiyan di derheqê Leyletul Qedra ku jê re rojek maye de hest û ramanên xwe anîn zimên.

Serwîsa karkeran qulibî: 18 birîndar

Li Ergeneya Tekîrdagê mîdîbusa ku serwîsa karkeran bû ji kontrolê derket û qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 18 karker birîndar bûn.

Kerwana Ûmudê ji bi hezaran malbatî re alîkarî belav kir

Ji teref Kerwana Ûmudê ya ku navenda wê Stenbolê ye ve li Diyarbekir û Mêrdînê ji bi hezaran malbatên feqîr re beriya eyda Remezanê alîkarî hat kirin.

HEMÛ NÛÇE